Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin

  • rojane
  • 11:31 3 Nîsan 2018
  • |
img

RIHA - Kurd ji 2004'an heta niha 14 salin piştî pîrozbahiyên Newrozê yên bi coş, her sal bi tevlêbûnek mezin ji çar aliyê Kurdistanê û metrepolên Tirkiye berê xwe didin Amara û 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz dikin. Kurt vê meş û rêwîtiyê bi dirûşmeya "Azadiya Rojê" wekî “Rêwîtiya Rojê" pênase dikin. 

Kurd ji sala 2004'an heta niha 14 salin ji bo 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin bi dirûşmeya "Azadiya Rojê" berê xwe didin Amara û "Rêwîtiya Rojê" dikin. Îsal jî amadekariyên meşa Amara temam bûn. Ji gelek bajar û navendan ber bi Amara ve ketin rê. Meş her sal bi pêşengiya Federasyona Komeleya Malbatên Girtiyan  TUHAD-FED  pêk dihat. Lê piştî TUAHD-FED bi KHK'ê hat girtin, îsal her kes bi derfetên xwe dê biçim Amara. Îsal kurd dê 69'emîn salvegera rojbûna Ocalan pîroz bikin. Li bendê ye bi hezaran welatî biçin Amara û sibê Rojbûna Ocalan pîroz bikin. 
 
2004 
 
Yekemîn "Rêwîtiya Rojê" di 4'ê Nîsana 2004'an de di pêşengiya TUHAD-FED'ê de bi meşek girseyî dest pê kir. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiye bi hezaran kurd hatin navçeya Bîrecîkê û ji vir berê xwe dan Xalfetiyê. Lê di navbera Bîrecîk û Xalfetiyê de leşkeran pêşiya girsê girt û destûr nedan. Ji ber leşkeran destûr neda di navbera leşker û girsê de pevçûn derket. Piştre li maşîneyên welatiyên ku tev li meşê bûbûn cezayekî zêde yê pereyan hat birîn. Di çalakiyê de gelek welatî birîndar bûn. 
 
2005 
 
Di 4'ê Nîsana 2005'an de dîsa di pêşengiya TUHAD-FED'ê de "Meşa Rojê" hat organîzekirin. Lê dîsa li heman nokteyê barîkat hat dayîn û li gelek nokteyên li dervê bajar nokteyên kontrolê hatin danîn. Leşkeran dîsa destûr neda û dîsa pevçûn derket. Pevçûna di nava hezaran welatî û leşkeran bi saetan berdewam kir. 
 
2006
 
Di  4'ê Nîsana 2006'an de beriya meşê li Zozanê Şenê ya mûşê di operasyonê de 14 endamên HPG'ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan û piştî wê li Amedê û gelek bajarên din 3 rojan gel derket kolanan û çalakiyên mezin pêk anîn. Di bûyeran de 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyeran kurd dîsa cara 3'yemîn berê xwe dan Amara û dest bi Rêwitiya Rojê kirin. Lê disa li heman nokteyê rastî astengiyê hatin. Bi hezaran welatiyên dîsa rastî astengiyan hatin vê carê Qaranfîl avêtin Çemê Firatê û 4'ê Nîsanê pîroz kirin. 
 
2007
 
Di 4'ê Nîsana 2007'an de dîsa di pêşengiya Fedarasyona Komeleyên Piştgirî û Alîkariya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAD-FED) de, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa tendûristî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 4'ê Nîsanê Roja Rojbûyîna Ocalan piroz bikin, Meşiyan Amara. Ji bajarên Mêrsîn, Edene, Dîlok, Riha, Semsur, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Êlih û navçeyên van bajaran gelek kes beşdarî meşê bûn. Ji 5 hezarê zêdetir kesên ku xwestin ji bo balê bikşînin ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biçin Amara, rastî mudaxaleya leşkeran hatin. Qelebalixa ku 20 kîlometre li dûrî gund ji aliyê bi hezaran leşker ve hate dorpêçkirin, hate rawestandin. Piştre destûra derbasbûnê ji bo heyeta ku hatiye avakirin hate dayîn. Koma ku bi piranî ji ciwanan pêk tê, piştî ku leşkeran tenê destûr da heyetê, xwest barîkatê derbas bibe û ber bi gund ve bimeşe. Li ser vê yekê leşkeran bi diruşmên "Efû tune, efû tune", bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û keviran mudaxale kir. Di navbera bi hezaran kesan û leşker û tîmên taybet de pevçûn derket. Di mudaxaleyê de gelek kes birîndar bûn. Di vê navberê de helîkopterek li ser girseyê ji nizm ve firiya. Pevçûna ku li du noqteyan derket, piştî demeke sekinî û leşkeran û qelebalixê dest bi seknê kir. Qelebalix, diruşma "Bijî Serok Apo" berz dike. Di bûyerê de 10 kes birîndar bûn. Gelek kes jî di bin bandora bombeyên gazê ku ji aliyê leşkeran ve di mudaxaleyê de hate bikaranîn de man. Ciwanan bi bedena xwe û bi keviran "Bijî Apo" nivîsand. Helîkopterên ku ji nizm ve di ser qelebalixê de firiyan jî, hatin yuhkirin. Ciwanek bi navê Şehmus Arik (22) ku bi kevirê ji aliyê polîsan ve hatiye avêtin ji sîngê xwe birîndar bû. 
 
2008
 
Di çarçoveya meşa ji hêla TUHAD-FED'ê ve bi armanca balkişandina ser tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi Gundê Amarayê ve hate organîzekirin de, ji gelek bajaran zêdetirî 10 hezar kesî li Bajaroka Alîgorê li hev civiyan. Girseya li Meydana Alîgorê hate cem hev bi boneya rojbûna Ocalan pîrozbahiyek li dar xist. Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, Parlementera DTP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Parlementerê Bedlîsê Nezîr Karabaş, Parlementerê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, nûnerên rêxistinên civakî yên wekî DOKH, YDG, Kedkarên Welatparêz jî beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Girse piştî Elîgor 20 kîlometre nêzîk Navçeya Xelfetiyê hate rawestandin. Li ser destûrnedayîna hêzên ewlehiyê yên bi wesayîtên zirhî barîqat danîn, pevçûn derket. Di pevçûna di navbera hêzên ewlehiyê û meşvanan de 2 seatan dom kir de hêzên ewlehiyê bombeyên gazê avêtin û gule berdan hewa. Hind kesên di dema mudahaleyê de birîndar bûyîn, rakirin nexweşxaneyên li derdorê. Gelek kesên ji bombeyên gazê bandor girtin jî hewildan bi lîmonan bên serhemdê xwe.
 
2009
 
Girseya ku bi nasebeta 60'emîn roja rojîbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê rojekê li Bajaroka Alîgor a Navçeya Pirsûsa Rihayê bimîne şevêdin derket rê, di saetên sibehê de gihîşt bajaroka Elîgor. Girseya ku li ber def û zirneyê govendê gerandin, rojbûna Ocalan pîroz kirin. Ciwanên rûyê wan girtî ku di dema pîrozbahiyê de alên PKK'ê û posterên Ocalan radikin, meş pêk anîn. Li aliyê din ji ber pîrozbahiyê li Bajaroka Alîgor gelek leşker hatin bicihkirin.
Di encama êrîşa leşkeran a li hemberî meşvanên Amarayê de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglu jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Dag û Karaoglan bi girseyî hatin defin kirin. Nêzî 60 kesên din ên birîndar bûn. 
 
