STENBOL - Xwendekarên Bogzîçiyê, berî hevalên wan ên binçavkirî sewqî dozger bên kirin, li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekaran, xwestin hevalên wan ên ji aliyê Erdogan ve hedef hatin nîşandan, berdin.
Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 15 xwendekarên di 19’ê Adarê de li dijî belavkirina “Loqima Afrînê” derketin û gotin “Loqima komkujiyê tuneye” û dûre Serokê Giştî yê AKP’ê Teyyîp Erdogan bi gotina ‘Emê wan nedin xwendin” fermana binçavkirinê da, îfadeyên wan ên li Midûryeta Polîsan bi dawî bûn. Malbat û hevalên xwendekarên li bendêye sewqî dozger bên kirin, li ber Edliya Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Perwerde mafe nayê asteng kirin. Ji ciwan, zanîngeh û Bogazîçiyê re azad” û dowîzên “Sosyalîst serî natewînin”, “Mafê perwerdê nayê dizin” û “Ji xwendekarên sosyalîst re azadî” hatin vekirin.
‘ZANÎNGEH DÊ RAMANÊ XWE YÊ AZAD TIM BIPARÊZE’
Li ser navê malbat û xwendekarên zanîngehê, xwendekara Zanîngeha Bogazîçî Tîlbe Akan daxuyanî da û wiha axivî: “Hemû xwendekarên mûxalîf û hindekarên piştgiriyê didin wan ên Zanîngeha Bogazîçî di hedefa desthilatdariyê dene. Destpêkê li dijî ODTU, zanîngehên Stenbol û Eneqerê operasyon pêk anîn. Vê carê jî destên xwe dirêjî Zanîngeha Bogazîçî kirin. Desthilatdarî mafê me yê xwendinê dike mijara gotinê. Erdogan êrîşî hemû beşên mûxalîf dike. Lê zanîngeh dê ramanên xwe yên azad tim biparêze.
'BILA ZEXTÊN LI SER ZANÎNGEHAN BI DAWÎ BIBIN'
Akan, xwest zextên li ser zanîngehan bi dawî bibin û wiha bilêv kir: “
Akan, iktidarın hedefindeki üniversitelerin düşünce ve ifade özgürlüğünün en önemli merkezlerinden biri olma görevini üstlendiğini de kaydetti. Em piştgiriyê didin Zanîngeha Bogazîçî. Demildest hevalên me berdin. Bila êdî êrîş û zextên li ser zanîngehan bi dawî bibin.
'AZADIYA MAFÊ XWENDINA ZAROKÊN ME TÊ DARIZANDIN’
Malbatên xwendekarên dibin çavan de jî mafê axafitinê girtin û wiha gotin: “Ji ber ku zarokên me aştî parastin, mafê xwe yên azadiya raman û fikir bikar anîn bûn hedef û hatin binçavkirin. Ne zarokên me azadiya mafê xwendina zarokên me tê darizandin.”
Civaknas Profesor Faruk Bîrtek ê di Zanîngeha Bogazîçî de emekdar jî, da zanîn ku ciwanên herî paqij dibin çavan dene û wiha got: “Divê serê malbatan bi zarokên wan bilind be. Emê van rojan jî derbas bikin.”
Koma li bendiyê hevalên wan sewqî dozger bên kirin, li ber edliyê radiwestin.