MUGLA – Navên 7 kesên li herêma Ortaca û Seydîkemer di 4’ê cotmehê de bi îdîaya “PKK’yî ne” hatibûn derpkirin û wêneyên wan ên tazî hatibûn serwîskirin aşkere bûn.
Li herêma Ortaca û Seydîkemer di 4’ê comtehê de bi îdîaya “PKK’yî ne” 7 kes hatibûn derpkirin û wêneyan wan tazî li erdê hatibûn kişandin û di medya civakî de hatibûn parvekirin. Navê 7 kesên bi teşhîr û derpkirinê hatin binçavkirin diyar bûn. Hat zanîn Midûriyeta Polîsan a Mugla li malbatan geriyaye û navê zarokên wan daye. Navên 7 kesan wiha ye: Ekrem Altay, Veysî Şengîl, Îsmaîl Bozdag, Velat Asan, Mehmet Can Yigîner û Mustafa Yigîner ên birayê hev û kurapê wan Adnan Yigîner.