RIHA - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi minasebeta 4'ê Nîsanê 69’emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kirin ku wan amadekariyên pîrozbahiyê temam kirine û li benda mêvanan e.
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo 4'ê Nîsanê 69'emîn Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Amara pîroz bikin amadekariyên pîrozbahiyê temam kirin. Malbata Ocalan bang li hemû mêvan, dost û hezyarên Ocalan kirin û diyar kirin ku ew ji bo pêşwazîkirinê amade ne. Malbata Ocalan a li Gundê Amara dijî, bang li her kesî kir ku tev li meşê bibin. Malbatê anî ziman ku ew bang li hemû gelê Tirkiyeyê dikin ku tev li meşa Amara bibin û wan vedixwînin Amarayê. Xwişka Ocalan Fatma Ocalan û xwarziyê Ocalan Alî Ocalan, diyar kirin ku bi kelecanek mezin li benda pirozbahiyê ne û hemû amadekariyên xwe kirine. Xwişka Ocalan Fatma Ocalan, anî ziman ku wekî Ocalan ew jî her dem aştiyê diparêzin û aştiyê dixwazin û wiha got: "Em naxwazin mirov bên kuştin. Ji bo ku mirov neyên kuştin divê aştî pêk bê. Mirov tenê ji bo rojbûna Ocalan pîroz bikin tên vir. Tu zirara vê yekê nagihêje kesî. Em naxwazin zirar bigihêje tu kesan.
‘JÎR Û JÊHATÎ BÛ'
Xwişk Ocalan got: "Ocalan dema zarok bû pir jêhatî bû. Jîr û zane bû. Di karê xwe de pir çalak bû. şev nîvê şevê diçû karê zeviyê dikir û karê xwe zû xelas dikir. Li pişt gund darek hebû. Karê xwe yê nava zeviyê berî her kesî xelas dikir û diçû bin siya darê pirtûk dixwend. Me 3 salan bi hev re li Herêma Çukurova pembo kom kir. Di nava zeviyên bembo de jî çalak bû. Pir bi lez bû. Berî her kesî xeta xwe derdixist serî. Ji her karî dihat der. Her kar dikir. Bi her kesî re dikaribû kar bikiraya. Di jiyana xwe ya civakî de ji hevalên xwe re pêşengî dikir."
‘BI HÊZ Û BIRYAR BÛ'
Xwişk Fatma Ocalan, qala ziyareta xwe ya li Îmraliyê jî kir û wiha got: "Dema ez çûm Îmraliyê, Serok di zarokantiya xwe de çawa bû wê demê jî wisa jîr, çalak û jêhatî bû. Wekî her dem bi biryar û bi hêz bû. Moralê wî her dem pir baş bû. Digot 'Li şûna hûn moral bidin min, ez moral didim we.'"
DERIYÊME JI HER KESÎ RE VEKIRIYE
Biraziyê Ocalan Alî Ocalan jî anî ziman ku amadekariyên wan temam in û deriyê wan ji her kesî re vekiriye û wiha qala Rêberê PKK'ê Ocalan kir: "Em rojbûna Serok li hemû gelan pîroz dikin. Dema qedexe tune bûn pîrozbahî di nava aramî û aştiyê de pêk dihat. Wekî mihrîcanê dihat pîrozkirin. Em naxwazin mirov zerarê bibînin. Em dixwazin îsal jî bi aramî û coşek mezin Rojbûna Serok bê pîrozkirin. Em wekî malbat, gund û gelê Rihayê li benda mêvanên xwe ne. Hemû amadekariyên me temam in. Hemû gelê me yên dixwazin Rojbûna Serok pîroz bikin deriyê me ji her kesî re vekiriye. Em hemû kesan di 4'ê Nîsanê de vedixwînin Amarayê."
'GELÊ ROJHILATA NAVÎN FIKRÊN OCALAN QEBÛL KIRIYE'
Alî Ocalan, da zanin ku gelê cîhanê û Rojhilata Navîn fikrên Ocalan qebûl kiriye û wiha bi dawî kir: "Ji bo rojbûna wî ji her bawerî û her ramanê tên Amara. Ger ku derfetên malbat û parêzeran hebûya Ocalan ziyaret bikin û hevdîtin hatibûna kirin, niha rewşa Ocalan ne wisa bûye. Ger ku hevdîtin hatibûya kirin dê kedek gelek mezin dabûya aştiyê. Ji ber vê yekê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û bi lez deriyê Îmraliyê bê vekirin û hevdîtin bên kirin. Mirov ji bo li Serok xwedî derkevin û rojbûna wî pîroz bikin dixwazin bên Amara. Riha cihê bawerî, nijan û rengên cuda ye. Li ser vê axê bi salan kurd, tirk, ereb û ermenî bi hev re jiyan. Her dem di nava aştiyê de man. Em bawer dikin ku riya aştiyê di azadiya Ocalan re derbas dibe."
MA / Hacı Yusuf Topaloğlu