ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir

  • rojane
  • 16:02 22 Sibat 2023
  • |
img
AMED - ÎKK’a TMMOB’ê rapora çavderî û lêkolînên xwe parve kir û destnîşan kir ku hêj jî bê lîyakat bûyîn, rayedarên berpirsiyar ku ti car kêmahiyên xwe qebûl nakin û îstîfa nakin birêvebirina pêvajoyê berdewam dikin.
 
Maseya Krîzê ya Lijneya Koordînasyona Bajar a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê “Rapora Pêşlêkolîn û Nirxandina Erdhejê” ya têkildarî herêmên Amed, Semsûr, Elbistan û Bazarcixê eşkere kir. Daxuyanî li Şaxa Odeya Plansazên Bajar (ŞPO) a Amedê hate dayîn. 
 
Hevberdevkê ÎKK’a TMMOB’ê Alîcan Çetînkaya beriya eşkerekirina raporê axivî û wiha got: “Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bi lixwekirina cil û bergên mîna cilêtê û derketina televîzyonê ve nayên kirin. Ya ku dikuje ne karesat lê AFAD e.” 
 
AVAKIRINA KOORDÎNASYONÊ
 
Rapor, ji hêla Hevberdevka ÎKK’a TMMOB’ê Songul Aytek ve hate xwendin. Aytek, da zanîn ku Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ku ji hêla 84 saziyên civaka sivîl ve hatiye avakirin, tavilê civiyaye û ji roja ewil a erdhejê ve bi Navenda Koordînasyonê û Maseya Krîzê re dest bi xebatan kiriye. Bi domdarî Aytek got ku weke ÎKK’a TMMOB a Amedê maseya krîzê ava kirine û wiha domand: “Ji bo tespîtkirina xesaran û çavdêriyan, komeke ji 50 kesan pêk dihat hata avakirin û li qadê hatin peywirdarkirin. Her wiha li gel Maseya Krîza Navendî, ji bo rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de makîneyên kar, teçhîzat û tîmên lêgerîn-rizgarkirinê hatin peydakirin û şandin. Her wiha ji bo alîkariyên cihê mayînê, xwarin, vexwarin, cil û berg, pêdiviyên lezgîn, veguhestin, xizmetên tenduristiyê û neqilkirinê jî gelek xebat hatin meşandin. Di vê mijarê de piştevaniyeke mezin hate kirin. Di vê çarçoveyê de bi hemû cureyên qenalên peywendiyan koordînasyonek hate danîn û hemû derfet hatin seferberkirin.” 
 
 ‘JI BO BERJEWENDIYÊN SIYASÎ HATINE BIKARANÎN’
 
Di berdewamê de Aytek diyar kir ku li Amed û herêmên din ên erdhejê ku wan lêkolîn lê kirine; hatiye tespîtkirin ku rêveberên xwedî wesf û bi liyeqat tune bûn, alîkariyên lezgîn hatine astengkirin, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo mudaxelekirinê li benda fermanên îktîdarê sekinîne û wiha pê de çû: “Vê yekê jî kir ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, birîndar bibin û ziyanên mezin ên madî çêbibin. Erêkirina avakirina bê rûxset, ên derqanûnî, ne kontrolkirina wan û efûya îmarê ji hêla hikûmetê ji bo berjewendiyên siyasî hatiye bikaranîn. Vê yekê jî rê li ber hilweşîneke mezin vekir. Weke TMMOB’ê me gelek caran ji bo venêrînê hişyarî dan lê em nehatin guhdarîkirin û avajî û plana bajar li gorî pergala rantê çêkirin.” 
 
‘EM Ê LI DIJÎ PERGALA QIRÊJÎ Û GEMAR TÊBIKOŞÎN’
 
Aytek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî li herêmên ziyaneke mezin ê erdhejê gihiştiyê, hêj niha jî ceyran, av û gaz nîne. Rê hatine girtin. Ev yek nîşan dide ku wezaretên têkildarî xizmeteke baş nakin. Her wiha derket holê ku saziyên cemaweriyê û AFAD’ê ji bo karesateke wiha amade nebûn. Bi sedsala ye em van êşan dikişînin. Tevî vê karesatê jî heta niha tu rayedarên berpirsyar îstîfa nekirine. Em vê yekê qebûl nakin. Weke rêxistinên pîşeyî yên girêdayî TMMOB'ê, ji bo ku gelê me nebe qurbaniyê vê pergala qirêjî û gemar, em ê hevgirtina xwe mezin bikin û bi şopandina rêya aqil, zanist û teknîkê, ji bo avakirina qadên jiyanê yên lihevhatî yên mirov-xwezayî têbikoşin.”
 
