ENQERE - KESK, DÎSK, Komeleya-10 Cotmehê, TMMOB û TTB’ê bi boneya 2’yemîn salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê, civîna çapemeniya hevpar lidarxistin û banga telibûna bîranîna komkujiyê kirin.
Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeya Muhendîs û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê (TTB) bi boneya 2’yemîn salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê civîna çapemeniya hevpar lidarxistin û banga tevlîbûna bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibin, kirin. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya Komeleya 10’ê Cotmehê hat lidarxistin de, hat diyarkirin ku dê sibe li ber Gara Trenê ya Enqerê çalakiya bîranînê lidarbixin.
‘HÊRSA ME DIDOM E’
Di civînê de Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun axivî û bal kişand ser daxwazên mirovan ên aştiyê. Coşgun, diyar kir ku ew dixwazin bê zanîn ku hîna jî êş, hesret û hêrsa wan mezine. Coşgun, da zanîn ku helwesta desthiladariyê ya heya roja îro êşa wan mezintir kiriye û wiha got: “Destûrê nadin em hevalên xwe bibîr bînin û komkujiyê şermezar bikin. Waliyê Enqerê di serê meha Cotmehê de hemû xwepêşandana qedexe dike. Hêrsa me ya li dijî Waliyê Enqerê didome.”
‘DÊ KOMKUJIYÊ NEDIN JI BÎRKIRIN’
Coşgun, destnîşan kir ku dê hesabê komkujiyê ji hemû berpirsiyarên wê bipirsin û wiha got: “Em bang li hemû kesê dikin ku beşdarî çalakiyên bîranînê yên çar aliyên Tirkiyeyê bibin. Dixwazin em komkujiyê ji bîr bikin. Divê em biryara xwe ya ku em ê komkujiyê nedin ji bîr kirin nîşanî wan bikin. Bi vê biryarê ji bo em xwedî li bîranîna hevalên xwe derbikevin û komkujiyê şermezar bikin, em ê li Qada Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li ber Gara Trenê ya Enqerê saet 10.04 de kom bibin û xwedî hevalên xwe derbikevin.”