Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin

  • rojane
  • 10:20 18 Sibat 2023
  • |
img
SEMSÛR - Hemşîreyê mexdûrê erdhejê Cîhan Arik ku yek ji dilxwazên li Navenda Koordînasyona Krîzê ji bo dermankirina birînên li Semsûrê hatin gelhev, anî ziman ku di erdheja duyemîn de li nexweşxaneyê îzdîhameke mezin rû da û got: “Dema mirov direvîn di bin piyan de hatin pelçiqandin. Dewlet li vir hilweşiya.”
 
Li Semsûra ku di erdhejên li navçeya Bazarcix a Mereşê û Dîlokê çêbûn de zerareke mezin dît, li Navenda Koordînasyona Krîzê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Rêxistinên Sivîl ên Civakî û dilxwazan ve hat avakirin, mirovên ji gelek beşên civakê hene. Li navenda ku ji bo birîna mexdûrê erdhejê derman bike ji roja ewil ve hate avakirin yek ji kesên ku nav xebatan de cih girt jî hemşîre Cîhan Arik e. Arik ê ew bi xwe jî mexdûrê erdhejê ye, dema di cemaweriyê de dixebitî beriya erdhejê îstîfa kir. Arik ê bi malbata xwe re ji erdhejê xelas bû, gelek xizmên xwe û hevalên xwe winda kirin. Arik ê piştî erdheja ewil weke dilxwaz bi lez û bez çû nexweşxaneyê bi avakirina Navenda Koordînasyonê li vir weke dilxwaz dest bi xizmetê kir. 
 
Arık ku li polîklînîka tenduristiyê ya li Şaxê Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD) a Semsûrê hat avakirin, bi bijîşkên dildar û hemşîreyan re xizmetê dide, her roj hewl dide bi dehan nexweşan derman bike.
 
‘SÎSTEM HILWEŞIYA BÛ’
 
Arik, da zanîn ku piştî roja ewil a erdhejê şoka ketiyê ji ser xwe avêt çûye nexweşxaneyê, hewl daye alîkariyê bike û wiha got: “Ez tev li xizmeta tenduristiyê ya li wir bûm. Li nexweşxaneyê qelebalixeke zêde hebû. Birîndar veguhestibûn korîdoran. Li her derê nexweş hebûn. Ji ber em pê re nedigihiştin me dermanên janê birînê yên narkotik û yên normal tev li hev dikirin û didan wan. Pergal hilweşiya bû. Kadroya tenduristiyê ya heyî kêm bû. Bijîşk nedihatin dîtin. Bijîşkên malbatê bi dilxwazî dihatin. Di beşa lezgîn a mezin de bijîşekî û 3-4 hemşîreyan xizmet dida. Li her derê nexweş hebûn. Me cihekî ku gav bi avêjin nedît.”
 
XIZMÊN XWE Û HEVALÊN XWE WINDA KIRIN
 
Arik, da zanîn ku di erdheja duyemîn de li beşa lezgîn a nexweşxaneyê dixebitî û di nexweşxaneyê de îzdîhameke mezin derket û wiha berdewam kir: “Li nexweşxaneyê her kesê dest bi revê kirin û pê li nexweşên li erdê hate kirin. Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin. Piştî wê erdhejê ez neçar mam biçim cem malbata xwe. Di erhejê de gelek xizmên min û hevalên min jiyana xwe ji dest dan. Windahiyên me pir in. Piştî erdhejê li Malacemê ji aliyê dilxwazan ve navendeke alîkariyê hate avakirin. Ez jî tev li yekeya tenduristiyê ya li vir hatiye avakirin bûm û li vir tev li xizmetên tenduristiyê dibim.”
 
‘DEWLETÊ NEKARÎ BI RÊ VE BIBE’
 
Arik got ku “Hem li vir xizmeta tenduristiyê tê dayîn hem jî diçin gundan û li wir jî xizmeta tenduristiyê didin” û ev tişt gotin: “Em ji kesên ku pêdiviya wan bi dermanan heye, dermanan didin. Dewletê nekarî krîza tenduristiyê ya piştî erdhejê derket holê bi rê ve bibe. Gelek bi paş ve ma. Ji hemşireyan re hatiye gotin ku ‘heke windahiyên we pir nebin werin bixebitin’. Ew di rewşeke wiha de ne.”
 
‘ME HEVALÊ XWE JI BIN KAVILAN DERXIST’
 
Arik, diyar kir ku çend rojên ewil piştevaniya dewletê nedîtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mirovan ji ber roja ewil a erdhejê xwarin û vexwarin nedîtin neçar man bikevin marketan. Mirovan dest bi çêkirina hin tiştan kirin. Mirovan di roja duyemîn û sêyemîn de hîn bûn ku li Semsûrê tiştek heye. Em tenê man. Mirov bi xwe ketin nav kavilan û neçar man ku xizmên xwe derxînin. Piştî ku dewlet derket holê vê carê dest bi astengkirina kesên ku weke dilxwaz hatin vê derê kirin. Ev yek bi taybetî li dijî kesên ku ji Kurdistanê dihatin hate kirin nizanim lê dest bi lêdana mirovan kirin. Alîkariyên bi wesayîtan tên, tên astengkirin. Em dikarin bêjin dewlet di gelek mijaran de kêm ma. Dewlet li vir hilweşiya. Di roja erdhejê ya 3’yemîn de me bi xwe hevalekî xwe ji bin kavilan derxist. Neçar man lingên wî bibirin. Kes nehat ku wî xelas bikin. Ji taxa me nasekî me yê maşîneya wî ya kar hebû hat. Gel bi hev re 3 rojan kavil kolan. Piştî me dest bi kar kir 2 rojan deng hatin û ambûlans arasteyî wir kirin.”
 
MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

12/07/2023
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin