STENBOL – Heyeta KCD’ê bi wesîleya salvegera 9'ê Cotmehê ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin Buroya Hiqûqê ya Asrinê ziyaret kir. Şandeyê di hevdîtinê de bal kişand ser astengkirina li ser hevdîtina Ocalan û wiha got: “Ji bo em vê tecrîdê ji holê rakin divê em dengê xwe bilind bikin û derkevin qadan.”
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk û endamên heyeta dîwanê bi wesîleya 9’ê cotmeha 1998’an ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi hevkariya navnetewî ji Sûriyê derxistin Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li Taksîmê ziyaret kir. Di serdanê de daxuyaniyên hevpar hatin dayîn.
‘ARMANC KURDBÛNA AZAD E’
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ebru Gunay diyar kir ku serdana KCD’ê gelek watedar e û got: “Ev serdan jî nîşaneya em ku şopdarên komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê ne.” Gunay da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê di 9’ê cotmehê de dest pê kir bi 15’ê sibatê dewam kir û wiha axivî: “Pêvajoya 9’ê cotmehê û 15’ê sibatê bandorek mezin kir. Herî zêde jî vê bandorê li ser çarenûsa erdnîgariyê kir. Dixwazin bê tecrîda girankirî kurdbûna azad hedef bigirin. Bi astengkirina hevdîtin û tecrîdê pêşiya fikr û ramanên Brêz Ocalan asteng bikin. Gelê kurd bi israr e ku teza Brêz Ocalan a Modernîteya Demokratîk ava bike. Çawa ku ev komploya navnetewî vala derket, dê lêgerîna kurdbûna azad, lêgerîna heqîqetê û ya herî girîng jî dê berxwedan bi xwe jî tecrîda li Îmraliyê vala derbixe.”
‘DIJMINAHIYA HERÎ MEZIN TECRÎD E’
Piştî Gunay, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û ev tişt got: “Hemû dewletên kapîtalîst yên mêtinger hatin ba hev û li ser Brêz Ocalan vê komployê pêk anîn. Ramanên Brêz Ocalan tenê ne ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên bindest bûye roj û ronahî. Ji ber vê yekê vê komployê pêk anîn.” Ozturk anî ziman ku tecrîdek giran li Îmraliyê tê birêve birin û wiha dewam kir: “Ev tecrît ji dijminahiyê û hiqûqê wêdetir e. Dixwazin di şexstê Ocalan de daxwaza gelê kurd a azadî, demokrasî û aştiyê tune bikin. Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê van daxwazan bi paradigmaya xwe ya nû vala derxist.”
'DIVÊ EM DERKEVIN QADAN’
Ozturk bi bîr xist ku ji 27’ê 2011’an vir ve bi Ocalan re hevdîtina parêzeran tê astengkirin û got: “Ji 5’ê nîsana 2015’an vir ve tenê di 11’ê îlona 2016’an de Mehmet Ocalan hevdîtinek li gel Brêz Ocalan kiriye. Heta niha tu hevdîtin pêk nehatine. Ev tecrîdek gelek giran e. Di cîhanê de mînaka vê yekê tune ye. Dixwazin di şexsê Ocalan de gelê kurd tecrît bikin. Ji bo ev tecrît ji holê bê rakirin tenê şermezarkirin têrê nake. Divê em dengê xwe bilind bikin. Azadiya Ocalan dê bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn. Divê em derkevin qadan. Em li hember vê tecrîdê ne û em ê bişkênin. Em dikarin azadiya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi vî awayî pêk bînin.”