Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt

  • rojane
  • 11:40 17 Sibat 2023
  • |
img
MELETÎ - Gelê Taxa Mihaciran a Wêranşarê ku di erdhejê de dewlet û hikûmetê bi tena serê xwe hiştibû, di navbera xwe de koordîne bû û birînên xwe derman dike. Şêniyên taxê dibêjin “Nahêlin em xwe bi xwe bin. Heke bihêlin, em bi têrî xwe hene.” 
 
Yek ji bajarên ku di encama erdheja Mereşê de hilweşiyayî jî Meletî ye. Gundê Mihaciran ê Wêranşar a Meletiyê jî di erdhejê de zêde bandor bû. 85 avahiyên gund hilweşiyan an jî xesareke mezin gihiştê. Di erdhejê de 11 şêniyên gund jiyana xwe ji dest dan û ev bû 11 roj ku ne pirsgirêka wan avê û ne jî ya ceyranê nehatiye çareserkirin. Xeta avê ya bi dirêjehiya 2 kîlometreyan xera bûye û divê were çêkirin. Li hêla din xelkê gund pêdiviya xwe ya bi ceyranê jî bi jeneratoran pêşwazî dike ku bi derfetên xwe peyda kirine. 
 
GEL BI XWE RÊ VEKIRIN 
 
Ji ber berfa zêde, rêya gundê Mihaciran hatibû girtin û tu alîkarî jê re nehatibû şandin. Di 2 rojên destpêkê yên erdhejê de welatî tî û birçî man. Şêniyên gund li gorî derfetên xwe kemçe û traktorek peyda kirin û rêyên gund vekirin. Piştî ku rê vekirîn, alîkarî gihişt gund. Lê belê şêniyên gund îcar jî bi astengkirinên AFAD’ê re rû bi rû dimînin. Şêniyan da zanîn ku xizmên wan ji wan re xurek û êm şandine lê AFAD’ê di ketine taxê de dest danîne ser û dewletê jî di roja 9’an de alîkarî şandiye. 
 
WEKÎLÊ AKP’Î PIRSGIRÊK GUHDAR NEKIR 
 
Gund ji 300 malan pêk tê û Parlamenterê AKP’ê Ahmet Hamdî Çamli hefteyek piştî erdhejê diçe gund. Şêniyên gund dibêjin ku piştî bertekan, Çamli “li wesayîta xwe siwar bû û reviya.” Şêniyan got ku ew kurdên elewî ne lewma bi tenê hatine hiştin. 
 
BERTEKA LI DIJÎ AFAD’Ê
 
Ji ber ku konên AFAD’ê şandin kêm bûn, şêniyên gund li gorî derfetên xwe kon vedane û dibêjin ku konên ku AFAD ji vê saetê û şûnde dişîne jî naxwazin. Hejmareke kêm a şêniyên gund di konan de dimîne û her ji 20-25 kesên din jî di bin konên ji naylonan hatine çêkirin de dimînin. 
 
TIRSA NEXWEŞIYÊN ŞEWBÊ
 
Di encama erdhejê de nêzî 700 sewalên gund di bin kavilan de man û bêhna wan li derdorê belav bûye. Laşê şêniyên gund werimî û sor bûye. Her wiha ji ber ku hêjta li gund daşir nehatine çêkirin, xelkê gund ditirse ku li gundê wan nexweşiyên şewbê belav bibin. 
 
KONA PIŞTEVANIYÊ
 
Yek ji gundên çanda piştevaniyê herî xurt lê pêşketî jî gundê Mihaciran e. Ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên şêniyên gund, “Konê piştevaniyê” hatiye vedan. Şêniyan bi derfetên xwe jenerator jî peyda kirine û ji her malbatê nûnerek li konê dimîne. Em çûn serdana konê û bi şêniyên gund ên ku zarok û malbatên xwe şandine bajarên cuda re axivîn.
 
RIZGARKERA TAXÊ! 
 
Jina bi navê Nûrsel Bazû ku 10 rojan li konê bo xelkê gund li ser tûpan xwarin çêdikir, weke rizgarkera gund tê binavkirin. Şêniyên gund dibêjin; “Heke ji wê nebûya em tevek dê ji birçan bimiriyan.” Bazû, ev tişt anî ziman: “Ez lê dinêrim û dibînim ku hemû kes tî û birçî ye. Di tevahiya rojê de dixebitin. Heke ez nekim nabe. Îro ji malên hilweşiyayîn hinek alav anîn.” Em jê re dibêjin; “Barê herî giran ê gund te li xwe girtiye” û Bazû wiha bersivê dide: “Kî dibe bila bibe, dema kesek ji ser rêyê re derbas dibe ez jê re dibêjim ‘were xwarinê bixwe.’ Tiştekî ku em bikin tune ye. Her kes perîşe ye. Em hewl didin ji hev re bibin alîkar.” 
 
Bazû ku di xwarinên xwe de ava berfê bi kar tîne, dibêje ku ji bo bikare xwarinên xwe çêbike bila pirsgirêka wan a avê were çareserkirin. 
 
