NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî şer û dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrîn û bajarên Kurdistanê li ser tora medyaya civakî kampanyaya boykotkirina tûrîzma tirkan dan destpêkirin.
Afîşên ji bo boykotkirina tûrîzma tirkan li ser tora medyaya civakî belav dibe. Ev kampanya li ser twîtterê bi hashtaga ‘#BoycottTurkey’ tê kirin. Di heman demê de li ser afîşan nivîsên "Êdî bes e ji dîktatoriyê re" û "Stop Erdogan" hatiye nivîsandin. Bi vî awayî tê xwestin ku kesên dixwazin ji bo tûrîzmê biçin Tirkiyeyê careke din bifikirin. Di hin parvekirinan de wiha tê nivîsandin: "Pereyê ku hûn ê di tûrîzmê de bidin, ew ê here ji şer re."
Tirkiye ku yek ji hatina wêya sereke turîzm e, di bin ambargoya turîzmê de dijî. Di salên dawîn de ji ber krîza bi Rûsyayê re tûrîzmê derbeke mezin xwaribû. Lê piştî ku her du welat nêzî hev bûn, rêya dagirkeriya li ser Efrînê jî vebû. Bi bêdengiya desthilatdarên welatên rojava li Efrînê bi sedan kesên sivîl hatin qetilkirin, li navenda bajêr û bajarok û gundên mal û kargeh û sazî hatin talankirin.
Tirkiye îsal li benda bi milyonan tûrîstan e. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê îsal ji bo Antalyayê li benda hejmareke zêde ya tûrîstan in. Di warê pratîk de ew ê ev tişt çawa be, hê ne diyar e. Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê di du mehên pêşîn de 3 milyon tûrîst hatine. Di mehên Çile û Sibatê de jî herî zêde ji Îranê tûrîst hatine.