2010
 
6'emîn bernameya "Meşa Amara" ku ji ailyê TUHAD-FED'ê ve bi dirûşmeya "Rojbûyan te rojbûyîna me ye, Azadiya te Azadiya me ye" pêk hat û bi 10 hezaran kes li Bajaroka Elîgorê gihiştin hev, bi coşek mezin berdewam kir. Pîrozbahiya ku bi stran û axaftinan dom dike ji sala par gelekî zêdetir beşdarî pêk hat. Zêdetir posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hewaya mihrîcanê serdeste bi govend û dîlan pêk hat. Li qada pîrozbahiyê ji bilî posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Mahsûm Karaoglan, Mûstafa Dag û alên konfederalîzmê, posterên mezin ên Ahmet Kaya, Mazlum Dogan û Orhan Dogan jî hatin vekirin û pankarta "Hêj Roj ji rojhilat de hildê" hatin vekirin. Gelek hunermendên NÇN'ê derketin ser dikê û stran gotin. Girseya ku bê navber dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ berz dike, ji Ocalan re azadî xwestin.  Piştî deh hezar li Bajaroka Elîgor gihiştin hev, bi coşek mezin rojbûyîna Ocalan pîroz kirin piştre di 4'ê Nîsanê de li ser navê girsê 900 kes çûn Gundê Amarayê.  Konvoya ji 15 wesayîtan pêk dihat gihşt Gundê Amarayê ku Rêbeberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye. Konvoy dema çû Amara, ji aliyê gundiyan ku konvoy di navre derbas bû ve bi coşek mezin hate pêşwazîkirin. Konvoy, piştî di nokteyên kontrolê re derbas bû li Gundê Amarayê ji aliyê bira û xwîşkên Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan û Havva Keser ve hatin pêşwazîkirin. Kesên çûn gond, di ketina gund de ji wesayitên xwe daketin û dest bi meşê kirin. Li ser hemû hişyariyan bi sedan kes bi bez ber bi mala Ocalan ve meşiyan. Dema endamên heyetê û xizmên Ocalan gihiştin hev demên hestiyar hatin jiyîn. Gelek kesan rondikên xwe negirtin û giriyan. Piştî ku heyetê û xizmên Ocalan hev hembêz kirin kom ber bi mala Ocalan ve meşiya û pankarta "Rojbûna te robûna me ye, ancak kesên dilê van bi azadî û serkeftinê disoje dikarin ligel me bi meşin" hilgirtin. Heyeta ku posterê Ocalan bilind kir û ketin nava gund dirûşmeyên "Rojbûna te pîroz be Ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo" ve "Ji Ocalan re Azadî" berz kirin. Girseya ku bi meş çûn mala Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, piştî demekê meşiyan kortej xerakirin û ber bi malê ve reviyan. Bi sedan kes piştî çûn mala Ocalan li pêşengeyê geriyan û wêneyên Ocalan ramûsandin. Heyetê piştî mala Ocalan ziyaret kir, piştre çûn bin dara ku Ocalan li bin siya wê pirtûk dixwendin wêne kişandin. Heyetê piştî ziyareta gund ax perçeyên axê kirin beriya xwe. Koma ku li ber mala Ocalan li hev kom bû daxuyaniyek dan û 61'emîn salvegera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. 
 
2011 
 
50 hezar kesên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin navçeya Xelfetiyê ya Rihayê serê sibehê ber bi gundê Amarayê derketin rê. Di meşa ku dîmenên rengîn derketin de gelek welatî li kasayên kamyonan suwar bûn, hinek jî derketin ser mînîbusan û hatin Amarayê. dema ku 7 kîlometre ji gund re ma bi dehan ciwanên ku şal û şapik li xwe kiribûn derbasî pêşiya otobusa BDP'ê bûn û bi meşa leşkerî meşiyan. Ciwanan alên PKK'ê û posterên Ocalan vekirin û bi dirûşmên "Rojbûna te pîroz be ey serok Apo", "Bijî serok Apo" meşiyan. Gelek welatî jî ji zeviyan derbas bûn gîhîştin gund. Di ketina gunde girse bû 50 hezar kes û ciwanan fîşekên hewayî teqandin û bi meşê ketin gund. 50 hezar kesên ku Hevserokê Giştî yê BDP'ê Gultan Kişanak û Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî hebûn bi dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey serok Apo" katin gund. Piştî ku girse keta gund û ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin bi fîşekên hewayî rojbûna Ocalan hate pîrozkirin. Posterên Ocalan û alên PKK'ê li mala Ocalan û malên derûdorê hatin daliqandin û li mizfegta gund jî posterê Ocalan hate daliqandin. 
 
Piştre gel çûn Karataşê, qismek jî bi wesayîtan ber bi Amarayê ve derketin rê. Yên ku wesayîtên wan tunebûn jî 13 kîlometre meşiyan û çûn Amarayê.  Di meşa ku dîmenên rengîn derketin de gelek welatî li kasayên kamyonan suwar bûn, hinek jî derketin ser mînîbusan û hatin Amarayê. dema ku 7 kîlometre ji gund re ma bi dehan ciwanên ku şal û şapik li xwe kiribûn derbasî pêşiya otobusa BDP'ê bûn û bi meşa leşkerî meşiyan. Ciwanan alên PKK'ê û posterên Ocalan vekirin û bi dirûşmên "Rojbûna te pîroz be ey serok Apo", "Bijî serok Apo" meşiyan. Gelek welatî jî ji zeviyan derbas bûn gîhîştin gund.
 
2012 
 
9'emîn Meşa Amara ku ji aliyê TUHAD-FED'ê ve ji bo 63'emîn salvegera Rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz bikin hate organîzekirin, rastî gelek astengîyan hatin. Bi hezaran welatiyên ku bi konvoyên dirêj ji gelek bajaran ketin rê, li gelek nokteyan hatin rawestandin û maşîneyên wan hatin desteserkirin. Gelek welatiyên ku li gel hemû astengiyan xwe gîhandin Riha û navçeyên wê. Di 4'êNîsanê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, rêveberên TUHAD-FED'ê û wekîlên BDP'ê gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê hate dînê ziyaret kirin. BDP, KCD û TUHAD-FED li navçeya Pirsusê bi konvoyê çûn Amarayê. Li Amarayê rewşa awaret hebû û leşkeran gund dorpêç kir. Riya gund li gelek cihan nokteyên lêgerîn ên leşker û polîsan hatin avakirin û li hewayî jî helîkpter difiriyan. Kesên tedbîrên li gundê Amarayê hatin girtin matmayî diman. Leşkeran destûr neda gundî derbikevin derve û bêdengî li gund hebû. Polîsan li ser mîneraya mizgeftê qemera dikêşand. BDP'î derbasî mala Ocalan lê hate dinê û ji aliyê Mehmet Ocalan, Fatma Ocalan û xizmên wî ve hatin pêşwazîkirin. Heyeta BDP'ê bi malbata Ocalan re sohbet kirin. Di sohbetê de Mehmet Ocalan bal kişand ser tecrîdê û bertekî nîşanî qedexekirina meşa Amarayê da û wiha got: "Para 60 hezar kes hatin. Tu tişt çênebûn. Çima îsal qedexe kirin. Ev pêvajo zirarê dide gelê kurd."
 
2013
 
 
Bi hezaran welatiyên li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê 64'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin serê sibê herikîn Gundê Amara yê Ocalan lê ji dayik bû. Serê sibê bi sedan wesayît ber bi Amarayê ve derketin rê û bi sedan welatî jî bi meşê çûn gund û pêşengeha li mala Ocalan lê ji dayik bû ziyaret kirin. Xwîşk û birayê Ocalan Fatman Ocalan û Mehmet Ocalan û xizmên wî welatî pêşwazî kirin. Welatiyan wêne kêşandin û slogan "Be serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Hinek welatiyan şitilên bi xwe ra anîn li baxçeyê mala Ocalan çandin. Hevser, zarok û bavê Mustafa Dag ê ku di sala 2009'an de di meşa Amarayê de jiyana xwe ji dest da jî tevlî ziyaretê bû û demên hestiyar hatin jiyîn. Meşa ku di pêşengiya TUHAD-FED'ê de bi şîara "Çaraseriya Demokratîk Ji Ocalan Re Azadî" pêk hat, bi hezaran kes çûn Amara û mala ku Ocalan lê ji dayik bûye zeyaret kirin. Welatiyan pastayê rojbûnê birîn û li mala Ocalan û gund şitlên daran çandin. Girse dîsa bi karwanekî mezin vegeriyan Xalfetî û ji vir jî çûn Herêma Karataşê ku di sala 2009'an de di mudaxaleya leşkeran de Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag bi bombeyên gazê hatin qetilkirin ziyaret kirin. Karwana ku Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP'ê Nursel Aydogan, Mulkiye Birtane, Sabahat Tuncel jî hebûn bi hezaran kesan qada ku Dag û Karaoglan lê hatin qetilkirin ziyaret kirin. 
 
