ÎDIR – Polîsan li Îdirê bi ser mala nûçegihanê me Berzan Guneş ê biryara binçavkirina wî hat derxistin de girt. Guneş ji ber ne li mal bû nehat binçavkirin û polîsan hin pirtûkan hîncet nîşan da û bavê Guneş ê 68 salî binçav kir.
Bi hinceta der barê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berzan Guneş de biryara binçavkirinê heye, polîsan li Îdirê serê sibê bi ser malê de girt. Polîsan demek dirêj li malê lêgerîn pêk anî û pişt re dest danîn ser hin pirtûkan. Guneş ê ne li mal bû nehat binçavkirin. Bavê Guneş, Ahmet Guneş ê 68 salî hat binçavkirin. Hinceta biryara binçavkirina Guneş û bavê wî Ahmet Guneş nehat hînbûn.