Kurdistan ji bo mexdûrên erdhejê bû yek dil: Xwedî derketin erka neteweyî ye

  • rojane
  • 09:00 12 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî karesata erdhejê ya li Bakur û Rojava, her çar parçeyên Kurdistanê gel seferber bû. Kurdistaniyên ku li her çar parçeyan dest bi kampanyayê kirin gotin: "Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî derketineke mezin çêbikin. Xwedî derketin erka Kurdistanî ye."
 
Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn. Erdhejê bandorê li ser bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Xarpêt, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîsê kir û rê li ber karesatek mezin vekir. Her wiha erdhêjê bandorê li ser bajarên rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê jî kirin. Li herêmên erdhêjê heta niha bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek ji wan jî di bin kavilên malan de hê li benda rizgarkirinê ne. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ji bo herêmên erdhêjê kampanyayên alikariyê hatine destpêkirin. Bi taybetî li Kurdistanê seferberiya alîkarî û piştevaniyê hat ragihandin. Li çar parçeyên Kurdistanê kampanya hatin destpêkirin. Kampanyayên ku hatine destpêkirin her diçe berbelav dibe û didome. 
 
'XWEDÎ DERKETIN ERKA MIROVÎ YE’
 
Hevseroka Rêveberiya Xweser y Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bal kişand ser girîngiya hevgirtina kurdan û wiha axivî: "Ji roja erdhêj çêbûye heta niha hem Rêveberiya Xweser û hem jî saziyên civaka sivîl ketine nav liv û tevgerê de. Ji ber ku hejmara qurbaniyan pir e. Hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li rojavayê Kurdistanê û hejmareke gelek mezin heye. Ji ber wê weke Rêveberiya Xweser me dest bi kampanyayekî kir. Em niha ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Suriye kom dikin. Ji derveyî vê Heyva Sor a Kurdistanî alikarî dike. Kampanyaya me berdewam dike. Em niha jî weke Rêveberiya Xweser li aliyê Heleb û Şehba ne. Em niha alikariyê ji wan re dikin. Ji bo gelê me yê bakur û rojavayê Kurdistan çi bê xwestin weke Rêveberiya Xweser em ê bikin. Ji bo gelên Kurdistanî bi giştî banga me ew e ku xwedî li qurbaniyan û mexdûrên erdhêjê re derbikevin. Ev bûyereke pir giran e. Hêviya me ji gelê me ew e ku xwedî derketineke mezin çêbikin. Weke Rêveberiyên Xweser heta dawiyê em ê piştgiriya gelê xwe bikin. Banga me di heman demê de ji civaka navnetewî re ew e ku xwedî li vî gelê kurd derbikevin. Xwedî derketin erka Kurdistaniye."
 
LI BAŞÛR JI BO BAKUR Û ROJAVA SEFERBERÎ HAT DESTPÊKIRIN
 
Ji komîsyona ku li başûrê Kurdistanê hatiye avakirin Newroz Fazil jî diyar kir ku ew weke başûrê Kurdistanê ji bo her du parçeyan seferber bûne û got: "Erdheja ku li bakur û rojvayê Kurdistanê çêbû, rê li ber nerihetî û dilgiraniya xelkê başûrê Kurdistanê vekir. Xelkê herêmê bê cudahiya ol û îdeolojiyekê ketin nava amadekarî û berhevkirina alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê. Ji ber erdheja li bakur û rojavayê Kurdistanê zêdetir ziyan gihiştiye bajarên kurdan. Hem qurbanî zêde ne û hem jî bajar zêde hilweşiyane û bûne kavil. Ji ber vê çalakvanên siyasî û welatiyên Başûr dest bi kampanyayên alîkariyê kirin. Di vê çarçoveyêde kampanya yekem ji aliyê Kurdsatê ve li Mûzexaneya Emnesûreke hate destpêkirin û çalakiya duyemîn jî ya çend kesayet û aliyên siyasî ya ji aliyê me ve bi navê Hana li Kargeha Cixare hate destpêkirin. Ev kar ji aliyê me û xelkên Silêmanî û Başûrê Kurdistanê ve cidî hatiye girtina dest ji bo mexdûrên erdheja bakur û rojavayê Kurdistanê alîkarî tê berhevkirin. Heta niha me kariye alîkariyeke baş a madî û menewî berhev bikin. Ji bo hefteyekê me kampanya xwe daye destpêkirin. Ji ber ku niha rewşa Bakurê Kurdistanê ji ber mecên zivistanê pir xirabe û nesasim ev erdhej jî bandoreke mezin li ser kir. Em dixwazin bi rêya gelê xwe vê alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê. Em dixwazin alîkarî bê ferq û cudahî bê ku rastî astengiyekê bê bigihêje xelkê me yên bakur û rojavayê Kurdistanê. Em xelkê Silêmaniyê hevkar û piştgirê wan kesan in ku destê alîkariyê dirêjî dikin. Kampanya Hana cihê baweriyê ye ku ev alîkarî bigihêje mexdûrên erdhejê û êşa wan parve bikin. Em hêvîdarin ku ev kampanya bi hevkariyekê mezin bibe, ji bo em demek berî demekê alîkariyê tenduristî, betenî, xorek û dîsa cilûbergên zivistanê bigihînin xwuşk û birayên xwe yên bûne mexdûr."
 
ROJHILAT PIŞTEVANIYÊ DIKE
 
Berdevkê Tevgera Komarîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê Azad Mohamedzade jî dest bi piştevaniyê kir û got: "Ew karesatêki sirûştî ya naxweş bû ku bi ser gelê me li bakur û rojavayê Kurdistanê ve hat. Li rojhilatê Kurdistanê jî li gelek bajar û gund kampanya ji bo xelkê bakûr û rojavayê Kurdistanê ku bûne mexdûrên erdhejê dest pê kir. Bi taybetî jî li bajarê Mahabad, Sine, Kirmaşan û Urmiyê alikariyeke baş heye. Em wekî Tevgera Komarîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê  bang li hemû gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî rojhilatê Kurdistanê dikin ku werin bibin alîkar ji bo mexdûran li vê herêmê ku ketina bin erdhejê. Banga me li tevahiya gelê Kurdistanê ew e ku bi her awayî alîkariya xelkê xwe li bakurê û rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber vê yekê alîkarî erka mirovî û neteweyî ye."
 
'EM Ê BERFIREHTIR BIKIN'
 
Ji bakur ji komîsyona krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Elfesya Nas jî bal kişand ser piştevaniyê û tifaqiyê û wiha got: “Di roja ewil a erdhejê de me li avahiya navçeya xwe maseya krîzê ava kir. Me ji roja ewil ve dest bi karê xwe kir, piştî xebatê me bang li gelê xwe kir. Ji xwe kêmasiya alîkariya dewletê diyar bû. Dema alîkarî dibir jî ew alîkarî diçû ba hinekan, nediçû ba hinekan. Dîsa em bi polîtîkayeke ku Kurd li derve dihêlin re rû bi rû man. Lê hevgirtineke cidî ya gel hebû. Îro jî hevgirtina gelê me didome. Her cure piştgirî dan. Dayikên me nanê xwe amade kirin û her cure piştgirî dan. Dayikên me 6 roj in li vir bi zehmetî dixebitin. Malbat û ciwanên me hene ku bê pere ne û dildarî piştgiriyê didin.Zarokên me yên biçûk piştgirî dan. Me weke HDP, gelê kurd, gelê Botanê, bê ferq û cudahiya ol, ziman û nijad xwedîderketineke pir baş hembêz kir û em vê yekê jî didomînin. Pêdivî pê heye ku hevgirtin mezin bibe. Em behsa biratiyê dikin. Cudakarî ne tenê ji bo me ye. Em ê vê piştgirî û hevgirtinê hîn berfirehtir bikin. Weke HDP’ê em banga xwedîderketina dikin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 

Sernavên din

27/06/2023
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’