ŞIRNEX - Li Cizîrê duh 7 kes hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Welatiyan da zanîn ku ew di bin çavan de hatine derbkirin.
Duh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdagirtina malan de û li noqteya kontrolê ya polîsan Hesabgirê HDP'a Şirnexê Halît Erîk jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin û ew biribûn Miduryeta Polîsan a Navçeyê, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.
Nezîr Yilmaz ê di nav kesên serbest hatibû berdan de, beyî ku tu lêgerîna wî hebe ew jî hat binçavkirin. Yilmaz diyar kir ku di bin çavan de ew derb kirine. Yilmaz aşkera kir ku bi îdiaya li ser medyaya civakî parvekirin kiriye û qet di jiyana xwe de neçûye Burdurê, lê wekî ku li wir çalakî pêk aniye û bi vê îdiayê hatiye binçavkirin û 5 saetan li qereqolê hatiye girtin.