DEST DANÎN SER ALÎKARIYAN
 
Keyayê gund Îrfan Barlas diyar kir ku wan piştî erdhejê bi derfetên xwe rêya gund vekirine û kesên di bin kavilan de mayîn jî wan bi xwe derxistine. Barlas, wiha didomîne: “Dema alîkarî ji bo me dihatin şandin, bi hinceta ‘rê girtî ye’ desteser dikirin. Xizmên me yên li Îzmîrê bo me alîkarî şandibûn û me îdareya xwe bi wan dikir. Hêj jî em di bin wan konên me bi xwe çêkirin de dimînin. Ji gund re 18 kon hatin şandin lê sobe tune bûn. Pêdivî bi êm û konan heye. Sewalên mayî jî di govên bixesar de dimînin.” 
 
SEWAL JI BIRÇAN Û SERMAYÊ MIRIN
 
Ji şêniyên gund Sedat Barlas da zanîn ku ji wan re kemçe nehat şandin lewma sewalên wan ji birçan û ji sermayê mirine û ev tişt anî ziman: “Piştî roja 6’an, me li gorî derfetên xwe gelek sewal rizgar kirin. Em bi hev re dixebitin û hewl didin pirsgirêka avê çareser bikin. Nahêlin em xwe bi xwe bin. Heke bihêlin, em bi têrî xwe hene.” 
 
‘KEYSPERESTAN BERÊ XWE DAN GUND’
 
Barlas, got ku niha jî sewalên wan ên sax di hedefa “keysperestan” de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em neçar man ku sewalên xwe yên bi bihayê 50 hezar lîreyan, bi 10 hezar lîreyan bifiroşin. Em nikarin pêdiviyên wan ên av û êmê pêşwazî bikin. Lewma neçar man ku bifiroşin. Lê dîsa jî webala wê tu dikişînî. Lewma em mecbûr dimînin ku li pîkaban bar bikin û bibin.” 
 
DI ŞEWATÊ DE 3 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Welatiyê bi navê Hasan Kayapinar jî anî ziman ku di avahiyekî hilweşiyayî de şewat derketiye û di wê navberê de karîn 5 kesan ji bin kavilan rizgar bikin. Kayapinar, wiha dom kir: “Me gazî AFAD û tîmên agirkujiyê kir. Ji ber ku nehatin, 3 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bilî sewalkariyê, em herî zêde karê mişmişan dikin. Lê niha gelek baxçeyên mişmişan di bin kavilan de ne.” 
 
‘HIKÛMET XEMSAR NÊZ BÛ’
 
Ji şêniyan Kemal Ezdemîr destnîşan kir ku di roja ewil a erdhejê de welatiyan av nedît ku vexwin û wiha derbirî: “Tevahiya malê me di bin kavilan de ma. Rêya kesekî li gundê ma nakeve. Tu kes agahiyan nade me. Di roja 9’emîn a erdhejê de Waliyê Sêwasê û şaredar hatin. Dibêjin; ‘em ê her tiştekî pêşwazî bikin’ lê em ê bibînin ka dê çi bikin. Êdî bêhn ji sewalên mirar bûne tê. Em ê îcar jî ji ber nexweşiyan bimrin. Heke ji kesên dilxwaz nebûya, em ê bimran. Gelê me hestiyar nêz dibe lê mixabin hikûmet xemsar nêz bû.”
 
5 KESAN XWE SPARTIN DAŞIRA BI 2 METREYÎ
 
Dayika bi navê Fatma Teyze ya 80 salî jî diyar kir ku di roja ewil a erdhejê de bi xetereya qerisînê re rû bi rû mane û wiha qala wan rojan kir: “Di 3 rojên ewil ên erdhejê de me tenê nan xwar. Malbata min ji 5 kesan pêk tê û ji ber ku konên AFAD’ê nehatin, em her 5 jî di daşira li pêşiya malê ya 2 metreyan de razan. Heke ji wê daşirê nebûya em jî dê ji sermayan bimiriyan.”
 
‘EM ELEWÎ NE LEWMA WIHA NÊZÎ ME BÛN’
 
Welatiyê bi navê Mehmet Balaban ku sewalkariyê dike, anî ziman ku dewletê ji bo sewalên wî koneke 12 metre şandiye û wiha got: “Lê ev kon têr nake. Ji bo ku ji sermayan nemirin, me di bin konê de sobe daniye. Dilxwaza di nava alîkariyan de êm jî şandibûn lê dest danîn ser. Em elewî ne lewma vê miamaleyê li me dikin.” 
 
‘DEWLETÊ ÇI BI BACAN KIR?’
 
Cemal Gunaydin jî daxuyand ku ne dewletê û ne jî saziyekê tu alîkarî nedaye wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me bi saya alîkariyên dilxwazan û yên xizmên me yên derveyî bajar şandin îdareya xwe kir. Dewletê tu erzaq neda me. Pêdiviya me bi konan heye. AFAD 3 roj piştre hat. Dest û lingên me hatin girêdan lê inyeta me nîne ku ji gund derkevin. Heke em ji vir derkevin, jiyaneke hîn zehmettir li pêşiya me ye. Divê dewlet di rojên wiha de ji me re bibe alîkar. Em xebitiyan û me baca xwe da dewletê. Ev pereye ji bo rojên wiha tên komkirin. Kanê ew pere li ku ne?Ji bo kê diçin? Em wê jî nizanin.” 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

12/07/2023
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin