ÎZMÎR - Jinên Erep ên ji Minbiçê ku ji ber zilma DAIŞ’ê koçî Îzmîrê kirin, bûyerên bi serê wan de hatin vegotin. Jinan, derbarê planên Tirkiyeyê yên ketina Mînbiçê de jî axivîn û gotin: “Ên ku niha dixwazin bikevin Mînbîçê, gava DAIŞ’ê em dîlgirtin û tecawîzê jinan kirin li ku derê bûn?”
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de DAIŞ’ê bajarê Minbîçê jî dagir kiribû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ’ên zilam li gel dikirin, di 1’ê Hezarana 2016’an de operasyon pêk anîn û di encama operasyona 73 rojan de bajar ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Piştî rizgarkirina bajêr gelê Minbîçê vegeriyan bajarê xwe, hin malbatên koçu Îzmîrê kirin hîna venegeriyan bajarê xwe.
Jinên Erep ên Mînbîçê ku bi hêviya vegerin ser axa xwe, bûyerên DAIŞ’ê bi serê wan de anîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. E.M. a bi malbata xwe re berî 4 salan ji gundê Hadir ê Helepê koçî Îzimîrê kirin, diyar kir ku piştî balafirên şer ên Rûs gundê wan bombebaran kirin, necar man ku gundê xwe terk bikin. E.M. anî ziman ku DAIŞ’ê bi ser gundê wan de girtin û wiha axivî: “Weke duh tê bîra min. Çete çawan ketin gundên me çarika reş li jinan kirin. DAIŞ’ê ji jinan re digotin ‘Divê dest, rû û piyên we xuya nekin. Hûn jinin. Divê hûn dinava reşandebin. Nexweş hûn heremin. Em rûyê kîjan jinê vekirî bibînin emê wê qetil bikin.’ Cixare vexwarin qedexebû. Yên vedixwazin jî îdam dikirin. Serê wan jêdikirin. Tirsa DAIŞ’ê hebû. Bi taybetî zarokên me yên keç ji wan pir ditirsiyan.”
‘GUNDÊN DAIŞ KETINÊ BI DEHAN CENAZE BIN AX KIRIN’
E.M. anî ziman ku li gorî DAIŞ’ê jin kolebûn û wiha got: “Zilamekê li gundê me, ji DAIŞ’ê hez girt û bi zarokek keç re xwest bizewice. Keça biçûk revenda û bi xwe re zewicand. Li gundên ku DAIŞ ketiyê bi sedan cenaze bin ax kirin. Em heya salekê rastî zilma DAIŞ’ê hatin. Em qet ji malê derne diketin. Li gund DAIŞ’ê di hewşa mizgeftê de serê jin, zarok û ciwanan jê dikirin. Ji tirsan em bi şev ne dirazan. Çeteyên DAIŞ’ê tecawîzê zarokên keç dikirin. Me didît, lê ji tirsa me ne di wêrî em dengê xwe derxin.”
‘HER ROJ ME DIKUJIN’
E.M. da zanîn ku DAIŞ’ê tim ji wan re digot “Em misilmanin” û wiha bilêv kir: “Lê wan tim mirovên misilman dikuştin. Di ola Îslamê de kuştin, darvekirin, jêkirin, tacîz û tecawîz kirin tuneye. DAIŞ ne misilmanin. Gava DAIŞ tê gotin zilm, girtin, kuştin, talan û dagirkerî tê bîra me. Ên hatin kuştin di carekê de mirin, lê em her roj dimirin.”
‘DEMGÊN KESÊN KUŞTIN JI GUHÊN ME DERNAKEVE’
E.O. jî diyar kir ku êdî xewa wê nayê û wiha axivî: “Dengên qarênî û qîrîniya kesên DAIŞ’ê dikuştin ji guhên min dernakevin. Ez nikarim vê yekê qebûl bikim. Ez naxwazim li Tirkiyeyê jî bimînim.”
JI NECARÎ ZAROKÊN KEÇ DIZEWICANDIN
K.E. jî da zanîn ku ji Mînbîçê koçî Îzmîrê kir û wiha axivî: “Berî DAIŞ bi ser gundê me de bigire hemû ziman, ol, çand û nasneme bi hevre azad dijiyan. Em salekê dibin zilam DAIŞ’ê de man. Li Mînbîçê 15 rojan carekê ji bo çavên xwe diçûm nexweşxanê. Lê piştî DAIŞ ket gundê me, em neçar man derbikevin. Hin ciwanên Minbiçê ji bo DAIŞ tecawîzê dayîk û xwişkên wan nekin, li gorî wan tevdigeriyan. DAIŞ’ê dibin navê zekatê de, ji gundiyan xerc kom dikirin. Tezeq ew ne misilmanin. Wê demê xwişkek min a 14 salî hebû. Ji bo DAIŞ ji me negire, em necar man ku bi kurê apê xwere bidin zewicandin.”
ÊN DIXWAZIN BIKEVIN MÎNBÎÇÊ WÊ DEMÊ LI KU BÛN?’
K.E. diyar kir ku bi tu awayî DAIŞ nayê qebûl kirin û wiha bilêv kir: “Kesên nehatibana nimêja serê sibê îdam dikirin. Ez tu carî nikarim DAIŞ’ê qebûl bikim. Gava ew dihat hemû kes direviyan û diketin malên xwe. Gava çavên xwe digirim, nikarim bi xewre biçim. Çavên mirovan hatin qetilkirin tên berçavên min. Teqez emê rojekê vegerîn ser axa xwe. Gava DAIŞ’ê zilm li me dikir, em dil girtin û tecawizê jinan kirin hemû kes bêdeng bû. Ên dixwazin niha bikevin Mînbîçê gelo wê demê li ku bûn?”