Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!

  • rojane
  • 11:37 10 Sibat 2023
  • |

MEREŞ - Li navçeya Sergolanê herî zêde hilweşandin li taxa Cumhuriyetê çêbûye. Welatiyên ku bi derfetên xwe xizmên xwe ji bin kavilan derxistin, kesên ji bin kavilan derxistine ji qerisandinê jiyana xwe ji dest dane. 

Yek ji navçeyên ku karesata erdhejê bandorek mezin lê kiriye navçeya Sergolan a Semsûrê ye. Ev navçe nêzî 50 kîlometre dûrî navçeya Bazarcixê ye. Du rojên ewil tu xebata lêgerîn û rizgarkirinê lê nehatibû destpêkirin. Ji roja pêncşemê şûn ve tîmên rizgarkirinê li ser kavilan dest bi xebatê kirin. Li taxa Cumhuriyetê ya Sergolanê hilweşandinek mezin çêbûye. Li taxa Hurriyetê jî beşek taxê bi temamî hilweşiyaye. Em tevahiya rojê li navçeyê geriyan. Li taxa Mîmar Sînanê jî beşek mezin a avahiyan tiştek jê nebûye. 
 
KON KÊM IN 
 
Kêliya em li kolanên navçeyê digeriyan, jinek mexdûra erdhejê derket pêşiya me û xwest demildest kon ji bo wan bê dayîn. Jinek ku mala wê li taxa Cumhuriyetê hilweşiyaye û bi birîndariyek sivik ji erdhejê rizgar bûye, destnîşan kir ku avahiya wan a 6 qatî hilweşiyaye û tevî vê yekê jî rizgar bûye û wiha got: “Mala me li qata 5an bû. Mala me, wesayîta me, warina me her tiştê me çû. Cihek ku em ê lê bi hêwirin tune ye. Min ji şaredar jî xwest lê hê çar roj derbas bûn hê jî konek nedane me.” 
 
Me li hin deverên navçeyê dît ku AFAD’ê kon daye hin welatiyan. Rayedaran da zanîn ku gelek kon hatine navçeyê û belavkirina wan didome û ji bo konbajar jî xebat bi dawî bûye. 
 
EWILÎ HEVJÎNÊ WÊ, PAŞÊ JÎ EW DERDIKEVE Û LAWÊ WÊ DERNAKEVE
 
Li taxa Cumhuriyetê kêliya ku me dîmenên karesatê digirtin jinek ku me navê wê jê pirsî wiha got: “Li taxa Cumhuriyetê dîmenên wiha gelek in. Ev avahiya me ye. Mala me hilweşiya. Di vê avahiyê de 3 kesan canê xwe ji dest da. Em sax derketin. Ewilî hevjînê min derket û piştî sê saetan jî em derketin. Lê me lawek xwe dernexist. Me lawê min Mehmet Efe Atilgan piştî 8 saetan mirî derxist. Em bêçare ne û em nizanin em ê çi bikin.” 
 
QERISÎNE Û CANÊ XWE JI DEST DANE 
 
Li tevahiya kolanan heman manzere heye. Welatiyê bi navê Adem Boncuklu ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ez di vê avahiyê de bûm. Em li qata herî jor bûn. Avahî bi dengek bilind hilweşya û em di bin kavil de man. Cîran û xizman me derxist. Bi qasî kut ê bîra min dayika min Reyhan sax bû. Beriya min wê xelas kirin. Piştî saetekê jiyana xwe ji dest da. Bavê min Osman jî jiyana xwe ji dest da. Birayê min jî di bin kavil de bû û ji ber seqemê jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku tîmên rizgakirinê nehetin û me hewl da bi derfetên xwe derxin, lê qeweta me negihîştê û lewma jiyana xwe ji dest da. Me xwe gihandê lê me nikaribû wî derxin. Leşker û AFAD hatin lê dereng hatin. Cenazeyên 7 kesan ji avahiya me derxistin. Pozê wî jî xwîn nebûbû. Ji ber sermaye seqem girtibû û canê xwe ji dest dabû. Cîranên me jiyana xwe ji dest dan.” 
 
Li gelek kolanên navçeyê erd qelişiye û welatî dibêjin avê divîsîkand û ew gelek tirsiyan e. Welatiyan anî ziman ku berê ev der hemû av bûye û binê navçeyê av e û navçe navê xwe ji golê digire. 
 
CENAZEYAN DERDIXIN 
 
Li cem Pastexaneya Ozdemîr û du avahiyên li kêlekê li ser kavilên avahiyan xebat berdewam dike. Em li vir dibin şahidê derxistina cenazeyekî. Tîmên rizgarkirinê xebata xwe didomînin û tê gotin 5 kes di bin kavilan de ne û tu deng ji wan nayê û lewma xebat didomin. Gelek avahî li devera pastexaneyê bi temamî hilweşiyane. 
 
KES NEÇÛYE GUNDAN 
 
Welatiyên navçeyên dîtin ku em rojnamevan in hatin cem me û gazin kirin û gotin bi awayekî ku têra wan bike kon li wan nehatine belavkirin. Hin welatiyan da zanîn ku malbatên xwe şandine gundan. Dema me rewşa gundan pirsiya wiha gotin: “Hûn li vir çi dibînin, heman manzere li gundan jî heye. Lê mixabin heta niha tu kes neçûye gund. Hewcedariya mirovan herî zêde bi konan heye û divê demildest konan bigihînin gundan.” 
 
Pişt re em derbasî taxa Mîmar Sînanê ku Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê lê ye dibin. Gelek avahiyên li taxê li şûna xwe mane lê belê xesar dîtine. Yên ku kon li wan hatine belavkirin di bin konan de ne, yên bêkon jî li nêzî malên xwe baraqe çêkirine û lê dimînin. Avahiya nexweşxaneyê jî li ser pêya maye lê xizmet li hewşa nexweşxaneyê di konên hatine vedan de tê dayîn. 
 
