STENBOL - Hevberdevka OHP’a Stebolê Parêzer Îlknur Alcan 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran nirxand û got: “Em îsal Roja Parêzeran bi êrîş, binçavkirin, girtin û gefan pêşwazî dikin.”
Parêzer îsal jî 5’ê Nîsanê Roja Parêzaran dibin êrîş, girtin, binçavkirin û gefan derbas dikin. 21 parêzerên mûxalîf Roja Parêzeran di girtîgehan de pêşwazî dikin. Hevberdevka Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) a Stebolê Parêzer Îlknur Alcan, bal kişand ser rewşa hempîşeyên xwe yên girtî û Roja Parêzeran nirxand. Îlknur, diyar kir ku ev çend salin wan şahiyek pêk ne aniye û wiha axivî: “Bi dehan hevalên me girtîne. Îsal jî 21 hevalên me girtîne. Ligel vê yekê bi dehan hevalên me bi gefên girtinê re rû bi rû ne. Di Roja Parêzeran de bi em gefên êrîş, binçav kirin û girtin re rû bi rû ne.”
HETA GARANTIYA HIQÛQÎ TUNEBE DÊ WISA BERDEWAM BIKE’
Alcan, anî ziman ku piştî OHAL’ê zextên li ser parêzeran zêdetir bûn û wiha got: “Ji bo me û muwekîlên me gelek tişt hatin sînordarkirin. Bi OHAL’ê gelek bêhiqûqî derketin holê. Lê berî OHAL’ê jî gelek hevalên me bi gefên girtinê re rû bi rû bûn. Heya ku garantiya hiqûqû li vî welatî pêk neyê, dê ev bûyer berdewam bikin. Gelek rêveberên navçe û bajaran ên AKP’ê bûn dozger û dadger. Dadgeha Bilind, Dadgerên, Şureya Dewletê û dadgerên Qanûna Bingehîn li ser piyan ji bo Serokê Giştî yê AKP’ê li çepikan xistin û li ber wî serê xwe tewandin. Di rewşek wiha de em nikarin behsa serbixwetiya dadgeriyê bikin.”
Alcan, bi boneya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran bang li hempîşeyên xwe kirin û wiha bi dawî anî: “Di vê derdemê de, encex piştevanî me mezin bike û li gel hev bigire. Ez ji vir banga piştevanî û bihevrebûnê li hemû hempişeyên xwe dikim.”
MA / Yasîn Kobulan