MÊRDÎN - Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Ferhat Kurtay Rabîa Kurtay a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 2 mehan bû mêvanê mala wê, bi boneya rojbûna Ocalan axivî û wiha got: “Berxwedan û têkoşîna Mazlum, Kemal û Ferhatan ligel hemû êrîş, îşkence û tecrîtê li Îmraliyê berdewam dike.”
Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Feryat Kurtay ê di Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de, li Girtîgeha Leşkerê ya Hejmara 5 a Amedê bi hevalên xwe Necmîr Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn re canê xwe dan ber agir Rabîa Kurtay bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hestên xwe parve kirin.
‘LI SER VÊ AXÊ FERHATAN QET XELAS NEBÛN’
Xwişka Kurtay Rabîa Kurtay, bal kişand ser têkoşîn û çalakiya Kurtay û 3 hevalên wî yên mîna “Şeva çaran” navê xwe li dîrokê xistin û wiha û axivî: “ Ferhat û hevalên wî ji bo gel ronî bikin canê xwe dan ber agir. Li Qoserê gel malbatan navê Ferhat li zarokên xwe kirine. Li vê axê Ferhatan tu carî xelas nebûn û ligel hemû êrîşan nekarin têkoşîna Ferhatan asteng bikin. Ferhatan ji bo gel li ser axa xwe bi çend, ziman û nasnameya xwe bijîn, têkoşiyan. Bila êdî bihêlin em li ser axa xwe azad bijîn û bimirin.”
‘4’Ê NÎSANÊ ZAYÎNA GELAN E’
Kurtay, diyar kir ku 4’ê Nîsanê di heman demê de zayîna gelan e û wiha bilêv kir: “Birêz Abdullah Ocalan gelê kurd ji xewa hezar salî şiyar kirin. Ez di heman demê de endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê me. Di serî de Ocalan ji bo hemû girtiyên siyasî azadiyê dixwazim. Em kurd bi kuştinê tune anbin. Ên ku wihan difirkin xwe dixwaînin.”
‘AN JI BER APO YE AN JÎ JI BER ZAROKÊN APO NE…’
Kurtay, anî ziman ku berî darbeya 12’ê Îlonê Ocalan 2 mehan li wê dimîne û wiha pê de çû: “Ferhat hevalekê xwe anî mala me. Em dizanî hevalê wî Abdullah Ocalane. Gava li mala me bû qet derneket derve û tim pirtûk dixwendin. Apekê me pir jê hez dikir hebû. Apê min ji Ferhat pirsa ‘ev kiye? Dişibe mirovekê girîng’ kir. Ferhat jî got ‘hevalekê min.’ Apê min li ser vê yekê ji Ferhat re got ‘An ev Apo ye. Yan jî zarokên Apone.’ Mirovê ku me dizanî hevalê Ferhate, dûr me bihist ku Abdullah Ocalane. Piştî wêneyên wî di rojnameyan de derket me ew nas kir. Me ne dizanî kiyê, lê li rabûn û rûniştina wî, axaftin û gotinên wê me hîs dikir ku mirovek pir girînge.”
‘OCALAN RÊBERÊ GELEKÊ BI RÛMET Ê AŞTÎXWAZE’
Kurtay, da zanîn ku îro Ocalan dibin tecrîtek giran deye û wiha berdewam kir: “Ligel vê yekê jî berxwedan herî mezin a sedsalê nîşan dide. Berxwedan û têkoşîna Mazluman, Kemalan û Ferhatan ligel hemû îşkence, êrîş û Tecrîtê li Îmraliyê berdewam dike. Em jinên kurd û gelê kurd dibêjin êdî bese.”
Rabia Kurtay, dest nîşan kir ku tecrît sûcê mirovahiyê ye û wiha dawî li axatina xwe anî: “Gelo dê ev şer heya çi demê berdewam bike? Mafê kesekê tuneye ku rêberê gelekê ji gel qût bike. Deriyên Îmralî vekin. Gel Rêberê xwe mereq dike. Bila guh dibin Ocalan. Bila ev şer û mirin bi dawî bibin. Ocalan rêberê gelekê yê birûmet ê aştîxwaze.”