KOCAELÎ - Akademîsyenên Bogazîçî û Kocaeliyê, piştgirî dan xwendekarên dibin çavan de û gotin: “Ên ku zanîngehan terorîze dikin li holêne. Emê tim bêjin aştî.”
Li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê, 15 xwendekarên di 19’ê Adarê de li dijî belavkirina “Loqima Afrînê” derketin û gotin “Loqima komkujiyê tuneye” û dûre bi fermana Serokê Giştî yê AKP’ê Teyyîp Erdogan ku got ‘Emê wan nedin xwendin” hatin binçavkirin, li bendêye derkevin pêşberî dozger.
Endamê Akademîsyena Piştevaniya Kocaelî (KODA) Prof. Dr. Cezgîz Erçîn, bertek nîşanî hedef nîşandana xwedekaran da û wiha axivî: “Gotinên Serokomar li dijî Qanûna Bingehîne û rastî bertekan hatin. Zextê li aştîxwazin dikin. Heya ku li Tirkiyeyê şer bidome, dê Tirkiyey veguhere girtîgehek mezin. Bi îlan kirina OHAL’ê re gelek kes hatin girtin û binçav kirin. Bi OHAL’ê re axa mirî avêtin ser civakê. Gefan li xwendekaran dixwin. Hewl didin mafên wan ên xwendevantiyê ji destên wan bigirin. Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Komunîst û sosyalîstan tim aştî xwestin. Divê xetê de tu guhertin tuneye. Emê tim bêjin aştî.”
‘DIJBERIYA ŞER MÎNA XAYÎNTIYA WELAT DIBÎN IN’
Endama KODA Doç.Dr. Pelîn Yalçinoglu jî, anî ziman ku bûyerên matmayî rû didin û wiha got: “Desthilatdarî li hemberî heqîqetê tehemûl nake. Desthilatdarî ji bo hebûna xwe biparêze, di operayonên pêk anîn de em bûn şahide gelek mirovên hatin kuştin. Em di welateke şizofren de dijîn. Desthilatdarî naxwaze dengê aştiyê bibîhize. Ji ber ku gava daxwaza aştiyê tê ziman, ev yek tê wateya ku li holê şer heye. Em ligel xwendekarane. Kê zanîngeha terorîze dike li holê ye. Em ê li dijî wan li ber xwe bidin. Nikarin hemû hucreyên meşiyê me zincîr bikin. Emê li dijî yên dixwazin tirsê ava bikin têbikoşin.”
‘FERQA BOGAZÎÇÎ JI YA ODTU TUNEYE’
Endama KODA Doç. Dr. Gul Koksal jî, da zanîn ku li welat “nêçîra pîrebokan” dest pê kirin û wiha bilêv kir: “Xwendekar ji dersên wan kirin û navên wan bi vekirî gotin tabloyek pir xerabe. Mîna akademîsyenek aştîxwaz, me dizanî ev pêvajo dê li hemû welat û zanîngehan belav bibe. Tu ferqa Zanîngeha Bogazîçî ji ya ODTU’yê tuneye. Em bi hevre tevbigerin û têbikoşin.”
‘ZANÎNGEH XWEDÎ NERXÊN GERDUNÎN E’
Erkdara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Gunîzî Kartal jî, bal kişand ser binpêkirina mafê xwendekaran û wiha got: “Hemû beşên civakê di pêvajoyek pir zor re derbas dibin. Mirovên dixwazin tiştên baş bikin gelekin. Zanîngehek bi rayedaran divê neyê birêve birin. Zanîngeh bi nirxên gerdûnî xwe dide avakirin. Bêguman dê ev pêvajo derbas bibe. Dê ev rojên xerab derbas bibin û dê her tişt ji nû de bê avakirin.”
MA / Elîf Çetîner