STENBOL – Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, girtî Turan Gunana 50 roj in di rojiya mirinê de ye û rewşa tenduristiya xera dibe.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dideom. Girtiyê bi navê Turan Gunana yê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa F a Kandiriyê dimîne, ji 15’ê Sibatê ve li dijî tecrîda ser Ocalan di rojiya mirinê de ye. Çalakiya rojiya mirinê ya Gunana ket roja 50. Malbata Gunana ya ku çû hevdîtinê ragihand ku rewşa tenduristiya Gunana xera dibe.