TESPÎT Û PÊŞNIYAR
 
Aytek, bi domdarî encamên xebat û tespîtên xwe yên li bajar, navçe û gundan wiha eşkere kir: 
 
* Ji bo berhevkirina belgeyên di asta delîlan de, ji bo bêbaweriya pêvajoya dozger û darazê ji holê bê rakirin û ji bo ev pêvajoya bi zelalî were meşandin, divê ji raya giştî re vekirî bê kirin. Divê wekî hev nêzî her kesî bibin û berpirsyar hesabê bidin. 
 
* Di serî de li bajarê me, li herêmên lêkolîn lê hatiye kirin eşkere bû ku rêveberên xwedî wesf û bi liyeqat tune bûn, alîkariyên lezgîn hatine astengkirin, tîmên lêgerîn-rizgarkirinê ji bo mudaxelekirinê li benda fermanên îktîdarê sekinîne. Vê yekê jî kir ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, birîndar bibin û ziyanên mezin ên madî çêbibin. 
 
PRATÎKA QEYÛM RÊ LI BER HILWEŞÎNÊ VEKIR
 
* Di serî de şaredarên qeyûm lê hatine tayînkirin, gelek şaredariyan avahiyên bêrûxset, qaçax û ne di bin venêrînê de erê kirine, efûya îmarê hate derxistin ku hikûmetê di çarçoveya berjewendiyên siyasî de derxistibû û van sedeman kir ku hilweşîna heyî hîn mezintir bibe.
 
* Tevî ku Planên Kêmkirina Xetereya Karesatê ya Bajar a gelek bajaran hebûn û ev karesat dihatin texmînkirin jî, ji bo kêmkirin an jî ji holêrakirina van xetereyan tu gavên şênber nehatine avêtin. 
 
* Hinek kesên ku hewl didin van rewşên awarte weke firsend bi kar bînin, ji veguhestinê heta kirê û neqliyeyan pereyê zêde dixwazin û mekanîzmayeke kontrolkirina van tune ye. Ev yek dike ku gel hîn bêhtir mexdûr bibe. 
 
* Weke TMMOB’ê me gelek hişyarî dan lê tevî vê yekê jî planên avakirina bajar û îmarê li gorî pergala rantê çêkirin. 
 
* Divê rê neyê dayîn ku li gundan avahiyên bêplan û bêyî ruxset bên çêkirin û venêrîna li ser van avahiyan hebe. Ji bo avakirina herêmên çoltar divê nirxandineke stratejîk a piralî bê kirin û biryarên ji bo demekî dirêj bên dayîn. 
 
CIHÊN KOMBÛNÊ YÊN LEZGÎN TÊR NEKIR 
 
* Li gelek herêman qadên kombûnê yên lezgîn têr nekir û hejmara personelên teknîkê yên gelek şaredariyan pir kêm man. Ji ber ku xebatkarên teknîkê xwedî tecrûbe nebûn, di mijara venêrînê de kêmasî derketin. 
 
* Divê xebatên tespîtkirina xesarê yên ewilî bi baldarî bên kirin û ji bo gel bêpere be. 
 
NE KARESATÊ LÊ AFADÊ KUŞT!
 
* AFAD’ê di dema xwe de mudaxale nekir û vê jî rê li ber gelek mirinan vekir. Sedema gelek mirinan AFAD û rayedarên wê ne. 
 
* Ji ber ku rê girtî ne yan jî hejmar kêm e, hêj alîkarî negihiştine gelek deveran. 
 
