STENBOL - Li Midûriyeta Polîsan di lêpirsîna xebatkarên Çapxaneya Gun ên di bin çavan de, hat pirsîn ku hûn çima rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Welat çap dikin. Pirsa “Armanca çapkirina rojnaman û kovaran çiye” ji xebatkaran kirin, balkêşe.
Polîsan 28'ê Adarê de bi ser Navenda Îdarî û çapxaneya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya li Beyoglu ya Stenbolê û Çapxaneya Gun de girtin. TMSF’ê dest danîn ser rojnamê û çapxaneyê. Polîsan Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn, Îmtiyazê Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Midûrê Berpirsê Nivîsên Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasul jî dinavê de 25 kes binçav kirin. Ji derveyê Yasul, Yaşar û Zengîn, lêpirsîna xebatkarên çapxaneyê yên li Midûryata Polîsan bi dawî bûn. Di lêpirsînê de pirsa “Hûn çima di çapxaneyê de dixebitin” ji xebatkaran hatin kirin. Di lêpirsîna Midûryeta polîsan de pênaseya “Cihên rojname û kovarên rêxistina terora PKK/KCK çap dikin” ji bo Çapxaneya Gun hat kirin.
PIRSA ÇAPKIRINA ROJNAMÊ HAT KIRIN
Di lêprisînê de, pirsên “Ji bo çapkirina rojname û kovarên propagandeya rêxistinên PKK/KCK’ê hûn bi kê re dikevin nava têkiliyê? Kê taslakên van kovar û rojnameyan ji bo we tîne? Gava hûn çapdikin, hûn alîkariya aborî didin wan? Armanca çapkirin kovar û rojnameyan çiye?” ji xebatkaran hatin kirin.
Çapkirina rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Azadiya Welat û Welat jî kirin mijara sûcdariyê.