Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!

  • rojane
  • 16:03 18 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Di çalakiya Rûniştina F’yê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî û wiha gotin: “Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş Îvrendî teqiyan û ji birînên wî xwîn diherike.” 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya Rûniştina F’ê li dar dixe. Çalakiya 569’emîn li pêşiya avahiya komeleyê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê beşdaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Turkoglû ya Mereşê dihat ragirtin û piştî erdheja 6’ê sibatê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin. 
 
Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Mirov bi mafên xwe mirov e”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn”, “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Cemîl Îvrendî berdin” berz kirin. 
 
BI DESTÊ DEWLETÊ VEGUHERÎ KARESATÊ
 
Daxuyanî ji hêla endama komîsyonê Hatîce Onaran ve hate xwendin. Onaran, got ku nediyariya têkildarî rewşa girtiyên li herêmên erdhejê berdewam e û ev tişt anî ziman: “Divê rayedar di vê mijarê de agahiyên zelal bidin. Îvrendî piştî erdheja 6’ê sibatê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin. Îvrendî 29 sal in di girtîgehê de ye û divê birêkûpêk were tedawîkirin. Nexweşiyên weke dil, hîpertansiyon, kolestrola bilind, bêhnkurt û anal fîstûlê yên Îvrendî hene. Di sala 2002’yan de emeliyeta vekirî ya dil bû û derîçeyên dilê wî hatin guherandin. Divê bi awayekî periyodîk her mehê bê kontrolkirin. Her wiha divê dermanênx we bi rêk û pêk bi kar bîne.” 
 
TEDAWIYA BIRÊKÛPÊK ŞERT E
 
Bi domdarî Onaran, destnîşan kir ku divê Îvrendî ji ber nexweşiyên bêhnkurt û hîpertansiyonê jî bi rêkûpêk bê şopandin û wiha bi dawî kir: “Di sala 2007’an de teşhîsa nexweşiya anal fîstûlê hate kirin û ji ber teqîna anal fîstulê, her tim cihê birînê xwîn jê herikî ye. Ji bo sekinandina xwînîbûna birînan û dermankirina birînê, di sala 2008’an de li Erziromê, di sala 2015’an de li Zanîngeha Osman Gazî ya Eskîşehîrê, di sala 2017’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehîrê û herî dawî jî di 18’ê gulana 2018’an de dema li Girtîgeha Tîpa L a Tarsusê dihat ragirtin dîsa hate emeliyatkirin lê birînên wî hêj jî nehatine girtin.”
 
JI BER SEWQA BI DARÊ DÎSA XWÎN JI BIRÎNAN HAT 
 
Onaran, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dema sewqkirina bi darê zorê de Îvrendî neçar ma ku 9 saetan rûniştî bimîne. Bi vê yekê re nexweşiya wî girantir bû. di dema sewqkirinê de birînên wî teqiyan, êş û jêçûna xwînê zêdetir bûn. Di dema sewqkirinê de nehiştin Îvrendî û girtiyên din tiştên xwe yên taybet bi xwe re bibin. Her wiha agahiya sewqkirina wan bi tu awayî nehate parvekirin. Îvrendî di 11’ê sibatê de agahî da malbata xwe ku hatiye sewqkirin. Cemîl Îvrendî ji ber nexweşiyên xwe yên giran divê birêkûpêk bên tedawîkirin. Ne pêkane ku bi tena serê xwe bikare bijî. Em nizanin bê ka tedawiya Îvrendî tê kirin an na. Ragirtina Îvrendî, li ser mafên wî yên tenduristî û jiyanê gefek e. Divê tavilê were berdan.”

Sernavên din

21/02/2023
09:16 Endezyarê Jeolojiyê Ceyhan: Efûya îmarê rê li ber encamên xedar vekir
09:00 Ekolojîst Çaglar: Kavilên li robaran tên valakirin dê bibin sedema qirkirina xwezayê
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Piştî erdheja li Defneyê 73 erdhejok çêbûn
08:10 Di erdhejên Hatayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 6'an
00:56 Ji Prof. Gorur hişyariya ji bo erdhejê: Divê Edene û Qibris jî hay ji xwe hebin
00:46 Li Defneyê li nav kavilên avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
00:34 Li Lubnanê gel ji ber erdhejê li derve ye
00:23 AFAD: 42 îxbar ji Navenda Banga Lezgîn 112'yê re hatine
00:00 Li Hatayê du erdhej çêbûn:Gelek kes di bin kavilan de ne | BLOGA ZINDÎ
20/02/2023
23:53 Hişyariya ji bo 'avahiyên xesardîtî' yên Amedê
23:48 Li Amedê polîsan mudaxileyî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve
23:27 Li Antakyayê cenazeyê kesekî ji bin kavilan hat derxistin
23:17 Di erdheja Hatayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
23:12 Li Dîlokê gel derket derve
22:50 Nûçegihanên me ji Hatayê radigihînin
22:37 Li Sûriyeyê gelek kes ji ber erdhejê birîndar bûn
22:31 Li Îskenderûnê avahiyeke 3 qatî hilweşiya
22:13 Li Samandagiyê gelek avahî hilweşiyan, malbatek di bin kavilan de ma
21:54 Ji EMSC'yê hişyariya ji bo tsûnamiyê: Ji peravê dûr bisekinin
21:41 AFAD: Ji peravê û avahiyên xesardîtî dûr bisekinin
19:57 Li konên AFAD'ê lazmatiyên jinan nayên peydekirin
19:43 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê pêlîstok ji zarokên mexdûrên erdhejê re şandin
18:13 Akşenerê xwest mexdûrên erdhejê yên li Kurdistanê ber bi Stenbolê ve bên koçandin
18:04 Li konebajarê li Islahiyeyê qursa Quranê hat vekirin
17:12 Li Meletiyê ji ewil kavilên Trend Garden Rezidansê hatin rakirin!
17:08 Jinên Botanê TIR'a binevşî ber bi Dîlokê ve bi rê kir
16:54 Li girtîgeha bixesar ji bo sewqê heqê rê hate xwestin
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin