WAN / STENBOL - Li navçeya Rêya Armûşê rêveberên HDP’ê jî di navê de 12 kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê 3 kes hatin girtin û berdevkê berê yê Bloka Aştiyê Bahadir Altan jî hatin binçav kirin.
Li Wanê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, Hevserokê HDP’ê yê Rêya Armûşê Tahîrhan Sayyîgît jî di navê de 12 kest binçav kirin. Navê kesên hatin binçavkirin wihane: “Hevserokê HDP’a Rêya Armûşê Tahîrhan Sayyîgît, Rêveberên HDP’ê yên Rêya Armûşê Nurî Gur, Alî Beyaz û Fîkret Duman”
Polîsan kesên binçav kirin birin Midûryeta Polîsan a Wanê. Hat diyar kirin di çarçoveya operayonê de biryara binçav kirina 17 kesan heye.
3 KES LI STENBOLÊ HATIN GIRTIN
Li Stenbolê jî, di 20’ê Adarê de polîsan bi ser malan de girtin û xwendekarên Zanîngeha Stenbolê (İU) Tuncay Dogdan, Serkan Satilmiş, Hasan Koçuk û endamê Meclîsa HDP’ê Berat Kiran binçav kirin. 4 kesên binçavkirî, di saetên şevê de sewqî Edliya Çaglayana Stenbolê kirin. Dozger îfadeya 4 kesan girt û bi daxwaza girtinê sewqî 7’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê kirin. Dadgehê bi îdîaya “Endamên rêxistinê” û “Zirar dayîna malê dewletê” derbarê Koçuk, Dogdan û Kiran de biryara girtinê da û bi şertê kontrola edlî jî Satilmiş serbest berda.
PÎLOTÊ ŞER Ê BERê HAT BINÇAVKIRIN
Polîsan di saetên serê sibê de,bi ser mala berdevkê berê yê Bloka Aştiyê û pîlotê şer ê berê Bahadir Altan de girtin û binçav kirin. Altan birin Midûryeta Polîsan a Îskeleya Kadikoyê û hinceta binçavkirin Altan nehat zanîn.