STENBOL – Edîtorê Rojnameya Karinca Çagdaş Kaplan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê hat darizandin. Dozger der barê dozê de mutalaya xwe aşkere kir. Dozger bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza xwest.
Edîtorê Rojnameya Karinca Çagdaş Kaplan dema di 2010’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin dixebitî, li Sakaryayê doz lê hatibû vekirin. Danişîna dawî ya doza Kaplan li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sakaryayê hat dîtin. Di danişînê de dozger mutala xwe aşkere kir. Dozger bi îdiaya ku Kaplan “Bi riya çapemeniyê girseyê xistiye tevgerê” ceza jê re xwest.
Danişîna biryarê ya dozê dê di 31’ê gulanê de bê dîtin.
‘3 HEVOK NIVÎS NÎNE, LÊ 15 SAL CEZA DIXWAZIN’
Kaplan der barê xwestina cezayê dozger de wiha got: “Ez ji bo xebatên rojnamegeriyê li wir bûm. Ev lêpirsînek di 2010’an de dest pê kiriye ye. Heta îro gelek heyetên dadgehê hat guhertin. Lê ceza di hişê wan de mayînde maye. Çunkî em rojnamegerên muxalîf in. Di hişê dadgeh û vîna siyasî de heke ku tu muxalîf bî wek ‘terorîstî.’ Ev ceza jî delîliya vê yekê ye. Der barê min de 3 hevok nivîs nîne, lê 15 sal ceza dixwazin. Mutala dozger ne hiqûqî ye. Ez hêvîdar im dê dadgeh jî biryarek şaş nede.”
ÇI BIBÛ?
Dema di sala 2010’an de Kaplan li DÎHA’yê nûçegihanî dikir, li Sakaryayê xwendekarên kurd ên ku rastî cezayên rêveberiya dibistanê hatin û li bajêr bi êrîşên nijadperest re rû bi rû man kiribû nûçe. Piştî polîsan bi ser malên xwendekaran de girtibû, Kaplan jî binçav kiribûn. Kaplan piştî 4 roj binçavkirinê hat berdan. Bi Kaplan re 19 xwendekar hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn girtin.