* Rêxistinên civaka sivîl, dilxwaz û gel xwestin xwe tavilê bigihînin van herêman lê başkêş e ku rayedaran rê li ber girtiye. Her wiha dilxwazên tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê bûne hatin binçavkirin û derbkirin. 
 
PEYWIRA XWE YA VENÊRÎNÊ BI CIH NE ANÎN
 
* Derket holê ku di dema înşaetê de yan jî piştre ziyan gihiştiye pergala barkêş a avahiyan û ev yek nehatiye kontrolkirin. 
 
*Di gelek avahiyan de xesar hate tespîtkirin û ev yek nîşan dide ku yekîneyên venêrînê peywira xwe bi cih ne anîne. 
 
* Divê veguherîna bajaran li gorî gel bên kirin û heke binê avahiyan saxlem be, bila veguherînê di cih de bikin. 
 
*Divê jîngehên nêzî xetên fayê û tên veguhestin, li deverên ku binê qayîm û nêzî cihê berê bên avakirin. 
 
*Hewceye demografyaya herêmên erdhejê bê parastin. 
 
DIVÊ LI XETEREYA ASBESTÊ HIŞYAR BIN
 
* Di dema xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de hewceye ji bo xetereya absestê hişyar bin û tevdîr bên girtin.” 
 
 LÎSTEYA PÊDIVIYAN Û CIH 
 
Di dawiya raporê de jî herêm û pêdiviyên wan ên heyî wiha hatin rêzkirin: 
 
BÊHIŞTÎ
 
Kon
Beqliyeta hişk 
Derman
 
SERGOLAN
 
Avakirina depoyên alîkariyê yên alternatîf
Kon 
Bincilên jin, zarok û zilaman
Cîhazên germkirinê, sobe, sobeya daran û whd.
 
BAZARCIX
 
Kon
Xurekên hişk
Xurekên bingehîn (ard, şekir û hwd.)
Bincil 
Daşir, destşok û serşokên gerok û ava germ
 
ELBISTAN 
 
Kon û cihê mayînê
Sobeyên daran, cîhazên germkirinê, dar û komir
Xurek
Xurekên bingehîn (ard, şekir û hwd)
Bincil (zarok, jin, zilam)
Daşirên gerok
Alavên paqijiyê 
Wesayîtên taybet û eraziyê yên ku dê bikarin alîkariyê bigihînin gundan 
Derman.”
 

Sernavên din

25/02/2023
15:11 Berdana girtiyê ji Mereşê sewqî Manavgatê hate kirin tê astengkirin
14:32 Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê: Hewcedarî bi piştevaniya enternasyonal heye
14:24 Li Nîgdeyê bi pileya 5,3 erdhej çêbû
14:21 Gorur: Bi vê hişmendiyê wê dîsa ewqas qurbanî û wêranî çêbibe
13:47 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên erdhejê pirsîn
13:46 Walî xeyal dike ku roja duşemê bi Elbistaneke cuda hişyar bibe
13:28 TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
13:23 Dewleta tirk piştî erdhejê 20 caran êrişî Rojava kir
13:09 Suheyla Qazî koça dawî kir
12:48 Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
12:47 Erdheja 1966’an li wan vegeriya: Gimgima Mereşê jî hilweşiya
11:56 Di konên xemrî de piştevanî didome
11:55 Malbatên ku naxwazin biçin konbajar bêkon mane
11:18 Di nav xirbeyan de li tiştên xwe digerin
11:01 ‘AFAD nehat, xizmên me gihîştin hawara me’
10:55 Li aşxaneyê xebateke bêatlehî
10:42 Dîrokek serobin bû!
10:32 Li herêmên erdhejê pêdiviyên kesên dezavantajî li ber çav nayên girtin
10:13 'Bi konbajaran dixwazin gel ji civakê îzole bikin'
09:03 Hevşaredarê Wanê Avci: Ger hûn hêza xwe tenê ji bo şer amade bikin, hûn ê di bin kavilan de bimînin
09:02 Rola li jinên mexdûrên erdhejê tê ferzkirin: Xwarin, xwedîkirina zarokan
09:00 Botanî ji bo mexdûran sefer bûn: Deriyên malên xwe ji mexdûrên erdhêjê re vekirine
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine