CENEVRE – Kalikên wan di salên 1920’î de ji Amedê koçî Yûnanîstanê kirin. Bi çîrokên pîrika xwe yên derheqê welat de mezin bû. Tim xwest biçe Amedê, lê neçû. Thalia Georgiadis ku ji bo xwendinê çû Swêdê û ji bo debara xwe di pêşangeheke wêneyan de bi awayekî demborî dest bi kar kir, xwe de nav xirbeyên Sûra dîrokî de dît.
Di 28’ê Adara 2018’an de li Cenevreyê bi beşdarbûyîna şaredarên gelek welatan “Peymana Mafên Mirovan û Mîrateya Çandeyî ya Cenevreyê” hat îmzekirin. Peyman bêtir ji bo parastina bajarên dîrokî yên li herêmên şerî ye û peydakirina piştevaniyê ye ji b ovan bajaran e. Roja ku ev peyman hat îmzekirin, Şaredariya Cenevreyê pêşangeheke wêneyan a mijara wê Sûra Amedê ye vekir. Wê pêşangeh heta 7’ê Nîsanê vekirîbe. Di pêşangehê wêneyên di dema qedexeya derketina derveya ya Sûrê ku di Kanûna 2015’an de hat îlankirin û 105 rojan domand, hatine kişandin tên pêşandan. Heta niha bi sedan kes serdana pêşangehê kirine.
JI AMEDÊ BER BI ATÎNAYÊ VE
Hevjînên hev Efthalia û Silêmanê Hecî Reşîd, di salên 1920’î de ji ber rageşiya welêt ji Amedê koçî Stenbolê dikin. Dû re berê xwe didin bajarê Serres ê Yûnanîstanê û ji wir jî koçî Atînayê dikin. Malbat paşnavê Georgiadis werdigre. Zarokekî wan ê kur çê dibe û navê Pavlos lê dikin. Xwarinên tên xwarin û muzîkên tên guhdarîkirin, tekane tişt in ku malbata Geogîadîs bi ber bi rabirdûya wan ve dibe. Bav Pavlos Geogîadîs dikeve karê tekstîlê û ev mesleg dibe munasebeta ku carinan li welatê bav û kalên xwe bigere. Piştî her rêwîtiyê bi çîrokên nû vedigere.
Carekê keça xwe ya biçûk Thaliayê jî bi xwe re dibe Stenbolê. Thalia ya 16 salî dema li kuçeyên Stenbolê digere, difikire ku ji bo hay ji rabirdûya xwe çê bibe, divê ji nêz e nas bike û li zanîngehê wekî dersa hilbijartî dersa Ziman û Wêjeya Tirkî hildibijêre. Çîrokên ku ji bavê xwe û ji pîrika xwe guhdarî kirin û di kaseteke kevn a vîdeoyî de dîtina dîmanên aîdî gundê wan ê Amedê, meraqa wê ya ji bo welatê pîrika wê zêdetir dike. Bav Pavlos jî soz dide ku ew ê rojekê keça xwe bibe Amedê, lê belê ew soz tu carî pêk nehat. Pêşî bav ji ber pevçûn û şerê li vir diqilqile û dû re jî ji ber nexweşîna pençeşêrê dimire û sozê xwe bi cih nayîne.
Piştî mirina bavê xwe Thalia, diçe Parîsê û li vir perwerdehiya çapemenî û ragihandinê werdigire. Paşê Thalia vedigere Yûnanîstanê û piştî demekê ji bo li ser aborî û ragihandinê masterê bike diçe Swêdê Zanîngeha Fribourgê. Thalia li hêlekê diçe dibistanê li hêla din jî ji bo debara xwe bike, di kar û barên biçûçik de dixebite.
Hefteya borî Şaredariya Cenevreyê e-mailekê jê re dişîne û ev e-maîl ji dibe sedema ku careke din bîranên wê li ber çavan zindî bibin. Ji bo pêşangeheke wêneyan, pêdivî bi xebatkarekê/î heye û ev şaredarî ji Thaliayê dipirse ka ew ê ji bo 5 rojan bixebite yan na. Ew jî vê yekê qebûl dike. Lê belê heta kêliya dawî jî hayê wê ji naveroka pêşangehê tune ye. Lê dema ji bo dest bi kar bike tê Forum Faubourgê ku dê pêşangeh lê bê vekirin, diheyire. Hesteke cuda lê peyda dibe. Çimkî pêşangeh li ser Sûra ku tim dixwest biçe, lê belê nikaribû biçe bixwe ye.
‘EV NASNAMEYA RASTEQÎN A JINÊ TEMSÎL DIKIN’
Thalia Georgiadis ku got “Kêliyekê ez ber bi rabirdûyê ve çûm. Hesteke cuda ye. Vê bajarê ku bav û kalen me çûnê û tim min dixwest bibinim, min ew di pêşangeheke wêneyan de dît” diyar kir ku dema wê rûxandina û tunekirina dîrokê dîtiye hinekî hêrs bûye.
Georgiadis, destnîşan kir ku wê tim ji xwe pirsiye “Ma çima wê vê yekê bikin, ji bo çi wê dîrok bê tunekirin.” Georgiadis, diyar kir ku lê belê tiştên ku wê di wêneyan de dîtiye, ravekirineke bi mantiqî ya vî tiştî nedîtiye. Georgiadis got: “Dema min di wêneyan de jinên di dest wan de kaleşnîkof û bajar diparêzin dîtin, a rastî fikirîm ku ne modela jina ku modernîteya kapîtalîst an jî jinên ciwanên di instigram û televîzyonan de dane ber me, li vir kesên ji bo nasnameya xwe û bajarê xwe têdikoşin nasnameya eslîn a jinê ne. Bi rastî jî dîmena li vir zêde tesîr li min kir.”
‘JI BO ÇI HAT RÛXANDIN?’
Georgiadis, anî ziman ku her çend bav û bavpîrzên wan ji ber şer reviya bin jî, wêne nîşan didin ku ji dîrokê heta niha tu tişt neguheriye.
Georgiadis got: “Her çend kal û pîra min zaf hûrgiliyên vê yekê negotibin jî, ji ber şer û qewimînên li wir reviyane û hatine vir. Niha dema ez li wêneyên li pêşangehê dinerim, dibînim ku li vê erdnîgariyê tu tişt neguheriye. Dîrok xwe dubare dike. Komkujiya ermenan û yên din. Dişibin hev. Min got, ez ji xwe dipirsim ‘Ev bajar hemû ji bo çi hatin rûxandin?’ Lê bawer bikin bersiveke bi mantiq nabînim.”
‘DIBE KU BAVÊ MIN BÛNA JÎ’
Gerogiadis, destnîşan kir ku dema ew li wêneyê Amediyê ku tizbî di destan de ye dinere, kêliyekê bavê wê yê mir tê ber çavê wê û got: “Dema min li vî wêneyî nêrî, min got eger em ji Amedê derneketana, belkî yê di vî wêneyî de bavê min bûna. Di dest de tizbî, simbêlên wî yên zirav. Zaf bandor li min kir. Min ji xwişka xwe re şand got ‘Eger em nehatanan belkî bavê me yekî wisa bûna.’ Hestiyar bû û giriya.”
‘ROJEKÊ TEQEZ EZ Ê BIÇIM’
Georgiadis, anî ziman ku teqez rojekê ew ê biçe Amedê û got: “Ez ê xwesteka bavê xwe bi cih bînim. Piştî min ev dît, hîn bêtir dixwazim biçim wir, mirovên wir nas bikim û çîrokên wan guhdar bikim. Rojekê teqez ez ê biçim.”
MA / Ruştu Demirkaya