AMED – Ahmet Ozmen ê Serokê Baroya Amedê diyar kir ku OHAL pîşeya parêzeriyê zehmet dike û got: “Rewşa Awarte maf û azadiyan bi sînor dike. Bi pêkanînên KHK’yan maf û parastina parêzeran tê pelixandin.”
Li gorî daneyên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) ji 31’ê adara 2017’an ve 46 hezar û 136 parêzerên jin û 60 hezar û 360 parêzerên mêr bi tevahî 106 hezar û 496 parêzer girêdayî 79 baroyan e. Parêzerên stajê dibînin ne li ser vê hejmara parêzeran e. Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) kar û barên parêzerên jî giran bû û pirsgirêkên wan zêde bûn. Îro 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran e. Parêzer vê rojê di bin pirsgirêkan de pêşwazî dikin. Ahmet Ozmen ê Serokê Baroya Amedê têkildarî pirsgirêkên parêzer dijîn û lêpirsîna kuştina Tahîr Elçî ji ajansa me re axivî.
‘JI BO DEMOKRASIYÊ DARAZEK SERBIXWE Û BÊALÎ JÊNEVEGER E’
Ozmen destnîşan kir ku ev du sal e li Tirkiyeyê rejîma Rewşa Awarte hemû maf û azadiyan bi sînor kiriye û wiha got: “Me wek Baroya Amedê di her kêliyê de xwest demil dest OHAL’ê rabikin û derbasî rejîmek demokratîk bibe. Pirsgirêkên di daraza Tirkiyeyê de tên jiyîn, wek temenê Komarê heye. Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê, pirsgirêkên di qada darazê de diqewimin zêde bûn û dibin. Em wek Baroya Amedê dibêjin jênevegera demorkasiyê daraza serbixwe û bêalî ye. Em ê ji bo vê yekê jî têkoşîna xwe dom bikin.”
'LI CIHEK PARÊZER NIKARIBE KARÊ XWE BIKE, DARAZA SERBIXWE JÎ NÎNE’
Ozmen da zanîn ku ew Roja Parêzeran di nav rewşek di qada darazê de heta qirikê pirsgirêk hene pêşwazî dikin û got: “Li cihê ku parêzer nikaribe pîşeya xwe birêve bibe û biafirîne, daraz jî serbixwe nabe. OHAL’ê kar û barên parêzeran giran kiriye. Bi pêkanînên KHK’yan parastin û mafê parêzeran qût kiriye û pelixîne. Berê bê parêzer polîs nikaribû li buroya parêzeran lêgerîn bike, lê niha polîs bi tena serê xwe dikare li buroya parêzeran lêgerîn bike. Ev rewş her tiştî dide nîşandan.”
'EM DI REWŞEK KUJERÊN ELÇÎ NAYÊN DÎTIN DE VÊ ROJÊ PÊŞWAZÎ DIKIN’
Ozmen anî ziman ku ew wek Baroya Amedê 3’yemîn Roja 5 Nîsanê ye bê Tahîr Elçî pîroz dikin û wiha got: “Ev ji bo me gelek zor e. Hêrs, êş û kedera me wek roja ewil taze ye. Sedemê hêrsa me ya bingehîn ew e ku hêj kujerên Tahîr Elçî nehatine dîtin. Me du sal û nîv li pey xwe hişt. Li ber kamerayan cînayet pêk hat, lê kujer li holê nîn in. Yanî ji kuştina Tahîr Elçî yek kesek bê tewanbarkirin û gumanbar nîne. Em di bêhiqûqiyek wiha de 5’ê Nîsanê pêşwazî dikin. Di rewşek ku kujerên Tahîr Elçî nayên dîtin de em vê rojê pîroz dikin. Cînayet tenê vînek siyasî ya pir bi hêz û biryar dikare bê çareserkirin.”
MA / Denîz Tekîn – Devran Toptaş