ENQERE - Li Enqerê di serdegirtina malan de, endama Meclîsa HDP’ê Dîlan Çetîn jî di navê de 3 kes hatin binçavkirin.
Li Enqerê di serdegirtin malan de 3 kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin wihane: “Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Çetîn, Ahmet Çîçek û Numan Dalkiliç.”
Parêzeran gotin ku dibe hejmara binçavkirinan zêdetir bibin û hinceta binçavkirinan nehat zanîn.