WAN – Parêzer Dîndar Koç ku di Girtîgeha Wanê de ye, ji ber bi hevalê xwe yê polê û endamê Baroya Stenbolê Parêzer Barzan Demîrhan der barê kincên yektîpî de cezayê hucreyê lê hat birîn. Her wiha hatina parêzerê endamê Baroya Stenbolê ya Wanê jî sûc hat hesibandin.
Parêzer Dîndar Koçê ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin û 3 sal û 9 meh ceza lê hat birîn û niha di Girtîgeha Wanê de ye, ji ber ki bi hevpîşeyê xwe re der barê kincên yektîpî de sohbet kir, 11 rojan cezayê hucreyê lê hat birîn. Her wiha der barê Parêzer Barzan Demîrhan de jî, ji ber ku li girtîgehê bi Koç re hevdîtin çêkiriye, lêpirsîn hat destpêkirin.
Li ser vê di 25’ê Çileya 2018’an de Koç serî li dadweriya Înfazê da û îtiraz kir û itiraza wî di 21’ê Adara 2018’an de hat redkirin. Piştî îtiraz hat redkirin, lê belê bi riya parêzer Cîhat Dûrmaz ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Wanê.