4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!

img
DÎLOK - Hat diyarkirin ku li gundê Keferdiz ê navçeya Nûrdagiyê ku 3 hezar welatî lê dijîn li gel ku 4 roj bi ser erdhejê re derbas bûye jî tîmên AFAD’ê xebata rizgarkirinê nedane destpêkirin.
 
Navçeya Nûrdagi ya Dîlokê jî di bin bandora erdhejê de maye. Li gundê Keferdizê yê Nûrdagiyê hema bêje xaniyek ku hilneweşiyabe nîne. 3 hezar nifûsê gundê Keferdizê heye. Heta niha tîmên AFAD’ê yên lêgerîn û rizgarkirinê li Keferdizê xebat nedane destpêkirin. Xelk bi derfetên xwe hewl dide qurbaniyên xwe ji bin kavilan derxe. 
 
TEVAHIYA GUND HILWEŞIYAYE 
 
Mesût Soylû yê ji Balikesîrê ji bo piştevaniya xizmên xwe hat gund diyar kir ku pismamê xwe û hevjîna wî bi destê xwe ji binê kavilan derxistiye. Soylû diyar kir ku gund bi temamî hilweşiyaye û got: “Dewletê vir ji bîra kiriye. Tu alîkarî neşandiye vir. Tu tîmên xebatê neşandiye. Xelkê me bi derfetên xwe hewl dide birînên xwe bipêçin. Xelk birçî û tî maye. Em dixwazin cihek ku xelkê me lê rûnê bê çêkirin.” 
 
XELKÊ KEMÇEYAN KIRÊ KIR 
 
Soylû anî ziman ku xelkê gund bi derfetên xwe kemçeyan kirê kirine û wiha axivî: “Agahiya ku dibêjin dewletê xwe gihandiye her deverê, derew e. Bi rêya medyayê xwe li her derê nîşan didin. Xelkê mer perîşan bûye û em alîkariyê dixwazin. Xelkê me li benda xwedîderketinê ye.” 
 
4 ROJ DERBAS BÛN HÊ JÎ MIROV DI BIN KAVILAN DE NE 
 
Ji şêniyên gund Mahmût Soylû jî da zanîn ku tevî ku 4 roj bi ser erdhejê re derbas bûne hê jî mirov di bin kavilan de ne û wiha got: “Em xwe bi xwe cenazeyên xwe derdixin. Xelk avê di sîtilan de dikelinin û cenazeyan dişon û defin dikin. Me kemçeyan kirê kir û didin xebitandin. Mazota wê qediya û kemçe sekinî.” 
 
'HÊ JÎ LI BENDA AFAD’Ê NE…’ 
 
Soylû diyar kir ku tu rojnamevan nehatine gundê wan ku gilî û rewşa xwe ji wan re bêjin û wiha got: “Li gundê me 3 hezar nifûs heye. Malek ku xera nebûbe tune ye. Ceyran, av tune ye. Tiştek em ê we pê germ bikin tune ye. Em dixwazin xelkê me xwedî li me derkeve. Yên ku ji derve tên jî li vir perîşan dibin. Ji roja erdhejê ve em birçî ne. 4 roj derbas bûn lê hê jî AFAD li vir tune ye, hê jî cenaze di bin kavilan de hene. Bila birînên me bên pêçandin. Hin gund hene ku li benda AFAD’ê ne û hê jî cenazeyên xwe ji bin kavilan dernexistine. Mirovên me ji cihên dûr hatin lê hê jî AFAD’ê kempeçek neşandiye. Derfetên me têr nakin û gelek mirovên me di bin kavilan de ne.” 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

09/02/2023
19:04 Hejmara miriyên erdheja Mereşê ji hejmara miriyên erdheja Marmarayê derbas bû
17:09 Kampanyaya ‘Ji her malekî teştek nan’: 18 hezar û 200 nan hatin şandin
17:07 DFG’ê bersiv da Walitiya Rihayê: Tu biryar nikare pêşî li nivîsandina rastiyan bigire
17:06 OHD: Divê têkildarî îdiayên li girtîgehan lêprisîn bê destpêkirin
17:03 Sergolan wêran bûye: Qet nebe bila cenazeyên me ji bin kavilan derxînin
16:51 Li Osmaniyeyê cenaze li bûzxane û mezbaxaneyan tên sekinandin
16:50 CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da
16:37 Li Elbistanê gel bi tenê hatiye hiştin, mirov diqerisin
16:16 Deriyê dikana xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir: Dem dema piştgiriyê ye
16:15 ŞanoWan bi armanca piştevaniyê ber bi Hatayê ve bi rê ket
16:12 Li Elbistanê 3 welatî piştî 80 saetan ji bin kavilan hatin derxistin
16:11 Zaroka 14 salî piştî 83 saetan ji bin kavilan hat derxistin
16:02 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê hat bidawîkirin
15:55 Bijîşk ji bo biçin herêmên erdhejê serlêdanan dikin lê bersiv nayên dayîn
15:42 Îlana OHAL’ê li Meclisê tê nîqaşkirin
15:31 Ne mirov, ketine etra xelaskirina pereyên bankeyê
15:20 Di bin çavan de ev pirs ji nûçegihanê me kirin: Guzel got ‘AFAD tune ye’ yan na?
15:12 Cenazeyên 4 ferdên malbata Ondeş ji Meletiyê birin Stenbolê
15:01 30 hezar kesan serî li Navenda Koordînasyona Krîzan a HDP’ê dan
14:53 Li Colemêrgê qeza çêbû: 6 kes birîndar bûn
14:35 Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê: 3 hezar û 162 kesî jiyana xwe ji dest da
14:32 Demîrtaş ji Erdogan re got: Pirsgirêk tu yî
14:30 Ji Semsûra ku ji bilî dengê sîrenan dewlet lê nîne banga piştevaniyê
14:30 Polîsan TIR'a alîkariyê ya diçû Meletiyê desteser kir
14:21 TIR’ên ji Botanê hatine şandin gihiştin Dîlokê
14:13 Li Hatayê roja 4’emîn a erdhejê: Xelk û cenaze bi tenê hatine hiştin
14:01 'Bila girtiyên di girtîgehên li herêma erdhejê de hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin'
14:00 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14 hezar û 14 kesan
13:51 Dr. Turan: Êdî her kêlî pir krîtîk e
13:31 Ji bo rizgarkirina pitikê destê xwe da birîn, jiyana xwe ji dest da!
13:23 Yuksekdag: Em ê hemû bi hev re van kavilan rakin
13:23 Ji Colemêrgê 18 TIR bi rê ketin
13:18 Li Amedê li Goristana Yenîkoyê 152 cenaze hatine veşartin
13:07 Medya havûzê carek din pesnê Erdogan da
12:48 Li Rihayê di 19 kavilan de xebat hatin bidawîkirin
12:31 Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo piştevaniyê bû seferber
12:21 Li herêma erdhejê rewşa hewayê
12:21 Sertel ê CHP’î ku çûbû Bazarcixê: Kon tune ne, gel tî û birçî ye
12:03 Ulkuciyan mexdûra erdhejê şêland!
12:03 DÎB: Qesr bi rêya OHAL’ê dixwaze pêşî li ber bertekan bigire
11:44 4 roj in di bin kavilên Apartmana Sozelê de ne: Xebat kêm in
11:43 Nacî Gorur: Erdheja Stenbolê nêz e û li gorî me dê herî zêde bi pileya 7.5 be aci-gor
11:42 Ji bo Bazarcix, Islahiye û Nûrdaxiyê banga piştgiriya lezgîn
11:07 Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin
11:03 Li Semsûrê dilxwazên AFAD'ê yên neperwerdekirî li qadê ne
10:57 Li piyên dayika xwe ya di bin kavilan de xuya dike dinihêre!
10:34 Korîdora jiyanê hat vekirin: 3 kesên sax tên rizgarkirin
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan
23:38 Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne!
23:16 Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin
22:48 Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:37 Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir
22:05 Xizmên mexdûrên erdhejê dê karibin li ser e-Nabız’ê agahiyan wergirin
22:03 Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin
21:54 Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin
21:54 Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e
21:10 Ji bin kavilê Hotêla Avşarê 6 kes hatin derxistin: Me deng da AKP’ê lê niha li ku ne?
21:07 Ji Amedê ji bo Semsûr û Bazarcixê alîkarî
20:59 NetBlock: Twîtter li Tirkiyeyê hate bisînorkirin
20:58 Şaredariya Silopiyayê aşxaneyek ji Bazarcixê re şand
20:46 Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
20:45 2 jinên ku sê roj in di bin kavilan de hatin rizgarkirin
20:30 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 9 hezar û 57 kes
19:40 HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe ve li cem mexdûrên erdhejê ye
19:10 Du kesên din ji Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin
17:45 Wezîrê Veguhestinê piştî bertekên gel ji herêmê reviya
17:43 3 qurbaniyên erdhejê li Geverê hatin veşartin
17:42 Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’
17:41 Li Semsûrê piştî israra welatiyan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
17:38 ÎKK a TMMOB’a Amedê bangî hempîşeyên xwe kir
17:34 Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin
17:20 Bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêma erdhejê dan
17:19 Xizmê mexdûrên erdhejê: Tîm bi têrî nakin, çapemeniya îktîdarê derewan dike
17:19 Rojnamevanên ku dîmenên xerbeyan kişandin hatin binçavkirin
17:09 Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake
17:07 Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye
16:56 Cenazeyên ku nasnameya wan di 24 saetan de nehatin tespîtkirin dê bên definkirin
16:48 Di erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
16:48 Amedspor ji 3 hezar mexdûrên erdhejê re 24 saetan xizmetê dide
16:39 Cenazeyên 10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin definkirin
16:32 Xelkê herêma Serhedê ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re seferber bû
16:22 Bozdag li ber Navenda Kar a Galerîayê bû: Hêdîbûn rêbazeke teknîkî ye!
15:32 ‘Bila Ocalan û her sê girtî ji ber erdhejê bi malbatên xwe re hevdîtin bikin’
15:30 Erdogan ku çû cihê erdhejê: Em ê 10 hezar TL belav bikin
15:09 Tifaqa Ked û Azadiyê: Divê ne OHAL lê seferberiya civakî bihata ragihandin