AMED - Parazvana mafê jinê Mukaddes Alataş bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" girtî dihat darizandin, di rûniştina yekemîn de serbest hat berdan.
Mukaddes Alataş di serdagirtina malê de li Amedê hatibû binçavkirin û bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû girtin. Yekemîn rûniştina doza Alataş li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dozê de Alataş û parêzerên wê Elîf Tîrenç Îpek û Eren Keskîn amade bûn.
Alataş di parastina xwe de got ku hemû xebatên di îdianameyê de cih digirin, xebatên wê yên li ser navê jinê hatine kirin û wiha axivî: "Heke hûn parastina xwe di çarçoveya îdianameyê de bikin dê baş be." Piştî parastinên parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û biryara tehliyeya Alataş da û doz taloqî rojên pêş kir.