STENBOL – Berdevkê Bloka Aştiyê yê berê Bahadir Altan û 5 kesên din duh bi îdiaya dê li ser Pira Bogazê li dijî Santrala Nukler çalakî li dar bixin hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan hat girtin berdan.
Duh li navçeya Kadikoy a Stenbolê Berdevkê Bloka Aştiyê yê berê Bahadi Altan û wênegir HakanTosun jî di nav de 6 kes hatibûn binçavkirin. Her 6 kes piştî îfadeyên wan li Qereqola Polîsan a Îskeleyê hatin girtin berdan. Hat îdiakirin ku dê her 6 kesan li ser Pira Bogazê li dijî Santrala Nukler çalakî li dar bixistina.
Yên hatin berdan navên wan ev in: Hakan Aktug Gulturk, Oktay Konyar, Ender Eren, Selen Yildizlar, Hakan Tosun, Bahadir Altan.