Li vir bi hezaran kesan posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakir û alên KCK'ê û PKK'ê bilind kirin. Welatiyan li vê qadê bi keviran nivîsa "Apo" nivîsandin û bê navber siloganên "Şehit namirin" û "Bijî serok Apo" berz kirin. Kaça Dag a 4 salî Şeyma û ya 6 salî Gulsum jî hatin cihê bîranînê. Li vir Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir ku heta niha destûr nedidan ku gelê kurd Rojbûna Rêberê xwe pîroz bike, lê ji ber biryara gel a bi israr gel em îro bi 10 hezaran kes hatin vir. Biryara gel û baweriya gel dê hemû tiştî bi deskt bixe. Kişanak, da zanîn ku gel bi biryara li gel Ocalan dê serkeftina xwe bi dest bixe. Bîranîn bi silogana "Şehit namirin" bi dawî bû. 
 
2014
 
 
Bi boneya 65'emîn salvegera 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîrkoz bikin bi deh hezaran welatiyên ku ji gelek bajar û navçeyên herêmê hatin Rihayê li navçeya Xalfetiyê gihiştin hev. Şevê din bi deh hezaran kes li qada 4'ê Nîsanê ya Xalfetiyê li hev kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. Bi deh hezaran kesên ku şeva xwe li Xalfetiyê derbas kirin di saetên serê sibehê de berê xwe dan Gundê Amarayê. Bi deh hezaran kesên berê xwe dan Amara ku 15 kilometre li dûrî Xalfetiyê ye ketin rê. Girsê di meşê de posterên mezin ên Ocalan, alên PKK, KCK, KJB, HPG, YPG, YDG-H'ê vekir û meşa xwe berdewam kirin. Girsê di meşê de sitrana "Serok Apo bilind Apo" gotin û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan" berz kirin. 
Bi deh hezaran kesên ku berê xwe dan Amarayê bi pankat û dowîzan diyar kirin ku "Her buhusta axa ku Rêberê wan pêlê kiriyê ew jî pêlê bikin. Her cihê ku çavê rêberê wan lê nerîye ew jî lê binerin" û siloganên "Bijî Serok Apo" Ocalan" gotin. Girse berî bigêje Gundê Amarayê posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin. Bi deh hezaran kesên hatin Amara, ji aliyê malbata Ocalan ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Li mala ku Ocalan lê ji dayik bûye îzhîdah çêbû. Bi deh hezaran kesan xwest mala ku Ocalan lê jidayik bûye ziyaret bikin. Bi hezaran kes li baxçeyê mala Ocalalan kom bû û mala Ocalan ziyart kir. Li mala ku Ocalan lê ji dayik bûye posterê mezin ê Ocalan û ala mezin a PKK'ê hat daliqandin. Di ketina gundê Amarayê de pankarta "An muzakere an jî şer" hat vekirin. Li ber mala Ocalan jî pankarta "Dema me şer kir em netirsiyan, emê ji aştiyê jî netirsin" û posterê Ocalan ê "Azadi" li ser hatibû nivîsandin hat vekirin. Ciwanên Roboskiyê jî hatin Amara û li mala ku Ocalan lê ji dayik bûye wêneyê 34 welatiyên hatin qetilkirin vekirin. "Ji bîr neke ji Roboskîyê re edalet" vekirin. 
Odeya ku Ocalan lê ji dayik bûye jî bi wêneyên Ocalan hatin xemilandin. Welatiyên ku xwestin odeyê ziyaret bikin ketin dorê û yek bi yek hilgirtin hundirê malê. Di ziyareta malê û xanî de demên hestiyar çêbûn û dayikan bi gotinên "Ez qûrbane te me Serok Apo, xwezî ez dayîka te buma" hestên xwe anîn ziman. 
 
