ENQERE - Polîsan êrîşî çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a piştgiryê didin Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kirin û 4 kes xistin binçavan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyên Nuriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça yên bi biryara KHK’ê ji kar hatin avêtin di roja 215’an de domiya. Çalakiya piştgirên Gulmen û Ozakça ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di 335’an de berdewam kir.
Polîsan destûr neda koma ku xwestin li ber Qeykerê Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin. Polîsan beyî ku çalakgerên li Kolan Konur kombûyî hişyar bike, êrîş kir û pankarta çalakgeran ji wan stand.
4 KES BINÇAV KIRIN
Çalakgeran, bi dirûşmeya “Em mafdarin em ê qezenc bikin” bersiv da mudaxileya polîsan. Ji çalakgeran Îlker Işık, Mehmet Dersulu, Gulnaz Bozkurt û Denîz Ugraş bi lêdanê kirin binçavan. Polîsan welatiyên li derdora Kolana Konurê ji xwe re digeriyan jî qewirandin.