MA / Abrurrahman Gok - Azad Altay

Sernavên din

23/06/2023
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir
23:41 Li Kopenhag û Stockholmê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:42 Viyana cara çaran bû bajarê herî baş ê cîhanê
19:02 Li Amedê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:06 Li Bismilê agir bi çewliga mirîşkan ket: 12 hezar û 500 mirîşk mirin
16:55 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin derket 6’an
16:45 Li Êlihê derbarê 25 kesan de biryara beraetê hat dayîn
16:38 Ji bo kana mermerê ya li Geliyê Zîlanê biryara betalkirinê
16:20 TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin
16:03 ÎHD’ê bertek nîşanî betal kirina Doza Licê da
15:34 Midûrê VASKÎ, personel û polîsan li şêniyên gund xistin
15:20 Piştî zêdekirina faîzê dolar rabû û 24 lîre derbas kir
15:06 Banka Navendî faîza polîtîkayê derxist ji sedî 15’ê
15:01 Aydenîz: Êriş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e
14:31 ‘2’yê tîrmeha 1993’yan ji bo desthilata siyasî roja şermê ye’
14:19 Dadgehê îşkencekirina zarokan parast û cezayê bersûcan xera kir
14:18 HDP’a Edeneyê: Qetilkirina Derwêş, Şiwêş û Tûma sûcekî li dijî mirovahiyê ye
13:59 Ji siyasetmedar Emîne Ayna re ceza hat xwestin
13:49 Şenyaşar: Divê berpirsyarên mirina zarok Dakak hesabê bidin
13:36 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
13:32 Dadgehê doza ji bo eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
13:19 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin
13:13 Doza Komkujiya Liceyê: Leşkerê bersûc mir, doz betal bû
12:23 Tifaqa Kurd a Azadî û Demokrasiyê: Divê NY û YE helwest nîşanî Tirkiyeyê bidin
11:55 Çawişê pispor ê di pevçûnê de birîndar bûbû mir
11:54 Doza nûçegihanên Vice News hat taloqkirin
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:53 Rapora nexweşxaneyê ya ji bo girtiyê nexweş Ozkan: Li ser jiyana wî xetere heye
10:46 Girtiyan bi şewitandina qawişê binpêkirinên mafan şermezar kirin
10:20 Ji AYM’ê bo 9 partiyên siyasî venêrîna darayî
10:04 ‘Ji jinên Rojava ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan ditirsin’
09:54 ‘Divê li dijî krîzên heyî azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê’
09:01 'Yên kedê didin rêncber in, ên qezenc dikin hinardekar in'
09:00 'Em ê li dijî operasyonên AKP'ê xwe li qadan birêxistin bikin'
09:00 Hûn: Em ê têkoşîna xwe bi xwerexnekirinê xurt bikin
09:00 Şakar: Pirsgirêka sereke tecrîd e, divê her kes bibe parçeyeke çareseriyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
21/06/2023
22:24 Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma hatin definkirin
19:15 Şadiye Manap ji girtîgehê derket
17:32 Danişîna doza jinên ku di 1'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin hat taloqkirin
16:51 Partiya Çepên Kesk xwest Meclis têkildarî dersa kurdî lêkolînê bike
16:26 ‘Darên li Geliyê Godernê bi kîjan sedemê tên birîn?’
16:25 Hevdîtinên Astanayê bi biryarên li dijî Rêveberiya Xweser bi dawî bûn
15:58 Ji Mêrdînê bertek nîşanî êrişê dan: Divê Tirkiye ji Rojava derkeve
15:53 Beştaş: Tirkiye bi SÎHA’yan sivîlan qetil dike
15:08 Derbarê Manapê de biryara beraetê hate dayîn
15:08 TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye
13:56 Li Amedê bekçiyan li hev xist: 2 kes hatin kuştin
13:33 HDP’ê ji bo Kirmizi daxuyanî da: Îşkenceyê bi dawî bikin
13:24 Wezîrê Parastinê: Civîna bi Barzanî re dê bi xwe re encamên erênî bîne
12:17 Jinên Bakur êrişên li ser Rojava şermezar kirin
11:59 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê têkildarî binpêkirinan name şandin
11:42 Malbata Şenyaşar: Wezîr hate guhertin lê bêedaletî didome
10:46 Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan bi hinceta Kovîd-19’ê hatin qedexekirin!
10:34 Dîroka jinan a veşartî nexş dike
10:01 Ji ber êrişa zayendî derheqê şaredarê AKP’î de lêpirsîn hate destpêkirin
10:01 Li Antakyayê di bin kavilê avahiyekê de cenazeyê jinekê hate dîtin
09:52 Çawişê pispor ê Uytun qetil kirî dê bi sûcê ‘texsîrê’ bê darizandin!
09:48 Dayika Dag ê di çalakiya greva birçîbûnê de: Hûn nikarin bi zextê serî bidin tewandin
09:43 Derhêner Karaman: Sedema qedexekirina lîstikan zimanê kurdî ye
09:08 Xwezaparêz Qeredaxî: Çekên kîmyewî başûrê Kurdistanê ber bi çolbûnê ve dibin
09:07 Dayikên Şemiyê dê careke din serî li AYM'ê bidin
09:06 Demîr: Azadiya fîzîkî ya Ocalan şert e
09:05 Hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin: Nexweşîna tebeqê, bihabûn, koçberî...
09:02 Ji ber dîmenên dijhiqûqî ceza li hunermendê kurd hat birîn
09:01 Mele Abdûlbarî Tîryakî: Di nava piraniya pirsgirêkên welatê me de tiliya pergalê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
20/06/2023
22:26 KCD'ê der barê êrişa li Rojavayê de bang li raya giştî ya cîhanê kir
21:17 Di doza qezaya li Dêrikê de kesek hat berdan
20:54 Komkujiya Pirsûsê 95 meh li dû xwe hiştin
20:01 Doza 38 HDK'iyan hat taloqkirin
19:35 HDP'ê êrişa li ser Rojavayê şermezar kir
16:56 Dosyeya Mîraç Mîroglû ji nû ve dê ji bo ATK’ê bê şandin
16:20 Hevseroka Kantona Qamişloyê Derwêş di êrişa SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da
16:17 Terîqetan xwest û dadgehê nûçeyên têkildarî mirina biguman a Dakak asteng kir
16:01 Barzaniyê bi Erdogan re hevdîtin kir: Em li ser pêşxistina têkiliyan axivîn
16:00 Di lêpirsîna şerê li Bismilê de 3 kes hatin girtin