ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê bi hinceta “Herêma Ewlekariya Taybet” herêmên Çiyayên Gabar û Cûdî yên qedexe kirin, bi bevlîbûna leşker û cerdevanan operasyon dest pê kir.
Walîtiya Şirnexê, 58 qadên herêmên çiyayên Cûdî û Gabarê weke “Herêma Ewlekeriya Taybet” îlan kir û li çûyîn û hatinên sivîlan qedexe kir. Dê heya 19’ê Nîsanê qedexeya li erêmê dê berdewam bike.
PIŞTÎ QEDEXEYÊ OPERASYON DEST PÊ KIR
Piştî qedexe hat îlankirin, qereqolên derdorê di saetên şevê de top avetên herêmê û operasyona leşkerî ya mezin dest pê kir. Bi sedan leşker û cerdevan beşdarî operayonê bûn. Di qada operasyon lê hat destpêkirin de bi dehan maşiyên zirxî di ketin û derketina qadê bi cih kirin. Ji şevê din ve li herêmê tevgera helîkopteran berdewam dikin.