* Xwînerên rojnameya Welat a ji ber çapxane nedît û neçar ma dawî li weşana kaxizê bîne diyar kirin ku dê tu carî dev ji zimanû nasnameya xwe bernedin û gotin: “Kes nikare ziman û dengê me kelepçe bike.”
* Ji ber zemên ku her roj tên kirin êdî welatî nikarin debara xwe bikin. Waniyan destnîşan kir ku ya ku dibe sedema krîza aborî şer e û gotin: “Pereyên ku pê tang, top, çek, barûd û balafir tên kirîn dibin sedema bê aramiyê. Niha zema herî zêde li bêhuzûriyê tê kirin.”
* Mehmet Ozguzê ku dîmenê kûçikê ku li ber serê kûçikekî mirî sekinîbû û digiriya tesîr lê kir, piştî vê bûyerê meraqa wî ya ji bo wêneyan çê bû û bi saya vê yekê nêrîna wî ya li cîhanê guherî.
* Parêzer Dîndar Koç ku di Girtîgeha Wanê de ye, ji ber bi hevalê xwe yê polê û endamê Baroya Stenbolê Parêzer Barzan Demîrhan der barê kincên yektîpî de cezayê hucreyê lê hat birîn. Her wiha hatina parêzerê endamê Baroya Stenbolê ya Wanê jî sûc hat hesibandin.
* Serdema duyemîn a "Şanoya Cînarê Min” di 16’ê Nîsanê de dest pê dike. Perwerdekarê atolyeyê Derhêner Nevzat Sus bal kişand ser çewisandinên şanoyê û got: “Eger em inyad nekir, em ê mirovatiya xwe winda bikin.”
* Parêzer Ozgur Ûlaş Kaplan, bal kişand ser projeya ku ava Çemê Mûnzûrê veguhêzînin tunelan û diyar kir ku dê ev yek rê li ber felaketan vebike. Kaplan, diyar kir ku projeyên bi vî renge hem li dijî hiqûqa netewî hem jî ya navnetewî ye.
* 5'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê parast ku desteserkirina malên Jiyan TV ku bi KHK'ê hat girtin, li gorî hiqûqê ye. Dadgehê doza ku xwediyê televîzyonê li rayedaran vekiribû red kir. Dadgehê sedema vê yekê jî cezayê ku berê RTUK'ê li televîzyonê birîbû hincet nîşan da.
* Yek ji bajarên herî zêde betalî lê heye Êlih e. Ciwanên ku bi zor kar peyda dikin jî, bi heqdesteke di biniya meaşê kêmtirîn de dixebitin. Ciwanên karker gotin, ew rojê herî kêm 12 saetan dixebitin. Ciwanan bi lêv kir ku ew bê sîgorte dixebitin û mehê herî zêde hezar û 200 lîre distînin.
* Dêra dîrokî ya Saînt Stefanos a li navçeya Bêgirê ya Wanê ji aliyê kesên li xezîneyan digerin ve tê talankirin. Hem dîwarên dêrê hilweşiyan e û hem jî li hundirê dêrê çalên kûr vebûne.
* Masîvanên Wanî torên xwe yên dawî avêtin Gola Wanê. Masîvan ji ber bihayê masiyên încî kefalî erzan in û mazot bihaye bi gazin in û diyar dikin ji ber depoya hewaya sar li benderê nîne nikarin masiyan bişînin bajarên din.
* Zehra Şahîn a li navçeya Çukurovayê hilberîna sabûnan dike û difiroşe wiha got: “Ger hûn zimanê karê xwe fam bikin, bi dil û can nêzî kar bibin, hûnê bi ser bixin.”
* Parlamenterê Êzidî yê HDP’ê Alî Atalan, daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ên mûdaxile kirina Şengalê nirxand û got: “Şengal bû sedema bingehîn a winda kirina DAIŞ’ê. Ên êrîşî Şengalê bikin, dê mîna DAIŞ'ê winda bikin.”
* Bi minasebeta 69'emîn salvegera 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê li gelek navendan pîrozbahî bê lidarxistin.
* Li Şirnexê dê 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê pîrozkirin. (13.30)
* 2'yemîn danişîna doza Manisa ya 138 endam û rêveberên HDP'ê tên darizandin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê bê dîtin. (09.30)
* Danişîna doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam bike. 10:00)
* Danişina doza Musa Anter dê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam bike. (10:00)
* Danişîna doza endamên Platforma Huqûqnasên Azadîparêz, rêveberên Partiya Sosyalîstên Bindestan (ESP) û Ajansa Nuçeyan a Etkîn, (ETHA) ku 13 jê girtî 23 kes tên darizandin dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya ÎZmirê dê di hefteya 57'emîn de li dijî OHAL û KHK'yan li şaxa 2'emîn ya Egîtîm Sen'ê daxuyanî bide çapemeniyê. (18.30)