* Kalikên wan di salên 1920’î de ji Amedê koçî Yûnanîstanê kirin. Bi çîrokên pîrika xwe yên derheqê welat de mezin bû. Tim xwest biçe Amedê, lê neçû. Thalia Georgiadis ku ji bo xwendinê çû Swêdê û ji bo debara xwe di pêşangeheke wêneyan de bi awayekî demborî dest bi kar kir, xwe de nav xirbeyên Sûra dîrokî de dît.
* Ji bo piştevaniya jiyana ekolojîk bike, Sahafa Duçerxeyî li Stenbolê li 4 dibistanan “Pirtûkxaneya Ekolojîk” ava kir. Niha jî ji bo li dibistaneke li Bayramoglûyê pirtûkxaneyekê ava bike pedalên duçerxeya xwe digerîne.
* Hevalên zarokatiyê û gundiyên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, amadekariyên pîrozbahiyên ku dê li Amarayê pêk bên dikin û gotin: “Li van deran tu kes tune ye ku ji serok hez neke. Wekî her sal em îsal jî amade ne ku mêvanên ji bo rojbûnê bên vehewînin.”
* Subhet Tekîn, ku 10 sal berê hevjînê wê mir û ji ber bêderfetiyan zarokên xwe ji dibistanê girt, niha ji ber ji 28 hezar lîreyî zêdetir deynê ceryanê hindik maye xaniyê wê ji dest biçe.
* Li Samandagiyê ji bo çêkirina RES’ên ku di hundurê Keşîşxaneya Sîmonê de tên çêkirin rawestin doz hatibû vekirin. Heyeta dadgehê, rapora ÇED’ê ku wekî raporeke erênî hatibû dayîn bi heman awayî qebûl kir û destûr da ku kapasîteya RES’an bê zêdekirin. Hawirdorparêzên ku bertek nîşanî biryarê dan, ji bo çêkirina RES’an raweste serî li Şûraya Dewletê dan.
* Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê Cûmalî Atilla, nivîs ji Muşavirtiya Hiqûqê re şand ku der barê dozên tazminat û vegera ser kar ên karkerên bi KHK’yan ji kar hatine derxistin parêziyê bikin.
* Der barê 36 HDP’iyên ku dema diçûn kongreya HDP’ê û di otobêsê de strana “Serhildan Jiyan e” gotin de lêpirsîn hat vekirin. Emniyetê ji HDP’iyan ev pirs kirin: “Ji bo strandinê we destûr ji kê stend, armanca we çi bû, koda we çî ye, peywira we çî ye?”
* Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Amedê, bi karkerên teşeron ên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbiyê ku bûn kdaro, taahutnameyek da îmzekirin. Di vê taahutnameyê de tê diyarkirin ku eger di encama lêpirsîna ewlehiyê de ji kar bên derxistin ew ê nikaribin doza tazmînatê bikin.
* Partiyên Kurdistanî yên li Wanê bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya kurd û gotin: “Divê em peyama gelê me ya di Newrozê de danî holê, baş bixwînin û li gorî vê tev bigerin. Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e.”
* Mi minasebeta 69'emîn Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê ji gelek navendan bimeşin Bajaroka Elîgor ya Pirsûsa Riha û ji wir jî bimeşin Amara. (10.00)
* Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û gelek cihên din dê bi bernameyên cuda Roja Rojbûa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên pîrozkirin. (11.00-15.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê rapora 3 mehên borî ya girtîgehên herêma Anatoliya Navîn bi raya giştî re aşkere bike. (12.00)
* Hevkeroka Gişti ya HDP'ê dê Koma HDP'ê dê civîna meclîsê pêk bîne. (12:30)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo cezayê li Prz û parazvana mafên mirovan Eren Keskin hatiye birîn dê li avahiya Komeleyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)