STENBOL – KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê biryar girt ku îsal dê 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin. Rêveberên saziyan ji bo cihê mitîngê serî li Walîtiya Stenbolê da.
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), biryar girtin ku dê 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin. Sazî û rêxistinên kedê di çarçoveya biryara girtin de ji bo destûra pîrozbahiyê serî li Walîtiya Stenbolê dan.
Heyeta ji Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Serokê Lîjneya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz û Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Raşît Tukel pêk dihat îro bi Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn re hevdîtin kirin.
‘JI BO TAKSÎMÊ ME SERLÊDAN KIR’
Piştî hevdîtinê Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got: “Hefteya bihûrî me bi Wezareta Karê Hundir re hevdîtin kir. Me ji wan re diyar kir ku bi taybetî 1’ê Gulanê li Stenbolê piştî komkujiya 1977’an ji bo kedkaran xwedî cihe dîrokî û girîng e û me got em ê pîrozbahiyê li Taksîmê li dar bixin. Me serî li Walîtiya Stenbolê da. Ji bo demil dest ev daxwaza me bê qebûlkirin, me pêşniyariyên xwe pêşkêşî wan kir. Me hemû daxwazên xwe yên ji bo aştî, azadî û demokrasiyê gotin. Dê 1’ê Gulana îsal li dijî polîtîkayê OHAL û şer bê lidarxistin. Me ji niha ve dest bi xebatên xwe yên 1’ê Gulanê kirin e.”