Bozgeyîk:Demildest divê hikûmet îstîfa bike

  • rojane
  • 20:54 27 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk destnîşan kir ku polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên rant, neolîberal û dijî ekolojiyê di bin kavilan de mane û got ku divê hikûmet demildest îstîfa bike.
 
Lijneya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ku li herêmên erdhejê serdana mexdûrên erdhejê kir, li avahiya Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) a Hejmara 2’yan a Amedê têkildarî erdhejê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Haber Senê Mesût Balcay, Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî ya Tenduristiyê (SES) Gonul Adibellî, Platforma KESK’ê a Çewligê, Serokê Giştî yê Tumbel Senê Erdal Bozkûrt, Serokê Giştî yê Kultur-Sanat Senê Ahmet Ozbek, Serokê Giştî yê Tarim Orkam Senê Ahmet Keleş, Hevserokên KESK û Egîtîm Sen ên Amedê û gelek endamên wan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘DEST JI POLÎTÎKAYÊN RANTÊ BERDIN’
 
Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê KESK’ê Bozgeyîk axivî. Bozgeyîk destnîşan kir ku wan ji roja ewil heta niha bi avakirina navendên koordînasyonê re alîkariya gel kiriye. Bozgeyîk da zanîn ku ev karesat ne karesata sedsalê ye, her wiha karesata îhmalkirin û paşguhkirinê ye. Bozgeyîk wiha got: “Piştî her karesatê em îhmalan bi lêv dikin û mixabin em îro jî heman tiştî dibêjin. Di encama karesatan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gor çavderiyên me jî hejmara kesên di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dan jî, du û sê qat ji daneyên fermî zêdetir in. Hewce ye dest ji polîtîkayên rantê bên berdin û polîtîkayên ekolojîperest bên pejirandin.”
 
XETEREYA ŞEWBÊ
 
Bozgeyîk bal kişand ser dewleta ku berpisyariyên xwe bi cih neaniye û da zanîn ku pêwîst e hemû hewceyîyên mexdûrên erdhejê bê pere bên çareserkirin. Bozgeyîk bi lêv kir ku gava konebajar tên avakirin jî, bila daneyên zanistî li ber çavan bên girtin û wiha pê de çû: “Ji ber tunebûna hijyenê xetereya şewbeke mezin heye. Hewce ye bi lez pirsgirêka tendirustiyê bê çareserkirin. Her wiha bila mefên kedkar û xebatkarên kamûyê yên mexdûrê erdhejê jî bên dayîn û tayînên wan bên kirin.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ DI BIN KAVILAN DE MAN’
 
Bozgeyîk diyar kir ku polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên rant, neolîberal û dijî ekolojiyê di bin kavilan de mane. Bozgeyîk bi bîr xist ku AFAD, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê û şaredarî di vê karesatê de gelek kêm mane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e demildest hikûmet îstîfa bike. Hewce ye kesên di vê îhmalkariyê de cih girtine bên darizandin. Di dema desthilatiya AKP’ê de 9 caran efûya îmarê hat pejirandin. Parlementerên ku ev efîyên îmarê pejirandin jî bila bên darizandin. Em ê piştevaniya bi gel re berdewam bikin û em ê bi piştevaniyê birînên xwe bicebirînin. Em ê bajarên xwe bi hêzên demokrasiyê ava ava bikin.”
 