2015
 
Bi deh hezaran kes bi vesîleya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi gundê Amara yê Ocalan lê hate dînê ve herîkîn. Meşvanên di 31'ê adarê de li Riha, Dîlok, Semsûr û Kobanê bi dirûşmeya "Ji Rêberê Apo re azadî" dest bi meşê kirin piştî duh gihiştin Xelfetiyê pîrozbahiya dest pê kir û îro jî li gundê Amarayê berdewam kir. Heya serê sibê pîrozbahiyan berdewam kir û serê sibê jî bi deh hezaran kes ber bi gundê Ocalan lê hatî dinê ve meşiyan.
Bi hezaran kes ji Xelfetiyê ber bi gundê Amara yê 10 kîlometre dur meşiyan û bi hezaran kes jî bi wesayîtan çûn gund. Di rê de welatiyên gundan welatiyên di meşiyan silav kirin. Welatî kom bi kom ber gu gund ve çûn û ji 7 saliyê heya 70 saliyê welatî tevlî meşê bûn.
Mahsum Karaoglan û Mustafa Dag ên di 4'ê Nîsana 2009'an de dema ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diçûn Amarayê di encama êrîşa polîs û leşkeran de bi bombeyên gazê jiyana xwe ji dest dan li cihê lê hatin qetilkirin hatin bîranîn. Piştî girseyê li Amarayê bernameya pîrozbahiyê li dar xistin ber bi cîhê Dag û Karaoglan lê hatin qetilkirin ve çûn. Parlementerên HDP'ê Îbrahîm Ayhan, Gulseren Yildirim, Mulkiye Bîrtane û Kemal Aktaş û deh hezaran kes li herêma Karataş jî wesayîtan hatin xwarê û ber bi qada Dag û Karaoglan lê hatin qetilkirin ve çûn. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin û dirûşmeya "Şehîd namirin" hate berzkirin. Welatiyan di navbera qada Dag û Karaoglan lê hatîn qetilkirin zincîra mirovan pêk hat. Di merasîma bîranînê de zarokên Mustafa Dag Şeyma û Gulsum Dag jî cih girtin û welatiyan dirûşmeyên "Bijî serok Apo" û "Ey şehit riya we riya me ye" berz kirin.
Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Li ser navê TUHAD-FED'ê Musa Karbadag axivî û diyar kir ku ew ala berxwedanê ya Dag û Karaoglan dê her tim bilind bikin. Parlementera HDP'ê Gulseren Yildirim jî got ew di şexsê Dag û Karaoglan de li ber hemû şehîdên têkoşînê bejna xwe ditewîne. Yildirim anî ziman ku heke îro bi sed hezaran kes bigihijin Amarayê ev yêk bi saya şehîdan e û wiha got: "Em gelekî dîroka wan ji aliyê şehîdan ve hatî nivîsîn in. Em îro bi saya şehîdên xwe ximê jiyana azad û wekhev diavêjin. Bi saya wan em îro bo tevlîbûna sed hezaran kesan rojbûna Serokê xwe pîroz dikin. Em êdî ji serokê xwe re dibêjin 'Tu tenê nîn î' Tu rêberê hemû gelên tên tepisandin û nirxên mirovahiyê yî. Em dê her tim doza şehîdên xwe bişopînin."
 
