ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqerê, rapora xwe ya 3 mehan a derbarê binpêkirina mafan ên girtîgehên Herêma Anadoliya Navîn ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî raporê, di Girtîgeha Tîpa F a Kirikkalê pêkanîna traşa porê ya yek tîpî ferzî girtiyan dikin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê, rapora mehên Çile, Sibat û Adarê yên derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehên herêma Anadoliya Navîn ji riya giştî re eşkere kir. Li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê civîna çapemeniyê pêk hat û di civînê de rapor hat parvekirin. Endamên Înîsiyastîfa Piştevaniya Girtîgehan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Piştî hevdîtina bi girtiyên girtîgehên Bolu, Eskîşehîr, Karabuk, Kayserî, Kirikkale û Tokatê re hatin kirin, rapor hat amadekirin. Endama Komîsyonê Nuray Çevîmen rapor xwend.
Çevîmen, diyar kir ku pêkanên keyfî yên li ser girtiyan di ast harî jor dene û ev pêkanîn wiha rêzi kirin: “Girtî di rîngên hewayê nastînin de sewq dikin. Alavên plastîkê didin girtiyan. Rodyonên girtiyna ji wan standin û rojnamê nadin girtiyan. Di hevdîtina telefonê de pêkanîna tekmîl dayînê ferzî girtiyan dikin. Muayeneya kolepçekirî li ser girtiyan ferz dikin û bêyî ku girtiyan derman bikin paşve vedigerînin girtîgehê. Kincên yek tîpî, lêgerîna li ser piyan û traşa parê ya yek tîpî û hwd. li ser girtiyan ferza dikin.”