STENBOL - Nivîskarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Omer Agin, diyar kir ku mafê xwîneran heye ku xwe bigînin agahiyan û mafê nivîskaran heye fikra xwe bêjin û wiha got: "Bi girtina rojnameyê mafê azadiya min a ramanê ji destê min girtin. Divê hemû xwîner li Ozgurlukçu Demokrasiyê xwedî derkevin.
Di destpêka saetên 28'ê Adarê de polîsan bi ser Navenda Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasî û Çapxaneya Gunê de girtin û saziyên çapemeniyê desteser kirin. Li aliyê din di serdegirtina çapxaneyê û malbatan de 27 rojnameger binçavkirin. TMSF dest danî ser navenda Rojnameyê û Çapxaneyê. Nivîskarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Omer Agin, diyar kir ku bi desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re mafê azadiya ramanê zerakek mezin dîtiye û wiha got: "Îktîdar ne tenê medya muxalif, medya liberal û burjuvazî jî êdî tehamul nake. Li Tirkiye heta niha nêzîkatiyek wisa hovane û barbar pêş neketiye. Heta niha wisa raman neketiye bin zextan. Zextên li ser azadiya raman û îfadeyê derketiye asta herî jor. Niha mirov nikarin nefes bistînin. Zext û desteserkirina çapemeniya kurd a Ozgurlukçu Demokrasî mînaka vê yekê ya herî şênber e. Zext û tundiya li ser Demokrasiyê mirov nikare wekî derdorêk biçûk bigire dest. Desteseririna Rojnameyê desteserkirina fikr û ramanên derdorên cûda ye. Bêdengkirina raman û dengên cuda ye. Ji ber ku nikarin bêdeng bikin rojname desteser kirin. Çapxane desteser kirin. Li vir mafê azadiya gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn yên agahiyê ji destê wan girtin. Dîsa mafê raman û îfadeyê ji destê wan girtin."
'NAXWAZIN GEŞEDANÊN LI AXA KURDAN PÊŞ DIKEVIN BÊ BIHÎSTIN'
Agin, da zanîn ku yek ji sedemên din jî naxwazin geşedanên li ser axa kurdan pêş dikevin bê bihîstin û belavkirin. Agin, bilêv kir ku dixwazin rastiya li ser axa kurdan û rastiya li ser Rojhilata Navîn pêş dikeve veşêrin û gel şaş agahdar bikin û wiha berdewam kir. "Naxwazin der û dorên demokratik ji rastiyan agahdar bibin. Heta niha bi dehan caran çapemeniya kurd hat astengkirin û girtin. Xebatkarên wê hatin kuştin, binçavkirin û kuştin. Lê dîsa nekarîbûn asteng bikin. Ji ber ku nikarin dengê çapemeniya kurd qut bikin niha çapxaneyê desteser dikin. Min serdema 12'ê Adarê û 12'e Îlonê jî dît. Lê tu carî bi qasî niha zext dijwar û tund nebûn."
'AKP NE REHET E'
Agin, da zanîn ku AKP ji xeynî pêkanînên "faşizan", herî zêde di nava tirsa hilbijartina 2019'an de ye û wiha bi dawî kir: "AKP dît ku muhalefeta li dijî wê her ku diçe zêde dibe. Ji bo vê yekê ji raya giştî veşêre serî li rêbazên wisa didin. Niha AKP polîtikaya êrîşkar û xwe belav bike pêş dixe. Ji ber vê yekê alozî û şer li her derê belav dike. Dixwaze vê yekê bi riya medya belav bike û rastiyan berovajî bike. Niha AKP ne rehet e. Ji ber vê yekê erîşi her derê dike. AKP ji rastiyan û ji çapemeniya azad gelek ditirse. AKP di nava xwe de jî nakokiyên wê zêde ne. Ji ber vê yekê êrîşî rojnameyên ku rastiyan dinivîse dike. Di serî de Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê dike. Desthiladariya AKP'ê ji Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî tirsiya û desteser kir.
Divê xwînerên rojnameyê piştevaniya xwe ya bi rojnameyê re xurt bikin. Li rojnameyê xwedî derkevin. Divê bi fikrên xwe, pêşniyarên xwe û niqaşên xwe tev li vê pêvajoyê bibin û em bi hevre li rê û rêbazan bigerin. Bi girtina rojnameyê mafê azadiya min a ramanê ji destê min girtin. Divê hemû xwîner li Ozgurlukçu Demokrasiyê xwedî derkevin.
Ez bi salan in bi rêya vê rojnameyê fikrên xwe azad parve dikim û rêya fikrê xwe dibînim. Lê ji niha û şûnde rê li pêş fikrên mi hatin girtin. Azadiya min a ramanê ji destê min girtin. Ez ji ber vê yekê AKP'ê şermezar dikim. Ez dixwazin demek nêzîk dawî li van pêkanînên dijdemokratîk bînin.
EZ bang li hemû meşên demokratîk û xwîneraen dikim ku piştevaniyê xurt bikin."
MA / Bilal Seçkin