STENBOL - Polîsan şevê din bi ser Rêxistina HDP’ê ya Avcilarê de girtin û hevserokên HDP û zarok jî di nav de 23 kes binçav kirin.
Polîsan, şevê din bi ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) a Avcilara Stenbolê de girtin. Polisan di serdegirtinê de Hevserokên HDP’a Avcilarê Şebnem Degerlî, Mahmut Çakan û zarok jî dinavê de 23 kes binçav kirin. Jinên hatin binçavkirin birin Qereqola Fîruzkoy û zilam jî birin Qereqola Avcilarê. Polîsan di serdegirtina avahiyê de hemû alavên avahiyê belav kirin û lêgerîn pêk anîn. Hinceta serdegirtinê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat nîşandan.
NAVÊN KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN
Navê 23’ê kesên hatin binçavkirin wihane: “Şebnem Degerlî, Yasemîn Duman, Sabriye Bulut, Gunel Karaman, Betul Yildiz, Mahmut Çakan, Nesibe Karakaya Çakan, Duygu Yurtsever, Bermal Yildirim, Sevîm Muratli, Ayşan Yildirim, Hatîce Gazîoglu, Surreya Aydin, Bariş Bozkurt, Abdullah Tîma, Guven Gok, Alaaddîn Duygun, Yalçin Demîr, Mevlut Yalpazoglu, Ramazan Çakan, Serhat Yildirim, U.K. û I. D.