AMED – Der barê 36 HDP’iyên ku dema diçûn kongreya HDP’ê û di otobêsê de strana “Serhildan Jiyan e” gotin de lêpirsîn hat vekirin. Emniyetê ji HDP’iyan ev pirs kirin: “Ji bo strandinê we destûr ji kê stend, armanca we çi bû, koda we çî ye, peywira we çî ye?”
HDP’iyên ji Amedê ji bo Kongreya Giştî ya Asayî ya HDP’ê çûn Enqereyê, bi hinceta di otobêsê de stranên kurdî gotine der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Bi hinceta di otobêsê de strana “Serhildan Jiyan e” gotine, Miduriyeta Emniyetê ya Amedê ji bo îfadeyê gazî 36 HDP’iyan kir.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê videoya strana kurdî ku 36 HDP’î bi hev re gotin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi ser navê “Em hemû bi hev re stranên azadî û berxwedanê bibêjin” di şeva 10’ê Sibatê de parve kir. Polîsan di fezlekeya ku amade kirin de, îdia kirin ku 36 HDP’iyên stran gotine “Propagandaya PKK/KCK’ê kirine”.
‘KÎ FERMAN DA WE’
Polîsan ji HDP’iyên ku ji bo îfadeyê çûn Miduriyeta Emniyeta Amedê ev pirs pirsîn: “Bi gotina vê strana kurdî ya ku propagandaya PKK-KCK’ê dike, armanca we çi bû?, Pêwendiya we ya bi PKK/KCK’ê re çî ye?, Peywira we ya di nav rêxistinê de çî ye?, Kîj endamên rêxistinê ev ferman û talîmat da we?”
'REWŞEKE TRAJÎKOMÎK’
Yek ji kesên di vî warî de lêpirsîn lê hat vekirin jî Rêvebera HDP’a Amedê Suzen Îşbîlen e. Îşbîlen, diyar kir ku ev rewşeke trajikomik e. Îşbîlen bi lêv kir ku ji ber wan stran gotiye ji bo îfadeyê emniyetê gazî wan kiriye û got: “Pirsên ecêb ên wekî ‘Di nav rêxistinê de koda we çî ye?’ pirsîn. Ji bo mirov bi kurdî bistrê divê kodek meriv hebe? Me got, em di partiyeke legal HDP’ê de siyasete dikin. Ji ber ku em diçûn kongreye em bi coş diçûn û me stran gotin. Dema mirov diçin kongreye kêfxweş dibin û bi hev re distrên. Dixwazin çûyîna me ya kongreyê jî îllegalîze bikin.”
MA / Cihan Olmez