RIHA - 9 kesên li mala birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan hatin binçavkirin hatin berdan.
Şevê din leşkeran bi ser mala Mehmet Ocalan de girt û 9 kes binçav kirin. Kesên ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan çûn gundê Amarayê û li mala Mehmet Ocalan man, dane êvarî cendirmeyan xwest kesên di malê de derkevin. Piştî kesên di malê de derneketin, cendirmeyan avêt ser mala Mehmet Ocalan û bi biryara Serdozgeriya Komarê Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Bekir Karekeçîlî û rojnamevan Haci Yûsûf Topaloglû jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Hevserokê DBP'a Rihayê Bekir Karakeçîlî, Rojnameger Haci Yusuf Topaloglu, Serokê HDP'a Hewagê Omer Yildirim û Rêveberên HDP'ê Halil Satici, Bekir Durmaz û Cindi Zencirkıran, Rêveberên HDP'ê yê Hîlwanê Ramazan Demir, Zafer Burtur û Îsmail Salar piştî lêpirsînê hatin berdan.