WAN – Binçavkirina rêveber û endamên HDP’ê yên li Wanê, bi çalakiyekê hatin şermazarkirin. Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede got: “Di meha adarê de rêveberên me jî di nav de nêzî 300 hevalên me hatin binçavkirin. Lê em ê ne elimin vê bêhiqûqiyê.”
Li Wanê du roj berê polîsan bi ser gelek malan de girt û Hevserokê Rêxistina HDP’a Rêya Armûşê Tahirhan Sayyîgît jî di nav de 12 kes binçav kirin. Rêxistina HDP’ê ya Wanê jî bi boneya binçavkirinan rêveber û endamên xwe li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rêveberên HDP’ê û DBP’ê beşdar bûn.
DI MEHA ADARÊ DE 300 BINÇAV KIRIN
Di civînê de Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede axivî û bibîr xist ku piştî pêvajoya diyalog û muzakereyê bi dawî bû li dijî HDP’ê pêla binçavkirin û girtinên dijwar dest pê kiriye. Dede destnîşan kir ku ev operasyon ji 2015’an ve didomin û got: “Tenê di meha adarê de rêveberên partiyê yên navçeyên me jî di nav de herî kêm 300 hevalên me, xebatkar û endamên me hatin binçavkirin.”
‘EM Ê NE ELIM IN’
Dede diyar kir ku herî dawî du roj berê Hevserokê wan ê navçeya Rêya Armûşê Tahirhan Sayyîgît jî di nav de 12 hevalên wan hatine desteserkirin û wiha got: “Li gorî me bi riya parêzeran agahiyên bi dest xistin, li ser îxbarek bêbinî hatine binçavkirin. Belkî jî dixwazin em bi elimin vê rewşê. Lê em carek din îfade dikin; em ne elimîn van pêkanînên bêhiqûqî û em ê ne elimin jî. Em carek din bang dikin ku demil dest hevalên me yên di bin çavan de berdin û dawî li van pêkanînên xwe yên li dijî hiqûqê bînin.”
Dede herî dawî di şexsê Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Amedê yê berê û hemû parêzerên heta roja îro li gel bindestan cih girtine Roja Parêzeran a 5’ê Nîsanê pîroz kir.