AMED - Piştî komkujiya Roboskê Qaymeqaymê Rûbarokê Naîf Yavuz çûbû serdana teziyeyê û hatibû derbkirin. 31 kesên ji ber wê dihatin darizandin, doza der barê wan de taloqî salvegera komkujiya Roboskê kirin.
Li gundê Roboskê ya navçeya Rûbaroka Şirnexê di êrîşa balafirên şer ên artêşa tirk de 34 kes hatibûn qetilkirin, di 31'ê Kanûna 2011'an de Qaymeqaymê Rûbarokê Naîf Yavuz çûbû cihê sersaxiyê û li wir hatibû derbkirin. Ji ber derbkirina Yavuz doz li Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û 31 kesan hatibû vekirin. Doza bi hinceta "Hewldana kuştinê" û "Bi sivikî birîndar kirin" hat vekirin rûniştina duyemîn pêk hat.
Doz ji ber "ewlehiyê" ji Şirnexê neqlî Amedê kirin û li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Encu yê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê bi rêya SEGBÎS'ê tev li dozê nebû, 12 kes li Edliyeya Rûbarokê bi rêya SEGBÎS'ê tev li dozê bûn. Piştî danasîna nasnameyan dozê bi parastina welatiyan dest pê kir. Welatiyan aşkera kir ku ji ber ku wan perçeyên cenazeyan berhev kirine, derûniya wan xirab bûye û çi kirine nizanin.
DOZ TALOQÎ ROJA KOMUJIYÊ KIR
Hin welatiyan jî aşkera kir ku kesê ku hatiye sersaxiyê wan nizan bûne qaymeqaym e û berata xwe xwestin. Dozgerê dadgehê der barê parastinan de biryara xwe da, ji bo kêmasiyên dozê bên temankirin, doz taloqî 29'e Kanûnê roja piştî komkujiyê kir.