Sernavên din

29/07/2023
10:51 Li Akbelenê leşkeran êrişî welatiyan kir: 18 kes hatin binçavkirin
10:07 Agirê duh li Licê bi daristanê ketî, hat vemirandin
09:57 ‘Li dijî qirkirina ekolojiyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn’
09:03 Li Daristana Akbelenê welatî di bin dorpêçê de ne
09:02 Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê kurs dest pê dikin
09:01 'Dema tecrîd hate rakirin dê krîz jî çareser bibin'
09:00 Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Şeker: Divê tecrîd ji holê bê rakirin
09:00 Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan!
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:24 Cenazeyê Şehmus Akyol hat veşartin
28/07/2023
22:49 Geliyê Bêtkarê hat bombeberankirin
22:07 Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin
21:59 Li Sûrp Gîragosê konsera MÎASIN’ê
20:57 Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin
19:18 Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê serdana MA'yê kir
19:13 Li Nisêbînê keseke din jî hat berdan
16:41 Li Şemzînanê ajokarên teqsiyan qontax girtin
16:39 Saziyên Sivîl ên Civakî: Li 5 girtîgehan tecrîdê derxistine asta herî jor
16:16 Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin
15:49 'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’
15:38 ÎHD’ê rapora 23 girtîgehan aşkere kir: Hezar û 203 binpêkirin qewimîne
15:25 Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand
14:49 Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye
14:26 Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
13:52 Li Lîcê agir bi daristanê ket
13:11 Ciwanên Kurd dê sibê ji bo Abdullah Ocalan dakevin qadan
13:10 Li Xîzanê dorpêç di roja 26’an de ye: Kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir jiyana xwe ji dest da
12:50 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
11:49 Beştaş: Li Kurdistanê daristan ji bo qereqol bên çêkirin tên şewitandin
11:02 ‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’
11:01 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkê nû
10:39 Di ser ‘33 Gule’ re 80 sal derbas bûn
10:38 Demîr: Divê li Îmraliyê bi zexta civakî bingeha hevdîtinê bê avakirin
09:04 ‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
09:04 Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
09:03 Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin
09:03 ‘Heke dengekî xurt derkeve wê tecrîd bi dawî bibe’
09:02 Serlêdanên Filmamedê bi dawî dibin: Em li benda filmên we ne
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Qilebanê ketina 11 herêman hate qedexekirin
27/07/2023
22:55 Êrişî Tirbespiyê hat kirin: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
22:52 Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans
19:49 Huseyîn Ok hat girtin
17:53 Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin
17:23 Kesên li Akbelenê hatin binçavkirin hatin berdan
16:45 Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin
16:43 Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene
16:20 Li nêzîkî Hewlerê helîkopterek ket
15:53 Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
15:53 Şêniyên Îkîzkoyê ji bo Akbelenê edalet xwestin
15:18 Malbata Şenyaşar bi cîgirê Wezîrê Dadê re hevdîtin kir
14:22 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
14:22 Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin
13:48 Îdianameya rojnamevan Orûç: Ji 35 nûçeyan re daxwaza 22 salan cezayê hefsê
13:48 Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin
12:57 Nobeta Edaletê bir Enqereyê: Rayedarek neçar e ku me guhdar bike
12:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:50 Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin
12:11 Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan
12:02 Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe
11:20 Şewata daristana Kinikê di roja 2'yemîn de ye
11:19 Veguherîna bajêr e yan hêza dewletê ye?
10:26 Li Akbelenê jin pêşengtiyê ji berxwedanê re dikin
09:41 Hevserokê HDP’a Mêrsînê Sariyildiz: Em ê bi axaftina bi gel re derbasî pêvajoyeke xurt bibin
09:28 Çawişê pispor ê digotin winda ye mirî hate dîtin
09:19 Kemer ev 4 roj e dişewite
09:01 Pira ku qeyûm 104 milyon TL ji bo wê xerc kir 7 sal in nehatiye temamkirin
09:00 Di atolyeya xwe de hunera vîtrayê bi ruh û can dike
09:00 CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/07/2023
23:26 Li quntarên Cûdiyê agir bi qada daristanî ket
21:54 Li Amedê konsera Sîpan Xelat
20:44 Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
19:00 Li Akbelenê careke din êrişî girseyê hat kirin
18:23 Her 4 ciwanên li Rûbarokê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:24 Bernameya Mîhrîcana Munzurê hat aşkerakirin
16:04 Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin
15:57 Li dijî zeman kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:46 Ji şivanê bi darê zorê birine herêma operasyonê agahî nayên girtin
15:29 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne
15:24 Li ber PE'yê daxuyaniya bo Abdullah Ocalan: Li dijî tecrîdê bikevin tevgerê
15:01 Tanjû Ozcan ji CHP’ê hate îxrackirin
14:47 Qeyda deng ku şivanan dikin binçavan û gef li wan tê xwarin derket holê
14:21 Malbata Şenyaşar ku ber bi Wezareta Dadê ve meşiya hate astengkirin
14:09 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê wê têkoşîna me li Enqereyê bidome
13:15 Songul Bagatir a 30 sal in girtîbû tehliye bû
13:06 DFG’ê kongreya xwe li dar xist: Em ê dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin
12:47 Li Çemê Dîcleyê jîngeha ajalan hat tunekirin?
12:44 Rojnamevan Evrîm Kepenek hat berdan
11:35 Parlamenteran bi armanca piştevaniyê serdana MA’yê û JINNEWS’ê kirin
11:25 Karkerên DEDAŞ’ê yên ji kar hatin derxistin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
11:02 Leşkeran êrişî gundiyên Akbelenê kirin: Ekolojîstek hat binçavkirin
10:07 AYM’ê ji bo serlêdanên HAGB’ê biryara binpêkirinê da
10:00 Şewata li Kemerê sê roj in didome
09:53 Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
09:02 ‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne'
09:01 Sendîkabûyîn kêm dibe: Divê têkoşîna kedê bê xurtkirin
09:01 Li Botanê civînên gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin
09:01 'Divê xwedî li rojnamevanan bê derketin'