STENBOL- Serdozgeriya Komarê Bûrsayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan red kir. Heta niha 743 serlêdanên parêzeran hatine redkirin.
Parêzer Îbrahîm Bîlmez, Ebrû Gunay û Mûharrem Şahîn ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çêbikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 743 serlêdanên parêzeran bi hincetên "muxalefeta hewayê", "koster xerabe ye" û "Rewşa Awarte" hatin redkirin.