Şêniyên Taxa Xoltoyê: Ji bilî endamên AKP’ê alîkariyê nadin tu kesî

  • rojane
  • 11:18 11 Sibat 2023
  • |
img
DÎLOK - Welatiyê Taxa Xolto ya li quntarê Amanosan ku ji erdhejê rizgar bûbûn, diyar kirin ku hewcehiya wan herî zêde bi kon û avê heye. Welatiyan got ku alîkarî 4 roj piştî erdhejê hatine taxa wan lê tenê li endamên AKP’ê tên belavkirin. 
 
Nîviya navçeya Islehiya ya Dîlokê di encama erdhejê de hilweşiya. Yek ji taxên navçeyê Xolto jî di erdhejê de hilweşya. Li taxê 5 hezar kes dijiyan û derdora 50 avahiyan rûxiyan. Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê dereng hatin taxê û kesên di bin kavilên avahiyan de mayîn jî ji hêla şêniyên taxê ve hatin derxistin. Heta niha 37 cenaze ji bin xerabeyên taxê hatin derxistin û definkirin. 
 
Şêniyên taxê niha li konên ku bi derfetên xwe çêkirine de dimînin. Kesên dilxwaz xwe gihandine taxê û di mijara xurekan de pêş ketine lê nebûna konan, şêniyên taxê zêde dide zorê. 
 
CENAZE BI PIŞTEAVNIYA CÎRANAN HATIN DERXISTIN 
 
Ji şêniyên taxê Gulîzar Ozturk da zanîn ku her kesê li taxê bi hewldanên xwe cenazeyên xwe derxistine û wiha got: “Cîran ji cîranan re bûn alîkar. Ciwan û mamosteyên ji Amedê hatibûn bi hawara me hatin. Kon tune ne, em hewl didin bi derfetên xwe çêbikin. Gelemperiya cenazeyan me bi xwe derxistin. Gelemperiya alîkariya xurekan û cil û bergan ji Sêrt û bajarên derdorê hatin şandin. Pêdiviya me ya herî bingehîn kon û av e.” 
 
JI SERMAYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Dursun jî ji alîkariya AFAD’ê ya dereng nerazî ye. Dursun, da zanîn ku xaltiya wî û 3 zarokên xwe di bin kavilên avahî de mane û wiha got: “Tîmên wan 4 roj piştre li ser kavilên avahî xebat dan destpêkirin. Me bi derfetên xwe, bi zor û zehmet derxistin. Dengên yên din jî dihat. Heke alîkarî di dema xwe de bihata, dê ew jî bihatina rizgarkirin. Lê dereng hatin û ew kes ji sermayê qerisîn, jiyana xwe ji dest dan.” 
 
REWŞ GELEK XETERNAK E
  
Dursun, got ku hemwelatiyê Kanadayê ye û ji bo bi cih bibe hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em di nava erdhejê de man. Em ji alîkariyên tên kirin qet razî nînin. Gelek dereng hatin. Tevî 4 zarok û 2 xwişkên xwe em 4 rojan di nava serma û baranê de man. Gelemperiya kesên di bin kavilan de jî serma qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Rewşeke gelek xeternak heye. Me bihîst ku ji bo taxa me biryara tehliyekirinê hatiye dayîn. Heke ev jî bibe gelo em ê bi ku de biçin? Tekane tişta ku dewlet li vir bike ew e ku li şûna avahiyên rûxiyayîn avahiyên nû çêbike. Dê 10 milyar alîkarî were kirin. Ma dê ev pere bi têrî çi bike.” 
 
XIZMETÊ TENÊ DIDIN AKP’IYAN! 
 
Ji şêniyên taxê Gokhan Mazlum Akpinar jî da zanîn ku li taxa wan cihêkarî heye û ev tişt anî ziman: “Alîkariyên tên ji bilî AKP’iyan nadin tu kesî. Konên me tune ne. Heke hûn endamên AKP’ê nebin, tu konan nadin we. Heke we dengê me bida bihîstin dê gelek baş bûbûya. Tevahiya tiştên tên li AKP’iyan tên belavkirin. Ji bilî wan nadin tu kesî. Wesayîtên rakirina kavilan jî 2 roj piştre hatin. Di dema xwe de nehatin lewma gelek kes di bin kavilan de qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.” 
 
MA / Mujdat Can – Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

27/06/2023
09:01 Li Meletiyê gundên kurdên elewî bi şîrketên kana keviran hatine dorpêçkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
26/06/2023
21:06 Hunermend Hesen Zîrek hat bibîranin
20:37 Prîgojîn: Dê Wagner di 1'ê Tîrmehê de xwe fesix bike
20:30 Kûra dolar û zêr zêde dibe
16:50 KCD: Bi tecrîda li Îmraliyê re hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin
16:47 Li Efrînê 4 kes hatin revandin
16:04 Zilamê ku zaroka 2 salî tacîz kiribû hate girtin
15:24 Merdan Yanardag hate binçavkirin
15:03 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li gorî biryara tevdîrê ya NY’yê tevbigerin, îşkenceyê bi dawî bikin
14:59 ‘Tecrîda li Îmraliyê di nava civakê de rê li ber fikaran vedike’
14:41 Darên Zozanên Şênê ji ber baregehên leşkerî tên birîn
14:38 Di dema sewqkirinê de hemû amûrên girtî Yîgît şikestin
14:03 Pirtûka bi navê ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ derket
13:56 Sammerfeld: Jinên kurd ji bo berxwedanê hêz didin
13:18 Greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 40'emîn de ye
13:17 Dolarî 26 lîre derbas kir
12:12 Raportora NY’ê: Êrişên li dijî parêzeran zêde dibin
12:05 Malbata Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê nobeda xwe bibin Enqereyê
12:01 100 kesên binçavkirî hatin berdan
11:33 Li ser sînorê Başûr û Bakur bi pileya 4.7 erdhej çêbû
11:08 Di sala 2022’yan de 83 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Amedê ji bo veguhestinê zem hate kirin
10:39 Li Hondurasê derketina derve hate qedexekirin
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’