Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe

  • rojane
  • 11:45 13 Sibat 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Xebatkarên dilxwaz ên ji bo mexdûrên erdhejê li Îzmîrê dixebitin, diyar kirin ku gel bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digire û wiha gotin: “Li pêşiya me hêjta pêvajoyeke dirêj heye. Divê em ji bo jinûveavakirinê piştevaniyê mezintir bikin.”  
 
Erdheja Mereşê li zêdetirî 10 bajaran rê li ber wêraniyeke mezin vekir. Birînên erdhejê bi rêya piştevaniyê tên dermankirin. Partiyên siyasî, rêxistina civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî, ked û mafan ji saetên destpêkê yên erdhejê ve ketin nava liv û tevgerê û ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn. Gel jî bi ruhê seferberiyê tev li bizavên piştevaniyê bûn. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û pêkhateyên wê û rêxistinên civaka sivîl li Îzmîrê kampanya dan destpêkirin û ev kampanya hêj didomin. Kesên dilxwaz ên di nava kampanyayê de cih diririn, gotin ku ji bo dermankirina birînên gel, banga mezinkirina piştevaniyê kirin. 
 
DEWLETÊ BERPIRSYARIYA XWE BI CIH NE ANÎ
 
Ji dilxwazan Rozana Urkun (25) diyar kir ku saet û rojên destpêkê yên erdhejê pir girîng in û wiha got: “Lê mixabin dewletê di van saet û rojan de berpirsyariya xwe bi cih neanî. Bi saya koordînasyona gel xebat hatin meşandin. Gel, bi saya piştevaniyê hewl dide birînên xwe derman bike. Em jî li vir alîkariyan kom dikin û dişînin. Tevî dîmenên tundî û îşkenceyê yên li herêmên erdhejê jî gel bi azweriyeke pir mezin piştevaniya xwe didomîne. Bandoreke mezin a erdhejê li ser penaber, LGBTÎ+, jin û zarokan çêbû. Divê pêdiviyên wan tavilê bên pêşwazîkirin. Divê ev alîkarî di rojên pêş de di carekî de qut nebin. Li pêşiya me pêvajoyeke dirêj heye û divê her kes tev li vê tora piştevaniyê bibe. Ji ber ku rayedar tune ne. Divê em birînên xwe bi xwe derman bikin.” 
 
Xwendekarê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Egeyê yardan Çaglar (20) ku ji roja destpêkê ve di nava koordînasyonê de cih digire jî wiha got: “Me ji gel û esnafan alîkarî berhev kir û şand. Eleqeyeke mezin a gel heye. Gel, her tiştên di destê xwe de dişîne. Avakirina herêmê dê demekî dirêj bigire. Lewma divê em piştevaniya xwe bidomînin.” 
 
BI SAYA PIŞTEVANIYÊ XWE LI SER PÊYAN DIGIRIN
 
Xwendekara zanîngehê Sedanûr Parmaksiz (20) jî got ku hewl didin pêdiviyên lezgîn peyda bikin û bişînin. Parmaksiz, got ku ew tevek bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan digirin û banga tevlibûna xebatên piştevaniyê li her kesî kir. 
 
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin (65) jî tevî temenê xwe yê mezin jî bi şev û roj dixebite. Yalçin, banga hevgirtinê kir û ev tişt anî ziman: “Ji destê kê çi were bila di vê pêvajoyê de bike. Gelê me hêjayî her tiştî ye. Bêyî ku bibêjin kêm an jî zêde ye,  divê her kes di nava piştevaniyê ye. Pêdivî bi kesên dilxwaz heye. Divê herkes di vê mijarê de hestiyar be û guh bidin daxwazên alîkariyê.” 
 
Dilxwaza bi navê Zozan Emel (38) jî ji roja destpêkê ya erdhejê ve deriyê dikana xwe girt û berê xwe da qadên komkirina alîkariyan. Emel, wiha dibêje: “Em heta nîva şevê dixebitin. Divê ji destê kê çi were bike. Ji her deverê alîkarî tên, piştevaniyeke mezin heye. Ev piştevanî mirûzê me jî xweş dike.” Ji dilxwazan Leyla Baysal (45) jî bang li her kesî kir ku tev li xebatên piştevaniyê bibin. 
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

01/07/2023
13:46 Malbata Şenyaşar: Yê bêedalet be, biehlaq jî nabe
12:46 Bûldan: Em ê li gorî daxwaza gelê xwe xeta têkoşînê ava bikin
12:20 Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kir: 22 kes kirin binçavan
11:48 14 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:33 Girtiyê nexweş li benda neqla gurçikê ye
09:28 Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
09:08 Midûrê girtîgehê binpêkirinên mafan parast: Ferman ji jorê tê
09:07 Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê
09:01 Boz: Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker
09:01 Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/06/2023
21:19 Înîsîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê ji bo Dag û Er bang kir
20:02 Wesayîta bêrîvanan qulibî: 15 kes birîndar bûn
18:21 Li Bismilê hewldana ji bo lihevhatinê
18:03 Li Cizîrê du malbat bi hev ketin: Kesek mir
17:58 Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin
16:44 Şahidê Qetlîama Dêrsimê Hidir Guneş jiyana xwe ji dest da
14:45 Li navçeyên Wanê pîrozkirina cejnê berdewam dike
14:35 Ûçar: Tecrîda li ser Ocalan qetlîama hiqûqê ye
14:20 Serhildana li Fransayê belav dibe: 667 kes hatin binçavkirin
13:40 Navdarên cîhanê ji bo Nûdem Dûrak banga berdanê kirin
11:05 Hevseroka DBP'a Îzmîrê ya berê Akgul hat binçavkirin
09:04 Koçer gihiştin zozanên hênik
09:04 ‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
09:04 Eren: Bêcesaretiya mûxalefetê ya Îmraliyê AKP bêhed kir
09:03 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê rakin
09:03 Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e!
09:00 Parêzer Çelîk: Divê bi Abdullah Ocalan re qenalên têkiliyê bên vekirin
09:00 ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN
29/06/2023
20:01 Li Dîlokê 2 kes bi awayekî biguman mirî hatin dîtin
19:52 Orhan Dogan hat bîranîn: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:25 Rojnamevan Mazlûm Erencî li ser gora xwe hate bibîranîn
16:33 Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir
16:19 Şêx Seîd û hevrêyên wî hatin bibîranîn
15:42 Rapora binpêkirinên li Girê Spî ve Serêkaniyê: 19 kes hatin revandin
14:56 ÎHD: Xetereya bidarvekirina penaberê îranî yê li GGM’ê heye
14:12 HDP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
13:53 Buldan: Li her çar aliyên welêt tecrîd heye
13:16 Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin
13:15 Malbata Şenyaşar: Yên li ber xwe nedin dirizin
12:24 CHP û Partiya Pêşerojê bi wesîleya cejnê çûn serdana HDP û Partiya Çepên Kesk
11:09 Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe
11:02 Rojnamegerê rûs Suleymanov: Heke tearûz bi ser kevin dê hebûna Rûsyayê kêm bibe
10:16 Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê
10:11 30 salan girtî ma û niha perwerdeya nîgarê dide: Pêdivî bi şoreşa çand û hunerê heye
09:29 Li herêma Bestayê şewat derket
09:11 Nexweşiya penceşêrê herî zêde li Îdirê heye lê beşa Onkolojiyê nîne!
09:10 Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin
09:09 Nivîskar Mûstafa Borak: Ziman biçe wê kurdîtî jî biqede
09:08 Akademîsyena Misrî Attîa: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan divê berpirsyartiyê li xwe bigirin
09:04 Bozan: Bi tecrîda dixwazin Abdullah Ocalan bidin jibîrkirin
09:02 Li mexdûrê erdhejê 23 hezar û 887 lîre fatûreya gazê birîn!
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
28/06/2023
21:52 Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
21:39 Jina ku li Îranê êrişên kîmyewî şermezar kir hate girtin
21:16 Înfaza girtiyê ku poşmantî lê ferz kirin 2 caran hate şewitandin
19:34 Belûc û kurdan bang li NY’ê kir: Ji Abdullah Ocalan re azadî
16:51 Gorên kesên di berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin
15:44 Li Bazîdê gorên HPG’iyan hatin texrîbkirin
15:43 Li Îzmîrê balafira şîrketeke taybet ket
15:17 Komkujiya Roboskê di meha 138’an de ye: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
13:59 Li dijî binpêkirinên mafan 42 roj in di greva birçîbûnê de ne
11:54 Emîne Şenyaşar: Hemû kes bi zarokên xwe re ye lê ez li pêşiya edliyeyê me
11:19 Serdanên goristanan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
11:14 Dema qedexeya li 11 herêmên Şirnexê hate dirêjkirin
10:59 Ev 98 sal in cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî nehatine eşkerekirin
10:10 Gora Vedat Aydin hate ziyaretkirin: Em ê têkoşîna wî mezintir bikin
09:49 Gelo Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin?
09:06 ‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê'
09:05 Daristanên Mêrdînikê tên qirkirin
09:04 Tombak: Divê hemû kesên demokrasîxwaz nerazîbûna xwe ya li dijî tecrîdê nîşan bidin
09:01 Şêxo: Heya hêzên girêdayî Tirkiyeyê li herêmê bin dê aramî ne pêkan be
09:00 ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
27/06/2023
21:57 Ji Partiya Çepên Kesk û HDP'ê daxuyanî ji bo tecrîdê û girtina Yanardag
21:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Em ê li dijî xirabiyê bitêkoşin
20:56 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: #İmralıTecridineSonVerilsin
19:54 Medenî Yildirim li ser gora xwe hat bibîranîn
16:54 TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
16:26 Dîroka 21’emîn Mîhrîcana Munzurê diyar bû
16:10 Rojnamevan Yanardag hate girtin
16:06 Li Edeneyê tecrîd hate protestokirin
16:03 Li Girtîgeha Duzceyê 8 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
16:00 Beriya cejnê serdanên goristanan hatin kirin
15:15 Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
15:01 Malbata Şenyaşar vê cejnê jî bi bêedaletiyê pêşwazî dike
14:11 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 41'emîn de ye
13:21 Balafirên şer nêzî gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
12:04 Êdî çi xweşiya cejnan nema ye: Ji şîrînahiyê re 40 ji gulavê re 20 lîre zem hate kirin
12:00 Geliyê Godernê tê tunekirin: Wê carek din ji şûn ve neyê
11:08 HDP û Partiya Çepên Kesk cejna gelan pîroz kirin
11:06 Têkîldarî qetilkirina Temel kesek hate girtin
10:53 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê girtî ye: Em rewşa tenduristiya wan meraq dikin
10:43 Merdan Yanardag sewqî edliyeyê hate kirin
10:43 Tahmaz: Tecrîd, li pêşiya demokratîkbûna welêt astengiyeke mezin e
10:08 Gelê Amedê bertek nîşanî zemê da: Divê pergal bê guhertin
09:54 Rojnamegerê dîmenên tacîza li dijî zarokê parve kirî hate binçavkirin
09:23 Aborîzan Altintaş: AKP temînata xizaniyê ye
09:04 Nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin: Kîloya şekir 200 lîre ye
09:03 Bi hinceta ku tev li aktîvîteya nehatiye kirin nebûye înfaza wî hat taloqkirin
09:02 ‘Wan veguheriye goristana penaberan'