WAN – Endama MYK’a HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş, di civîna partiya xwe diyar kir ku pirsgirêka Rojhilata Navîn bi komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wan, li avahiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê (VATSO) civîna rawêj a rojeva kongereya xwe lidarxist. Di civînê de pankarta “Em xwedî li keda xwe derkevin, rêxistina xwe mezin bikin” vekirin. Parlamenterê HDP’a Wanê Adem Geverî, endama MYK’a HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş û gelek rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn. Piştî rêzgirtinê Kuçukkeleş axivî û balkişand ser îşkenceya tazî ya Muglayê, êrîşên li dijî gora dayika Aysel Tugluk û gelê kurd. Kuçukkeleş anî ziman ku gava ew biçûk bûn gudarî komkujiya Dêrsîm, Zîlan dirin û wiha got: Em wê demê digot ‘çawan dikirin wisan li civakekê bikin.’ Niha jî me mirovên dinava agirde bûn xelî ditin. Heya ku wekhevî tunebe, em nikarin bibin xwişk û bira jî.”
'ROJAVA KOMPLO VALE DERXİST'
Kuçukkeleş, balkişand ser şerê li Sûriyeyê û wiha bilêv kir: “Şerê heyî, şerê cîhanê ye. Îro salvegera Kompluya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane. Bêçareseriya Rojhilata Navîn bandora xwe ji komploya li ser Ocalan digire. Şoreşa Rojava komplo vale derxist.”
Piştî axaftina Kuçukkeleş civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.