ENQERE – Nivîskarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya qeyûm tayîn kirin Huseyîn Aykol ê rûpela nivîsên girtîgehê amade dikir xwest ku bila girtî name şandinê bidomînin.
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun bi destê TMSF’ê hat dewrkirin û qeyûm tayîn kirin. Nerazîbûna li dijî desteserkirina rojnameyê û çapxaneyê dewam dikin. Nivîskarê rûpela nivîsên girtîgehê amade dike Huseyîn Aykol yê ku bi salane di vê rojnameyê de kedê dide axivî.
‘AVAHIYA ME BOMBE KIRIN Û HEVALÊN ME QETIL KIRIN’
Aykol ê ku kuncikê “Ji hundir” amade dike destnîşan kir ku 28 sal e kevneşopiya çapemeniya azad rojnameya rojane û heftane û kovaran derdixin û di vê pêvajoya 28 salan de her tim rastî astengî û zextan hatin. Aykol da zanîn ku berê ji bo ew rojnameyê dernexin avahiyê rojnameyê bombebaran kirin û bi dehan hevalê wan hatin kuştin û avêtin girtîgehan. Aykol got ku yekemîn car e bi rêbazek wiha dest datînin ser rojnameyê û ev rêbazek nû ye derxistin pêşiya wan.
‘LÎSTEYA GIRTINA ROJNAMEYAN DI DESTÊ WAN DE HEYE’
Aykol di nêrîna ku rojname bi girtinê û zextan re sînor namîne û dê xebatên xwe dewam bikin. Aykol anî ziman ku bi tayînkirina qeyûmê ser rojname û çapxaneyê re peyamê didin hemû medyaya li Tirkiyeyê û got: “Li gorî me bihîst di destê wan de lîsteya ku dê rojnameya bigirin û tune bikin heye. Di serî de jî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hat.”
‘DI RÛPELA GIRTÎGEHÊ DE ME PIRSGIRÊKÊN LI GIRTÎGEHAN DIWEŞAND’
Aykol diyar kir ku herî kêm 20 sal e girtî jê re nameyan dişînin û bi pirsgirêkê wan re eleqedar dibe û ev 15 sal e jî nameyên girtiyan di rojnameyê de diweşînin. Aykol destnîşan kir ku di rojnameyê de hefteyê carek pirsgirêkên girtiyan di kuncik de diweşand û bi saya kuncikê wî raya giştî ji pirsgirêkên girtiyan haydar dibû.
‘BILA GIRTÎ NAME ŞANDINÊ DEWAM BIKIN’
Aykol da zanîn ku li gel zext û rewşa heyî jî dê bibin dengê girtîgehan û wiha got: “Bila girtî name şandinê dewam bikin. Bila nameyên xwe bişînin heman navşîna min. Dibe ku em niha nikarin rojnameyê derbixin û hinek dem bigire, lê di her halî de ez nameyên wan binirxînim. Ez ê hewl bidim nameyên wan di rojnameyên derveyî welat an jî ajansan de biweşînim. Nameyên hewce bikin ez bidim ÎHD’ê û TÎHV’ê ez ê bidim wan.”
Navnîşana name şandinêya Huseyîn Aykol ev e: Posta Kutusu/253 Yenişehir/ANKARA
MA / Dîren Yurtsever