STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Stenbolê îtîraza parêzeran a ji bo binçavkirina rojnameger û xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê red kir.
Polîsan şev nîvê şevê saet di 00:30'an ê 28'ê Adarê de bi ser Navenda Îdareyê û çapxaneya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya li Beyoglu ya Stenbolê de girtin. Polisan heta saet 03.00'an li avahiyên rojnameyê lêgerîn kirin. Polîsan li avahiya Rojnameyê û li çapxaneya Rojnameyê legerîn kirin û 27 xebatkarên Rojname û çapxaneyê binçavkirin. Rayedarên erkdar ên Fota Sîgorta ya Mevdûata Tasarrufê (TMSF) jî rojname û çapxane desteser kirin û qeyûm tayîn kirin. 27 xebatkarên ku hefteyek e di bin çavan e ne parêzeran îtîraz kirin ku serbest bên berdan. Lê dozger îtîraza parêzeran red kir û binçavkirina rojnamegeran hefteyek dirêj kir.
Prz. Vedat Ece, anî ziman ku îtîraza wan hatiye redkirin û dê roja pêncşemê hinceta wê bê diyarkirin. Prz. da zanîn ku Kemal Daşdogen di bin çavan de mafê xwe yê bêdengiyê parastiye.
Kesên hatin binçavkirin wiha ne: "Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî: Îhsan Yaşar, Midûrê Karên Nivîsan: Îshak Yasul, Xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengin û xebatkarên çapemeniyê Erdogan Zamur, Musa Kaya, Polat Arslan, Cemal Tunç, İrfan Karaca, Kemal Daşdogen, Mehmet Emin Sumelî, Îhsan Sinmiş, Ugur Selman Kelekçiler, Kazım Goçer, Necat Hizarcı, Mahmut Abay, İsmail Ergene, Muhammet Ozkan, Mehmet Ozkara, Cumali Oz, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengiz Kaya, Semih Tamay, Ozgur Bozkurt û Sadettin Demirtaş.
Polîsan bi ser mala Gerinendeyê Weşana Giştî Yilmaz Yıldiz de jî girtibûn û telefon û kompîtûra wî desteser kiribûn.