2016 
 
Li gundê Amarayê ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê amadekariyên ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin kirin. Li gel hemû astengkirin û qedexeyan jî gel di saetên şevê de jî ber bi Amareyê ve herikî. Girseya ku li benda pîrozbahiya mezin a sibê ye ji niha ve bi coşek mezin dest bi pîrozbahiyê kir. Fîşekên hewayî yên hatin teqandin tariya şevê ronî kir û welatî jî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Rojbûna te pîroz be, ey Serok" hest û hêviyên xwe anîn ziman. Bi munasebeta 67'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li gel rêveberiya awarte jî gel meşiyan Gundê Amara yê Navçeya Xelfetî ya Rihayê. Bi sedan welatiyan li gel hemû astengiyên dewletê ji bo pîrozbahiyê xwe gihandin Amarayê hevserokên KCD'yê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, rêveberên TÛHAD-FED'ê, parlementerên HDP'ê Alîcan Onlu, Osman Baydemîr, Gulser Yildirim, Mahmût Togrûl, Feleknas Ûca, Behcet Yildirim, Muslum Dogan û Dîlek Ocalan, rêveberên DBP û HDP'ê yên Rihayê û navçeyên wê gel pêşwazî kirin û meşiyan mala ku Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan lê ji dayik bûye. Bi hezaran kesên li gundê Amara kom bûn, mala ku Ocalan lê ji dayik bûye ziyaret kirin. Pîrozbahî li ber mala ku Ocalan lê ji dayik bûye pêk hat. Di pîrozbahiyê de wêneyê Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" dest pê kir. Di pirozbahiyê de Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz, silavên xwe ji hemû qadên parastinê re şand. Temîzyuz, biryara walîtiya Rihayê bi zimanekî tund rexne kir û şermezar kir. 
 
2017
 
Di 68'emîn salvegera 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de di pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP de meşa Amara hat lidarxistin. Dîsa wekî her sal astengî hatin derxistin. lê tevî hemû astengiyan û OHAL'e heyetek çû Amara û Amara ziyaret kir û 4'ê nîsanê Pîroz kirin. 

Sernavên din

03/04/2018
14:59 Traşa pora yek tîpî ferzî girtiyan dikin
14:42 Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû
14:31 1’ê Gulanê dê li Taksîmê pîroz bikin
14:26 Akademîsyenan piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî: Em ê tim bêjin aştî
14:25 Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e
13:45 Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin
12:48 Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene
12:47 Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê
12:45 Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
12:21 Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
12:20 Huseyîn Aykol: Bila girtî name şandinê dewam bikin
12:18 Li Stenbolê girtin û li Wanê binçav kirin
11:51 Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger
11:35 Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal
11:33 Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
11:32 Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin
11:31 Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 743’yemîn serlêdan kirin
10:24 Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
10:23 Xwişka Ferhat Kurtay: Berxwedana Mazlum, Kemal û Ferhatan li Îmraliyê berdewam dike
10:22 Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê
09:47 Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin
09:47 Nivîskarê Ozgurlukçu Demokrasî: Mafê min ê fikrê ji destê min girtin
09:23 Malbata Ocalan li Amara li benda mêvanan e
09:22 'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’
09:20 Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin
09:19 Ji ber bi kurdî striyan der barê wan de lêpirsîn hat vekirin
09:19 Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere
09:18 Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
09:17 Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin
09:16 Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike
09:16 Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
09:15 Pîra wê jê re behsa Sûrê dikir, lê dema Sûra kavilkirî dît…
09:01 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2018'AN
02/04/2018
17:23 Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:10 Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
16:36 Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin
16:00 Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye
15:59 4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
15:29 Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin
15:03 Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
14:53 Ji ber nûçeyan têkildarî Demîrtaş kom kir rastî ceza hat
14:30 'Têkoşîna li dijî tecrîdê dê bidome'
14:29 Rewşa girtiya nexweş Kayra xerab dibe
13:18 Derbarê Can Dundar de biryara ‘bultena sor’ hat dayîn
13:12 100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin