Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû

img
ENQERE – Hevseroka Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di koma HDP'ê ya Meclîsê de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, polîtîkayên Erdogan, helwesta medya, tayînkirina qeyûma li ser çapemeniya kurd û geşedanên dawî. Buldan, anî ziman ku herî dawî di 5'ê Nîsanê de bi Ocalan re hevditin pêk anîn û ev ji bo Tirkiye asta şikandinê ye. Buldan, bertek nîşanî lixwekirina cilên leşkerî ya Erdogan da û wiah got: "Çiller jî berê cilên leşkerî li xwe kiribû. Lê niha êdî navê wê jî li holê tune ye. Çawa Çiller çû Erdogan jî dê bide dû. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna Koma xwe (HDP) ya Meclîsê de bal kişand ser geşedanên dawî. Di civînê de Yekîneyên taxê yên Stenbol, Enqere, Eskişehîr û Kocaeliyê amade bûn. Dûsa Nûnerên Tarim Orkam-Sen, Tevgerê Ekolojî û Dijberên Santralên Nukleerê  û endamên partiyê amade bûn. Buldan, ewil beşdarên civînê û rêxistinên derdorê slav kir û anî ziman ku yên derdorê bikin qada çopa nukleerê ew dê destûr nedin wan. Buldan, dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hat qetilkirin Şennur Unlu jî bibîr anî û sersaxî ji malbatê xwest. 
 
Buldan, di serî de li ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û agahiyên der barê wî de axivî. Buldan anî ziman ku herî dawî heyeta Îmraliyê ku ew jî di navde bûn di 5'ê Nîsana 2015'an de pêk hatiye û wiha got: "Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de gotibû 'Xuya dike ku ev hevdîtina dawî ye. Ji ber ku muxabên me qet gavan navêje, Ji bo çareseriya pirsgirêkê qet tiştekî nakin. Ji ber vê yekê 5'ê nîsanê dîrokek pir girîng e. Dîroka şikandina Tirkiye ye. Ji bo pêşeroja siyaseta Tirkiye 5'ê Nîsana 2015'an diyarker e. Ji 5'ê Nîsanê heta niha wekî endama heyetê min qet tu agahî ji Birêz Ocalan negirtiye. Ez û Birêz Sirri Sureyya Onder me li Îmraliyê birêz Ocalan ziyaret kir. Ez dixwazin bi taybetî balê bikişînim ser gotinên Birêz Ocalan a wê rojê. Ev rewşa Tirkiye ya îro pir baş pênase dike. 5 Nisanê dê di diroka Tirkiye de pêvajoya çareseriya demokratîk bida destpêkirin. Dîsa ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî pir girîng bû. 
 
Birêz Ocalan wekî her carê wê demê jî dîsa got: "Ger ku ev pirsgirêk li vir li ser vê masê neyê çareserkirin, dê welat vegere krîzê. Welat dê têkeve nava kaosê. Birêz Ocalan wê demê wiha gotibû: ‘Dibe ku ev hatina we ya dawî be. Ji ber ku xuya dibe ku muxatabê me di çareseriyê de gavan navêjin û di ya xwe de israr dikin.' Birêz Ocalan wê demê xwest bi taybetî çavê sêyemîn biçe Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne. Herî dawî di 28'ê Sibata 2015'an de di mutabakata Dolmabahçeye de xwest heyeta çavdêr biçe Îmraliyê û di bin çavdêriyê de ev hevdîtin bê kirin. Lê mixabin AKP'ê pêvajoya  Mutabakata Dolmabahçe nas nekir û xera kir." 
 
PIŞTÎ ÎMRALÎ KET BIN TECRÎDÊ TIRKIYE JÎ KET BIN TECRÎDÊ
 
Buldan, anî ziman ku nameya Ocalan şand û li Dolmabahçe hat xwendin ji bo demokratîkbûna Tirkiye gelek girîng bû û wiha got: "Ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn gelek bi wate û girîng bû. Lê piştî nameya Ocalan a li Dolmabahçe hat xwendin Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdoğan, Dolmabahçe mase nas nekir û bû sedema tişta îro li Tirkiye pêş dikeve. Piştî 5'ê Nisanê tecrîda li ser birêz Ocalan giran kirin. Bi tecrida liser Ocalan tecrîd li ser Tirkiye giran kirin. Bi tecrîda 5'ê nisanê re hemû destkeftiyên demokratîk yên li Tirkiye yek bi yek ji dest derketin. Piştî hevdîtina 5'ê Nîsanê hemû tiştên ku birêz Ocalan hikûmet û Tirkiye hişyar kiribû yek bi yek ketin meriyetê. Hemû texminên birêz Ocalan yek bi yek pêk tên. Piştî 5'ê Nîsanê hevdîtin hat qutkirin li Tirkiye di 7'ê Hezîranê de hilbijartin pêk hat. HDP'ê ji sedî 13 deng girt. 80 wekîl şandin meclîsê. Lê AKP'ê ev ye qebûl nekir û mase xera kir. " 
 
Buldan, bal kişand ser bûyerên piştî tecrîdê û wiha berhdewam kir: Li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Li Pirsûs û Enqereyê komkujî pêk hatin. Li Sûr, Cizîr û Geverê komkujî pêk hatin. Hemû girêdayî tecrîda piştî 5'ê Nîsanê li ser Birêz Ocalan tê meşandin in. Ger ku îro hevdîtin hebûya û tecrîd tune bûya niha rewşa Tirkiye ne wisa bûya. Ger ku tecrîd nebûya dê îro karker nehatina ixrackirin, dê OHAL nehata ilankirin. Dê Tirkiye bi KHK'an nehatiya rêvebirin. Dê hewldana darbeyê pêk nehatiya. Dê şerê liser Efrînê pêk nehatiya. Dê kriza aborî pêk nehatiya. 
 
YÊN JI AŞTIYÊ TIRSIYAN BIRYARA TECRÎDÊ DAN
 
Di Newroza 2013'an ya Amedê de peyama Birêz Ocalan hat xwendin. Birêz Ocalan got ‘Îro serdemek nû ye. Êdî serdema berxwedana çekdarî derbasî tekoşîna siyaseta demokratîk dibe. Digot yên ruhê demê nexwînin dê di sergoyê dirokê de winda bibin. Birêz Ocalan bi vê peyamê bal kişand ser sedema tecridê. " 
 
BULDAN BANG LI NY, YE Û CPT’Ê KIR KU ERKA XWE YA LI HEMBERÎ OCALAN PÊK BÎNIN
 
Buldan, bal kişand ser rapora CPT ya der barê Îmraliyê de aşkere kir û wiha got: “CPT li ser daxwaza AKP'ê 2 sal şûnde biryar da raporê aşkere bike. Piştî AKP'ê biryar da 2 sal şûnde  rapor aşkere kirin. CPT di 2015'an de raporê amade dike lê 2 sal şûnde destûr ji AKP'ê girtiye. Em li vir bang li Yekîtiya Ewropa (YE),  Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku êdî helwesta xwe ya li hemberî aştiyê diyar bikin. Em li vir dîsa hezkrin û slavên xwe ji Birêz Ocalan re dişînin. Em carek din bang li NY, YE û CPT dikin ku erka xwe pêk binin. Ji ber ku birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiye û çareseriyê rolek gelek mezin dilîze. 
 
‘EFRÎN DAGIR KIRINE' 
 
Buldan, bal kişand ser rewşa Efrînê û anî ziman ku ketina Tirkiye ya Efrînê dagirkeri ye. Buldan, helwesta çapemeniya hawiz jî rexne kir û wiha got: "Qanala  Haberturk tişta OSO kiriye wekî YPG'ê kiribe nîşan dide. Talankirin û wêrankirina OSO wekî tiştekî din nîşan dide. Efrînî balê dikişînin ser talankirin, wêrankirin, taciz, tecawiz, diziya OSO. Lê rayedarê AFAD'ê di haberturk'ê de tişta OSO kiriye wekî YPG'ê nişan dide. Ev rezaletî ye. Efrîn dagir kirine û di nava xwe de parve dikin.  
 
Buldan, helwesta hunermenên li ser sînor bûn perçeyekî şer jî rexne kir û wiha got: "Divê cihê hunermendan aşti be. Divê xizmeta aştiyê bikin ne xizmeta şer. Dîsa çend roj berê Erdogan kamuflajê leşkerî li xwe kir. Herî dawî Serokwezîra Berê Tansu Cîller jî kamuflaj li xwe kiribû. Lê ka binerin cihê Çiller li ku ye. Niha hebûn û tunebûna Çiller ne diyar e. Çawa Çiller çû Erdogan jî dê wisa biçe. Ji ber yên kurdan înkar dikin dawiya wan wisa ye. Çawa Çiller çû Erdogan jîdê bide dû. Yên kamuflajên leşkerî li xwe dikin cihê wan sergoyê dîrokê ye. 
 
MEDYA KU HÊZA WAN TÊR KIR KIRÎN, LÊ YA TÊR NEKIR QEYÛM TAYÎN KIRIN
 
Buldan, polîtîkaya li ser çapemeniya azad jî rexne kir û wha got: "Qeyûm tayînî Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin. Hêza wan têra Koma Medyaya Dogan kir û Koma Dogan kirîn. Lê ji ber ku hêza wan têra Ozgurlukçu Demokrasî nekir qeyûm tayîn kirin. Wekî tayînkirina qeyûmên şaredariyan. niha jî qeyûm tayînî rojnameyê kirin. Lê em baş dizanin Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî mîrateya Musa Anter e û dê tu carî bêdeng nebe. " 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

03/04/2018
14:59 Traşa pora yek tîpî ferzî girtiyan dikin
14:42 Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû
14:31 1’ê Gulanê dê li Taksîmê pîroz bikin
14:26 Akademîsyenan piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî: Em ê tim bêjin aştî
14:25 Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e
13:45 Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin
12:48 Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene
12:47 Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê
12:45 Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
12:21 Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
12:20 Huseyîn Aykol: Bila girtî name şandinê dewam bikin
12:18 Li Stenbolê girtin û li Wanê binçav kirin
11:51 Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger
11:35 Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal
11:33 Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
11:32 Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin
11:31 Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 743’yemîn serlêdan kirin
10:24 Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
10:23 Xwişka Ferhat Kurtay: Berxwedana Mazlum, Kemal û Ferhatan li Îmraliyê berdewam dike
10:22 Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê
09:47 Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin
09:47 Nivîskarê Ozgurlukçu Demokrasî: Mafê min ê fikrê ji destê min girtin
09:23 Malbata Ocalan li Amara li benda mêvanan e
09:22 'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’
09:20 Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin
09:19 Ji ber bi kurdî striyan der barê wan de lêpirsîn hat vekirin
09:19 Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere
09:18 Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
09:17 Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin
09:16 Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike
09:16 Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
09:15 Pîra wê jê re behsa Sûrê dikir, lê dema Sûra kavilkirî dît…
09:01 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2018'AN
02/04/2018
17:23 Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:10 Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
16:36 Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin
16:00 Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye
15:59 4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
15:29 Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin
15:03 Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
14:53 Ji ber nûçeyan têkildarî Demîrtaş kom kir rastî ceza hat
14:30 'Têkoşîna li dijî tecrîdê dê bidome'
14:29 Rewşa girtiya nexweş Kayra xerab dibe
13:18 Derbarê Can Dundar de biryara ‘bultena sor’ hat dayîn
13:12 100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin